13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em kujeran nas dikin’

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin cezakirin di hefteya 879’emîn de çalakiya xwe ya bi rêya online  berdewam kirin. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo kedkara Ayşenûr Şîmşek a di 24’ê çileya 1995’an de li Enqereyê di binçavan de hat windakirin û paşê cenazeyê wê li goristana bêkesan a bajarê Kirikkaleyê derket, edalet xwestin.

Xwişka Ayşenûrê Fatma Şîmşek li ser navê malbatê axivî  û diyar kir ku xwişka wê şoreşger bû li dijî neheqiyên li ser civaka xwe bû. Şîmşek da zanîn ku xwişka wê ji bo piştevaniyê bide çareseriya pirsgirêkên gelê xwe tevlî têkoşîna birêxistinkirî bûbû û got: “Ew ji raman û têkoşîna xwe hat qetilkirin. Bi qetilkirinê re tenê neman, di heman demê de wê li goristana bêkesan veşartine. Em kujerên xwişk û birayên xwe, bavên xwe, zarokên xwe nas dikin. Em wan kesên fermana qetilkirinê dane jî nas dikin. Em dizanin ku ew kujer û berpirsên xwe di nava dewletê de çawa bûne çete, nas dikin. Heta kujerên xwişka min werin dîtin, wê têkoşîna me bidome û em ê hêvî û baweriya xwe winda nekin.”

Xizma Şîmşek, Ayşenûr Demîrok daxuyanî xwend û got: “Ayşenûr Şîmşek li Enqereyê dijiya. Di sala 1990’î de beşa dermansaziyê ya Zanîngeha Hacettepeyê qedand û pişt re jî wek dermansaz xebitiye, wek kedkarek tenduristiyê dest bi rêxistinkirina qada tenduristiyê kiriye û ew bûye seroka sazûmankar a Saglik Senê ya Şaxa Enqereyê. 27 sal in heta niha tu lêpirsînek bi bandor nehate kirin, kujer bêceza man û hatin parastin û xwest kujer werin dîtin. Demîrok anî ziman ku wê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan dest ji mekanê xwe Qada Galatasarayê bernedin.