Ronakbir û rojnameger Mûsa Anter, di sala 1920’î de li gundê Ziwingê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik dibe. Dibistana seretayî li navçeyê dixwîne û piştre diçe Edenê. Dibistana navîn û lîseyê li Edenê dixwîne. Piştre li Stenbolê jî dest bi zanîngehê dike û ji beşa Hiqûqê mezûn dibe. Mûsa Anter ku herkes jê re dibêje Apê Mûsa di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîs nivîsandine. Ji ber nivîsên xwe gelek caran hatiye darizandin û gefên kuştinê lê hatine xwarin.
Di encama van û gefan de Apê Mûsa di 20’ê îlona 1992’yan de ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve li kolana 442’yan a taxa Cumhuriyetê ya Semta Seyrantepe ya Amedê hat kuştin. Di ser kuştina Apê Mûsa re 31 sal derbas bûn. Herî dawî sala borî daraza tirk bêyî ku kujerên Apê Mûsa bibîne û ceza bike doza wî bi hinceta “demboriyê” girt. Duh jî salvegera kuştina Apê Mûsa bû. Apê Mûsa duh hem li Amedê li cihê ku lê hatibû kuştin hem jî li gundê Stilîliyê yê navçeya Nisbînê li ser gora xwe ji aliyê rojnamegerên li ser şopa wî û bi sedan hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.
Hezkirî di hedefê de bûne
Hevalê Apê Mûsa rojnameger Huseyîn Aykol ku ji bo bîranîna wî hatibû Amedê, li rojnameya me Xwebûnê bû mêvan û qala bîranînên xwe yên bi Apê Mûsa re kir û rojnamegeriya ku îro tê kirin nirxand.
Huseyîn Aykol, di destpêka axaftina xwe de qala şert û mercên rojên ku Apê Mûsa hat kuştin kir û der barê mijarê de ev tişt got: “Bi armanca şikandina vîna gelê kurd dewletê gundan dişewitand û vala dikir. Li dijî kesên ku ji aliyê civakê ve dihatin hezkirin êrîşên kiryarên wan nediyar pêk dianîn. Yek ji van kesên ku êrîş li dijî wî pêk anîn jî Apê Mûsa bû ku ji aliyê JÎTEMÊ ve hat kuştin.”
Daxwaza dewletê: Ji hev belavbûn
Aykol, destnîşan kir ku ji ber Apê Mûsa li pey heqîqetê bûye wî kuştine û wiha axivî: “Bi salan nivîskarî, rojnamegerî û kovarên cur bi cur derdixist. Gelek nivîsên wî di rojnameyan de dihatin weşandin. Armanca dewletê ew bû ku hem gel hem jî kesên ku di çapemeniyê de dixebitin tirsê li ser wan çêbike. Beriya ku Apê Mûsa bê kuştin, gelek hevalên me bi destê JÎTEMÊ hatibûn kuştin. Dewletê dixwest em ji hev belav bibin lê ev xwestek pêk nehat. Me pênûsa Apê Mûsa li erdê nehişt, gelek ciwanên nû ketin ser şopa heqîqetê. Ev 34 sal in ku rojnameyên me dertên. Me ji 50 hebî zêdetir rojnameyên bi kurdî û tirkî derxistin. Me bi kurdî li hemû cîhanê dest bi weşanên televîzyonan jî kir.”
Em ê nedin jibîrkirin
Di berdewamê de Aykol, destnîşan kir ku wê tu carî Apê Mûsa ji bîr nekin û wiha pêde çû: “Em ji roja ku Apê Mûsa hat kuştin bêhtir bûne û her sal Apê Mûsa li cihê ku lê hatiye kuştin bi bîr tînin. Li ser navê wî me pêşbirkeke rojnamegeriyê daye destpêkirin. Ev pêşbirk jî her sal pêk tê. Di vê pêşbirkê de rojnameger tên xelatkirin. Bi vî awayî em tu carî Apê Mûsa ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin. Di salên 1990’î nêzîkî 50 hevalên me yên rojnameger û belavkar ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. Ev êrîşên fîîlî ji bo ku rojnameger karê xwe nekin dihatin kirin. Niha heman tişt dîsa pêk tên lê ne bi kuştinê bi girtinê pêk tên. Hevalên me yên rojnameger digirin. Di sala borî de 30 hevalên yên rojnameger hatin girtin.”
Keda Apê Mûsa
Di dawiya axaftina xwe de Aykol, qala keda Apê Mûsa ya di çapemeniya kurd de kir û ev tişt anîn ziman: “Li Tirkiyeyê, di salên 1940’î de hemû rojnameyên ku bi tirkî û kurdî hatine çapkirin di piraniya wan de nivîsên Apê Mûsa jî hene. Dema ku me dest bi derxistina rojnameya ‘Ozgur Ulke’ kir, em çûn cem Apê Mûsa û me jê re got, ‘Ne hewce ye tu ji rojname û kovarên cuda re binivîsînî, êdî rojnameyên me hene. Divê ku tu di vir de binivîsînî’. Got, ‘Hûn mafdar in’. Ji wê hefteyê pê ve êdî me bi hev re dest bi xebatê kir. Dema ku me dest bi weşana Ozgur Ulkeyê kir nêzîkî 5 hezar dihat firotin. Tiraja wê me derxist 50 hezarî. Sedema hejmar zêdekirinê Apê Mûsa û xebatkarên binirx bûn.”