10 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Em ji pêvajoyê çi fêm dikin?

Mirov dikare bêje ku ev pêvajo ji bo Kurdan xwenûkirinek e. Ango guhertina paradîgmayayê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dema pêvajoyê dide destpêkirin her wiha rêxistina xwe û bingeha tevgera azadiyê jî dixe nava guhertineke stratejîk. Vê yekê mirov dikare ji lihevhatina bi dewletê re cuda bigre dest.

Pir tê nîqaşkirin, gelek kes gotin li ser dibêje, li her derdorê mijara sereke ye. Lê hê jî di hiş û mêjî de nezelaliyek heye. Vê pirsê jî em bikin; Gelo em ji pêvajoyê çi fêm dikin?

Helbet em behsa pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin dikin.

27ê Sibatê dema rêzdar Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, gelek pirs jî xist nava tevahiya derdoran. Em divê bêjin ku di nava van derdoran de gelê Kurd yê welatparêz jî hebû. Her wiha ne tenê welatparêz, di her astê de xebatkar jî lerz li wan ket.

Di ser 27ê Sibatê de 4 meh derbas bûn. Helbet di nava demê de ew şaşbûn û matmayîn hinek belav bû. Lê belê em dikarin bêjin ku hê jî têgihiştineke baş tine li ser vê pêvajoyê.

Bêşik, gelê Kurd û bi tevahî sazî û dezgeh û organîzasyonên xwe ji rêberê xwe û tevgera xwe tam bi bawer in. Ji xwe mesele jî ne ev e. Mesele bê ewlebûna dewleta Tirk û rêveberiya wê ye. Ya rastî di van 4 mehên derbasbûyî de dewletê bi nêzîkatiya xwe ev fikar zêde kirin. Ev yek berî cejnê di pakêta darazê ya 10emîn de xwe da xûyakirin. Heta roja îro jî tu gaveke şênber nehatiye avêtin.

Pêşketinên awarte

Hefteya borî nîqaşên di vê derbarê de dîsa geş bûn. Hat gotin ku wê heyeta DEM Partiyê careke din derkeve tura hevdîtinan. Hem bi Serokkomar Erdogan û Bahçelî re, hem bi partiyên mûxalefetê re hevdîtin wê bên kirin. Dawiyê heyet wê serdana Îmraliyê bike. Ev hevdîtina bi birêz Ocalan re gelek girîng e. Xebatên ji bo sazkirina komîsyona di bin banê meclîsê de jî vê hefteyê weke mijareke sereke li ber me ye.

Lê belê mijara herî girîng destpêka pêvajoya çekdanîna şervanên PKKê ye. Dibe ku di nava vê hefteyê de ev yek pêk bê. Ji ber ku heta ev nivîs dihate amadekirin hin tiştên tam zelal nebûyî hebûn. Lewma em behsa kulîsên di vê derbarê de nakin. Tenê em dikarin bêjin ku ger ev yek pêk bê, wê pêvajo bikeve konaxeke din. Ango wê hin tişt êdî bi leztir pêk bên. Çav li rê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî bi dîmen vê bangê bike. (Dibe ku kiribe jî.) Helbet ev yek ne bi dilê dewleta Tirk e, lê wisa xûyaye ku pêdivî bi vê rêbazê heye. An ew meseleya ku fikaran zêde dike, ango gotinên bir rengê “dewlet tu gav navêje” wê kurtir bibe. Ev yek ji bo AKP-MHP jî tiştekî erênî bi xwe re nayne. Lewma gavavêtin û pêşketina pêvajoyê ji bo wan muhîmtir e.

Mûxtacê pêvajoyê ne

Ji xwe tişta ku pêwist e em ji pêvajoyê fêm bikin jî ev e. Yanî ne aliyê Kurd mûxtacê vê pêvajoyê ye, bêhtir dewleta Tirk mecbûr e vê meseleyê çareser bike. Ji ber ku êdî baş tê zanîn pergala dewleta Tirk xetimiye. Ev xetimandin hem navxweyî, hem jî navdewletî xwe dide xûyakirin. Di vê derbarê de rêyeke wê yê cuda tine. Ev xetimandin dewletê ber bi têkçûnê ve dibe. Helbet geşedanên li Rojhilata Navîn jî vê rewşê aloztir dike. Aqilê dewletê ya bîrewer vê yekê dibîne.

Her wiha hêz û rola Kurdan ya li Rojhilata Navîn jî êdî berbiçav e. Ev yek her çiqas dostan kêfxweş dike, her wiha nexêrxwazan jî dixe nava fikaran. Êdî dijminên Kurdan jî zanin ku di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan tiştek naçe serî. Her wiha dem ew dem e ku Kurd êdî statuya xwe saz bikin.

Êdî ew jî Ocalan nas dikin

Dewleta Tirk di vê demê de li tiştekî din jî baş hayedar bû ku ew jî rol û misyona rêzdar Ocalan e. Em zanibin ku ne tenê welatperwerên Kurd, her wiha kesên dijberê wî jî birêz Ocalan dixwînin û feraseta wî zanin. Paradîgmaya ku datîne holê ji hêla wan ve jî tê dîtin. Xûyaye ku bi dîtina vê paradîgmayê re zanin ku rêzdar Ocalan dikare gelek tiştan ava bike. Ew bixwe jî nikarin pêşî li vê bigrin. Madem pêşî li belavbûna vê fikriyatê nayê girtin, wê gavê dixwazin sûd jê wergirin.

Ji xwe xwînerên me jî baş dizanin; paradîgmaya birêz Ocalan êdî li tevahiya cîhanê belav bûye. Gelek feylozof, kesayetên navdar û aliyên sosyalîst û demokrat êdi van nêrînan ji xwe re weke rêberiya demê dibînin. Bi gelek munasebetê vê rastiyê tînin ziman. Ev yek şanaziyeke ji bo tevahiya gelê Kurd ku xwedî rêbertiyeke ewqas mezin e.

Guhertineke bingehîn

Li aliyê din rewşeke din heye ku baş bê fêmkirin, ez bawerim pirsgirêk zêde namîne. Ev yek jî di vê lihevhatinê de rewşa aliyê Kurd e. Me got dewlet xwe mecbûrê vê pêvajoyê dibîne. Lê belê ji bo tevgêra azadiyê rewş cuda ye. Mirov dikare bêje ku ev pêvajo ji bo Kurdan xwenûkirinek e. Ango guhertina paradîgmayayê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dema pêvajoyê dide destpêkirin her wiha rêxistina xwe û bingeha tevgera azadiyê jî dixe nava guhertineke stratejîk. Vê yekê mirov dikare ji lihevhatina bi dewletê re cuda bigre dest. Ev tiştek e wisa girîng e ku tevahiya Kurdan û Kurdistanê eleqedar dike. Her wiha wê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike. Ger serkeftî berdewam bike wê gelên cîhanê jî jê sûdê wergirin.

Naveroka vê guhertina bingehîn ez bawerim wê di demeke nêz de zelal bibe. Tê gotin ku birêz Ocalan bi perspektîfeke berfireh xeta nû xêz kiriye û ev yeka ji rêxistina xwe re şandiye. Niha xebatake kur li ser vê nexşerêyê tê meşandin. Pergala ku heyî wê ji bin ve biguhere. Lewma hur tê honandin. Em bawerin weke me anî ziman di demeke ne dirêj de hêdî hêdî rewş wê zelal bibe û em ê hin tiştên nû bibînin. Heta wê demê pêdivî pê heye ku tevahiya qadên xebatê û her wiha tevahiya gel bi awayekî bawer xwe li bendê bigrin û hêza xwe bêhtir xurt bikin. Ez bawerim rojên ronak û xweş li pêşiya me ne.