Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê li djiî êrîşên dewleta tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek li dar xist.
Bi sedan şêniyên bajêr, şêx û rûspiyên eşîran, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, ciwanên Reqayê, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên li bajêr beşdarî meşê bûn.
Beşdar ji pêşiya Parka 7`ê Nîsanê ber bi Çerxerêya Neîm ve meşiyan. Meşvanan dirûşmên “Girê Spî azad e, dagirker derkevin derve” û “Na ji qetilkirina zarokan re” berz kirin.
Li Çerxerêya Neîm girse kom bû û berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fida El Meşleb daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji çîrokên civaka navneteweyî û mafên mirovan bêzar bûn. Ev awazên ku li ber wan mirov tên qetilkirin. Sûcên hovane û terora rejîma tirk, rûyê rastîn ê civaka navneteweyî aşkere kir û ew xist xana şirîkatiyê û komplogerê li dijî gelên ku ji bo azadî û rûmet û aştiyê tê dikoşe.”
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Qirkirinê rawestînin. Dê rêwîtiya me ya aştiyane heta pêkanîna armancên me yên rewa dewam bike.”