Girtî Talîp Yakişir ku li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku heta daxwazên wan bi cih bêne anîn wê çalakiya xwe dewam bikin.
Peyama Yakişir bi vî rengî ye: “Ji 27’ê Mijdarê û vir ve ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd em di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya me 4 roj li pey xwe hişt. Greva me niha bi dorvegerî dewam dike. Pêvajoya ji niha û pê ve wê çawa dewam bike, hîn ne diyar e. Em girtiyên di greva birçîbûnê de ne gelekî baş in. Moral û coşa me gelekî zêde ye. Bi ruhê azadiyê em çiqasî hêzê tevlî xwe bikin ewqasî em ê nêzî azadiyê bibin. Govenda azadiyê ya li çiyê ruh dide bedena me. Her tim bi başî, govendê û bi coş bimînin.”