Dema em dîrokê ji nêz ve dinirxînin, dinêrin ku rêbazên ber bi deriyên şaristaniya aştiyê ve her tim hatine girtin. Bi hezaran salan dîrok bi heman astê ve hatiye bidestgirtin. Hinek kesên dagirker qet heyfa wan li pênûsê nehatiye û qasî karibûne çîrokên rengîn nivîsandine.
Tenê em dikarin bibêjin terzê şerkirinê hatiye guhertin. Her sed salek bi xwe re şerekî nûhkirina nexşeyê derdixê holê. Her çiqas berjewendî têrê dike ev nexşe weke lastîkê tê kişandin. Gelên bindest tên tunekirin û bi xwîne carekî din erdnîgar tê şûştin. Min rojekî fîlmekî dîrokî temaşe kir û dît ku tenê çek hatine guhertin. Em her derdorê xwe dikin gunehkar, lê mixabin tu caran ew qas cesareta me nîne ku em hesabê ji xwe bixazin. Ji bo ew halê ku em têde ne em in berpirsyar.
Salekî din jî mora xwe li dîrokê xist. Ka em şîrove bikin. Çiqasem ji bo paqijkirina wijdanê xwe têkoşiyan. Gelo çiqas me şer kir ji bo ne qebûlkirina wan şeran. Çiqas em bûn bersiv hemberî wan nêzîkatiyan. Roja îro her kes bûye siyasetmedar. Lê li holê siyaseteke sexte ye. Her kes bûye aştîxwaz, lê li holê aştî nîne. Her kes bûye dîrokzan, lê dîrok di nav rûpelên xwe de hatiye veşartin. Yên ku dikarin ev dema hemdem de guhertinekî nû ji xwe re bînin ciwan in, lê mixabin rengên ciwantiyê jî hatiye tunekirin. Ev jî ji bo her kesî xetere ye.
Heger gavên ku tên xwestin nayên avetin pêşerojekî ne diyar e. Her tim reş û spî li gel hev dimeşin. Ev jî xeter e. Ji ber rengên din di tariyê de dimînin. Siyaseta gerdûnê ji wisa ye. Yan reş e, an jî spî ye. Em her tim roja derbasbûyî şermezar û rexne dikin. Lê roja îro ku wê sibê bibe duh, em tiştekî naguherin. Û her roj jiyanekî sextekar ji xwe re qeder dibînin.
Gelek firset hene ku me ber bi xweşikbûna jiyanê vedibin. Ji bo ku em xwe berpirsyar nabînin ditirsin gavan bavêjin. Çiqas nêzîkatiyên sextekar hene li hember me tên meşandin û ber bi tunebûnê ve dibin. Heta ku em hişyar nebin, heta ku ji me tê yekîtiya xwe ava nekin em ê her bên perçiqandin û helandin. Nêzîkatiyên erzan em nekin para xwe. Îro tenê ruhê mirov maye.
Dema ew jî bêfirotin êdî qet hesaba tiştekî namîne. We dema kincê xwe guherî nefikirin ku we ruhê xwe ji guherî. Lê dema we ruhê xwe firot edî kinc jî we xelas nakin. Fikir û ramanên pîroz bi sedan salan hatine parastin. Lê dema em gavekî şaş davêjin em dikarin rojekî de hemû tiştên pîroz bikujin. Dîrok jî pişt re wê ji me hesabê bixwaze. Dibe ku em gelekî bixwînin lê çima dîsa em şaştiye her demî dubare dikin. Çima em pêngava aştîxwaz ji xwe re hedef nagirin. Çima dîsa dikujin û tune dikin. Heger her roj em gavekî gelek biçuk be ji bavêjin em ê karibin gelek nêzîkatiyen qirêj tune bikin. Di nav gelan de bibin pira aştiyê.
Deriyên ku ber bi azadiyê rê vedike Serok nîşand dide. Ji bo parastina mafê mirovan, aştî û demokrasiyê, ji bo xelaskirina ji zilm û zordestiyê, ji bo wekheviyê; xwe feda kir. Îro pirtûkên Serok li her derê tên belavkirin. Ji bo milyonan kesan felsefaya jiyaneke nû bidest girtiye. Ev bû encama keda salan. Ji her kesî zêdetir, divê gelê me li hebûna xwe xwedî derkeve û di wê zanebûnê de be. Serbilindiyekî mezin e. Divê ev baş were nirxandin û şîrove kirin.
Ji bo azadiyê ji hemû deman zêdetir bimeşe. Divê ji wan kesan zêdetir qîmetê hebûna xwe bizanibe. Dikarin tenê fizîkî kesan tune bikin. Lê îrade, hevî û baweriyan ku di xwîna milyonan de diherike wê neyê bindest girtin. Divê eşên ku bi salan gel kişadiye valatiyê jiyan neke.
Mixabin tenê dema dixwazin behsa me dikin. Lazime dema me xwast jî ji bo me bifikirin. Rastiya siyasetê ew e. Her tu dixwazî hebî, tu gerek her hebî. Em gihîştine demeke ku ber bi gelek çareseriyan rêk û pêk hene. Divê em vê ji bîr nekin.