30 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Em her yek bibin hawariyek

Her şev li tax û gundan civînên gel tên li darxistin. Em her pêşengek dikarin bibin hawariyekî Rêber Abdullah Ocalan. Ku em bibin hawarî û rast fikr û felsefeya wî vebêjin, em ê karibin tecrîda li zindana Îmraliyê bêwate bikin û bişkînin.

Her alim, feylosof, zanyar, pêşeng û rêberek hawarî û qasidên wê-wî hene. Zanyar û pêşengên civakê bi fikr û kiryarên xwe dibin pêşeng. Pêşeng çiqas karibin bi fikr û kiryarên xwe bibin parçeyekî civakê û pêşengiyê bikin, civak jî ew qas li peşengên xwe xwedî derdikevin û fikr û feslefeya wan bi xwe re derbasî rûpelên nû yên dîrokê dikin. Her tim wan zindî dihêlin.

Qasid, havârî elçî; ew kesên ku fikr, felsefe û bîrdoziya pêşeng û rêberekê-î  belav dikin û dixin meriyetê nin. Di her bawerî, felsefe, bîrdozî û çandekê de hawarî ango qasid hene. Di olê Xirîstiyaniyê de 12 hawariyên Îsa hene. Di olê Îslamê de nêzî 124 hezar hewariyê Muhammed hene. Lê hawariyê herî nêzîk ê Muhammed Zubeyr Avvam e.  Fîlozofên ku hatine ser ruyê cîhanê jî şagirtên wan fikr û felsefeya wan belav kirine û her tim ew nûjen kirine.

Di serdema îro de jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe ji bo gelên cîhanê rêberiyê dike. Bi fikrên xwe paradîgmayeke nû ya jiyanî dide pêşiya gelên cîhanê. Bi taybetî bi fikra Civaka Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê pêşengiyê ji gelê Kurd û hemû gelên bindest re dike. Rêber Abdullah Ocalan ji ber ku 27 sal in di greva Îmraliyê de di tecrîdê de tê girtin, nikare rû bi rû bi gel re bê cem hev û fikrên xwe parve bike. Ji ber vê yekê îro bi hezaran kesên ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin, tev li civînên gel dibin û hewl didin ku bibin hawariyên Rêber Abdullah Ocalan.

Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe ya 27ê Sibatê de qala sosyalîzma demokratîk dike. Dibêji israra di mirovahiyê de, israra di sosyalîzmê de ye. Di perspektifên ku pêşkêşî 12emîn kongreya PKKê kir de qala jiyana komun û dewletê dike. Dîroka mirovahiyê ji nûve digire dest. Balê dikişîne serdema destpêka klan û kabileyan. Balê dikişîne ser pêşketina civakê ya li dora jinê û rêvebiriya jinê. Balê dikişîne ser rêxistinkirina jinê û pêşengiya jinê. Vê meseleyê bi awayekî berfireh tîne ziman. Bingeha dewletê çawa pêk ketiye û îro dewlet û hêzên desthilat çawa hatine vê astê, bi berfirehî vedibeje. Li dijî pirsgirêk û nexweşiyên heyî çareseriyê datîne holê. Dixwaze li ser esasê Aştî û Civaka Demokratîk hemû pirsgirêkan çareser bike.

Name û peyamên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê milyonan Kurd, Kurdistanî û dostên Kurdan ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Îro li welatên Ewropa pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan di semîner, panel, civînên gel te têne niqaşkirin û li ser wan perwerdehî tê dîtin. Civaka ewropa li fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwedî derdikeve. Jinên Kurd û enternasyonalîst li fikr û felsefeya Abdullah Ocalan xwedî derdikevin û bi her kesî re parve dikin.

Rêber Abdullah Ocalan bi perspektifên ku pêşkêşî Kongreya PKKê kir, rêyeke nû dide pêşiya civakê. Ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn rêya çareseriyê nîşan dide. Em dibînin ku bi milyonan vê nexşerêya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş me mirovan kiriye qebûl dikin. Îro ji bo ev nexşerê û perspektif baştir bêne famkirin têkevin jiyanê, di pêşengiya TJA, DBP, DEM Partî û rêxistinên civakî de li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê nêzî 2 hezar civînên gel hatine amadekirin. Niha her şev bi tevlêbûna sedan kesan civînên gel li tax û gundan tên li darxistin. Her roj nûnerên saziyan diçin beşdarî van civînan dibin û wekî hawariyên Rêber Abdullah Ocalan fikr û felsefeya Rêber Ocalan parve dikin û pirsên civakê dibersivînin. Dê demsala havînê bi civînên gel derbas bibe. Her nûnerê partî, sazî û rêxistinekê wekî hawariyekê-î hewl didin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi gel re parve bikin û civakê bêtir ronî bikin û ji êrîşên şerê taybet biparêzin. Bêguman divê ev xebat tenê bi civînê carekê û şevekê bi sînor nemîne. Pêwiste ev civînên gel sal 12 meh bidomin ta ku ev paradîgma û felsefe bibe parçeyekî çand û jiyana mirovan.