Nivîsa dawî ya Rosa Luksemburgê bi van gotinên bi bandor bi dawî dibe: “Hûn xulamên kor! Pergala we li ser qûmê hatiye avakirin. Sibê şoreş dê ji nû ve bilind bibe û bi dengê daholan bi erjengiya xwe dê bibêje: Ez hebûm, ez heme, ez ê hebim!” –Rojek piştî ku gotar di kovara Ala Sor (Rote Fahne) de hat weşandin, di 15’ê çileya 1919‘an de Luxemburg tev li rêhevalê xwe Karl Liebknecht hat darvekirin. Hevoka wê ya dawî “ez hebûm, ez heme û ez ê hebim” gotinek ji helbesteke helbestvanê siyasî Ferdinand Freiligrath ji sala 1851’an e. Di helbesta Freiligrath de yê vê gotinê dibêje Xwedê ye: “Ax na, ya ku ji avê re distire ne êş e û ne jî şerm e – / Strana serketinê ye, strana serfiraziyê ye, strana roja mezin e! / Pêşeroj, ku ne dûr e! Ew bi kehaneteke dilêr dipeyive / Wek Xwedayê te yê qedîm: ez hebûm, ez heme – ez ê hebim!” Hem helbesta çavkanî hem jî gotara Rosa Luxemburg wekî gotinên bi hêz ên bi hêvî, berxwedan û baweriya bi pêşerojeke çêtir tên şîrove kirin. Ew hêmanên pêşengtiyê bi lêgerîna guhertinê re dikin yek û ligel binketinên serhildanan geşbîniyê teşwîq dikin.
Ev hevoka hema bêje ew ê di nêz de bibe 200 salî bi Rosa Luxemburg re hat nasîn û bû sembola tekoşîna wê tekoşerên li ser rêya sosyalîzm û dûre femînizmê jî vê gotinê wek gotineke pîroz ji xwe re kirin şiyar û di gelek çalakî û kampanyayên xwe de bi kar anîn û hîn jî bi kar tînin.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ev gotin ji hêla sendîkavanên jin ve jî di salên 1990’î de wekî slogan di kampanyayên ji bo wekheviya zayendî de hatin bikaranîn. Jinên sendîkavan ên di bin banê KESK’ê (Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Giştî) de di sala 1996’an de beramberî tekoşîna ji bo mafê kedkaran û daxwazên demokratîk û mafên mirovan, li hemberî zayendparestiya nav sendîkayê û ji bo mafên biryardayînê rêxistina xwe ya sendîkayî ya xweser ava kirin.
Pêşangeheke ku ji sala 2020’an ve bi awayekî online tekoşîn û berxwedana jinên di nav sendîkayên KESK’ê de cîh girtine diweşîne, rêya dirêj a vê tekoşînê radixîne pêşberî me. 36 jinên ku di sendîkayên cuda de cih girtine û hîn jî digirin, wekî şopînerên Rosa Luxemburg gotinên xwe li ser gotina wê zêde dikin û xwe wek zayenda tekoşer tînîn bîra şoreşê: “Em hebûn, em hene û em ê hebin!” Di helbesta Ferdînand de kirde xwedê, di gotara Rosa de şoreş û di dirûşma sendîkayê de jî jin e. Her sê jî afirîner in.
Lêkolîna dîroka devkî û pêşangeha têkoşîna jinên KESK’î ya ji bo wekheviya zayendî; xebateke dîrokî ya kolektîf e ku ji aliyê jinên KESK’ê ve hatiye amadekirin. Handan Caglayan û Meral Akkent vê berhemê destpêkê bi awayekî vîrtuel, ku hîn jî li ser malpera Muzeya Zayenda Civakî ya Stenbolê dikare bê temaşekirin, amade kirin. Niha ev xebata dîroka devkî di çarçoveya 8’ê Adarê de dê wek pêşangeheke gerok li Almanyayê bibe mêvanê Rosa Luxemburg. Ji 15’ê adarê şûndetir li bajarê Bremenê ev pêşangeh dê bi sê zimanan (kurdî, almanî û tirkî) derkeve pêşberî temaşevanên xwe. Ne tenê mêvanê xwecihî û koçberan, dê di heman demî de bibe mêvanên sirgûniyên xwe jî. Lewre hîn jinên sendîkavan ên ku di vê pêşangehê de serpêhatiyên wan tên ziman, neçarî sirguniyên derveyî welêt bûn; heta hin jinên sendîkavan jiyana xwe di sirgûniyê de ji dest dan.
Keda jinan a ne xuyayî her tim di nîqaşên jinan û femînistan de mijareke sereke ye. Gelek caran bi “keda jinê” ya keda wê ya malê tê qesdkirin. Lê herî dawî di dema pandemiyê de hat dîtin ku keda jinan ne tenê li malê, di her qadê jiyanê de nayê dîtin, lê beramberî vê jî ji bo jiyana civakî xwedî wateyeke cewherî ye. Lewre jî ev pêşangeh û xebatên bi vî rengî ku keda jinan a her qada jiyanê xuya dikin û deng didinê bi qîmet e û hêjayî şopandinê ye.