Xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan li gelek welatên cîhanê û Kurdistanê didomin. Her ku diçe rewşenbir, ronakbir û akademisyen tev li xwendina pirtûkan û nerînên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dibin. Li aliyê din dewleta Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêber Ocalan berdewam dike. 41 meh in li ser Ocalan tecrîd didome. Bertek û nerazibûnên li dijî tecrîdê didomin.
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Enahita Sîno der barê dagirkirina başûrê Kurdistanê û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan de nirxandinên girîng kir.
Enahîta Sîno anî ziman ku dagirkirina Başûr cihê xemgîniyê ye û wiha got: “Dagirkirin cihê şermezariyê ye. Li başûrê Kurdistanê wekî Katar û Dubaî edî şîrket û eşîr serwer in. Di hikmê şirîkê Tirkiyeyê de ye. Ev şirîk di kontrola pergala kapîtalîzmê de ye. Li gorî berjewendiya dewleta tirk dike. Bandora dewleta tirk li ser siyaseta başur zêde ye. Başûr êdî şirîkê hikûmeta Tirkiyeyê ye. Ji ber fikara hikûmeta başûr ewe ku Tirkiye piştgiriya aborî ji ser wê vekişîne. Erdogan dibêje ‘Ez kaniya avê ji ser we qut bikim hûn ê bifetisin’ û gefan li başûr dixwe. Mixabin, hikûmeta başûr heta niha ji bo aborî tu binesazî ava nekiriye.”
Ku em nebin yek…
Enahîta Sîno destnîşan kir ku li gel ku li Başûr di aliyê çavkaniyên binerd û sererd de gelek dewlemen de û wiha axivî: “Lê hikûmetê heta niha tu binesaziya aborî ava nekiriye. Hikumta başur di biryara siyasî de ne serbixwe ye. Gundên ku îro vala dibin û gundiyên ku îro koçber dibin, civakê şerpeze dike. Tirkiye jî dixwaze gundî gundên xwe vala bikin. Dixwaze başûr bi axa xwe ve girê bide û bajarên Başûr jî bike bajarê xwe û waliyê xwe tayînî van bajaran bike. Ev projeya Tirkiyeyê ye. Ji bo vê projeye kar dike û bi ser dikeve. Ev ji bo hemû Kurdistanê xetereyek mezin e. Yekîtiya gelê kurd di vê pêvajoyê de gelek muhîm e. Eger kurd yek bin, dijmin dê hesabê kurdan bigire. Eger ku em xwe bi rêxistin nekin û nebin yek, destkkeftiyên me di talûkeyê de ye. Eger em nebin yek û bi hevre li dijî dijmin şer nekin, dijmin dê destkeftiyên me têkevin talûkeyê. Mamoste Ehmedê Xanî jî li ser girîngiya yekîtiyê rawestiya ye. Ehmedê Xanî çar sed sal berê qala girîngiya yekîtiyê kiriye.”
Ji fikrên Serok Apo ditirsin
Enahîta Sîno li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê kurd jî rawestiya û wiha axivî: “Tecrîda îro li ser serok tê meşandin, li ber çavên hemû dewletên mezin pêk tê. Li pêş rêxistinên mafên mirovan û dadgehên navdewletî pêk tê. Tecrîd li dijî zagonên mafên mirovan in. Lê mixabin li dijî tecrîdê bêdeng û bê helwest e. Bêdengiya saziyên navdewletî nîşan dide ku li ruxmê Sêrok di nava çar dîwaran de ye jî hêj ev hêzên navdewletî ji fikr û felsefeya Serok ditirsin. Em îro dibînin ku fikr û felsefeya Serok Apo li cîhanê hatiye belavkirin. Fikrên Serok li zanîngehan tê xwendin. Vê yekê ji bo xwe xetere û tirs dibînin. Ji ber vê yekê tecrîdê li ser serok berdewam dikin.”
Em ê dengê Serok li cîhanê belav bikin
Sîno li ser erk û berpirsiyara gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye jî rawestiya û got: “Em xwedî erk in ku dengê xwe li hemû cîhanê belav bikin. Dive em bi daxuyanî, panel, seminer, meş, çalakî û hemû cûreyên çalakiyan dengê xwe bigînin hemû cîhanê û bixwazin ku serok di aliyê fizikî de azad bibe. Em bang dikin ku Serokê me di aliyê fizikî de azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêya siyasî çareser bibe. Ev bi taybet li ser rewşenbiran ev erkek e.”
Em çiqas fikrên Serok belavbikin em ê ew qas azad bibin
Enahîda Sîno herî dawî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û wiha bi dawî kir: “Gefên Erdogan li ser axa me didome. Lê li diji ve yekê milletê me berxwedêr û li ber xwe dide. Em çiqas fikr û felsefeya Serok li cîhanê bilav bikin em ê ew qas karibin xwe bigînin azadiya fizîkî ya serok. Em di rêya ragihandin, çalakiyên xwe berdewam bikin da ku azadiya fizîkî ya Serok Apo mîsoger bikin.”