21 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Em ê rêwitiya xwe bi Azadiya Welat bidomînin

Karwanê heqîqeta çapemeniya azad bi qedexe, sansur, mohrkirinan re rû bi rû ma lê di rêya heqîqetê de meşa xwe tim domand. Ev karwan çapemeniya kurdî di sala 1992yan bi Welat dest pê kir û bi Welatê Me, Azadiya Welat, Rojeva Medya, Rojev û rojnameyên wek  wê berdewam kir. Rojnameya Xwebûnê jî wek berdewamiya vê çandê di 21ê Kanûna 2019an de dest bi weşanê kir. Me wek Rojnameya Xwebûnê di 316 hejmarên ku çapkir de hewl da di hemû mijarên ku kurdan eleqedar dikin de ji kurdan re bibin bersiv. Em wek Rojnameya Xwebûnê di rêwîtiya piştî 6 salan de erka ku me dabû ser milê xwe careke din dewrî Rojnameya Azadiya Welat dikin.

Me di van 6 salan de hewl da ku di navbera Welat, Welatê me, Azadiya Welat a ku hat girtin û Azadiya Welat a ku dê dîsa dest bi weşanê bike rola pirê bilîzin. Me hewl da ku rêwîtiya rojnamegeriya kurdî vala nehêlin û vê rêwêtiyê ji qonaxekê bighînin qonaxeke nû. Em bawer dikin ku Azadiya Welat bi xwedî derketina we xwinêrên hêja dê ji berê geştir û zindîtir derkeve pêşberî we. Dê dîsa bibe dibistana û zanîngeha kurdî, dê bibe deng, reng û hêviya gelê kurd û kurdistanî. Bi vê bîr û baweriyê em di hemû xebatên weşana Azadiya Welat de serkeftinê dixwazin. Careke din dîsa Azadiya Welat li gelê kurd û Kurdistanê pîroz be.

Hesabên Azadiya Welat wiha ne;

Malbera Azadiya Welat:

https://azadyawelat.com/

Gmail

azadiyawelatt0@gmail.com 

Instagram

azadiyawelatdijital

Twitter (X)

azadiyawelat0_ 

Facebook

www.facebook.com/share/181c44Jwv1

Hejmara Azadiya Welat:05418068485