7 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê li dijî revandina şervanan bêdeng nemînin’

Amîra Zozan a ji malabata şervanên YBŞê yên ku hatine revadin der barê mijarê de got: “ Heke şer were ber derê me em ê neçar bimînin ku parastina xwe bikin. Bila hikûmeta Iraqê nebê ku em li dijî revandina şervanan bêdeng bimînin.”

Di 19ê adarê de artêşa Iraqê li dijî hêzên YBŞê êrîşek pêk anî û 5 endamên YBŞê bi birîndarî revand. Tevê hewldanên civaka êzidî jî heta niha tu agahiyek ji şervanan nehatiye girtin. Em der barê mijarê de bi xweşka şervanê YBŞê Serhed Emîda Zozan re axivîn.

Amîra Zozan di destpêka axaftina xwe de behsa revandina şervanên YBŞê kir û wiha got: “Hikûmeta Iraqê di 19ê mehê de di 11 û nîvê şevê de pêşiya erebeya YBŞê girtin û 5 şervan bi birîndarî hatin revandin. Şervanên ku hatin revandin pêşî birin Mûsilê. Niha ew şervan bi halê xwe yên birîndar birine Bexdayê. Wek malbatên şervanan em dixwazin bên berdan.”

Amîra Zozan di axaftina xwe de qirkirina li ser êzidiyan a di sala 2014an de bi bîrxisit û wiha axivî: “Wek tê zanîn di sala 2014an de şengaliyan rojên pir giran derbas kirin. Ji wê rojê heta niha Şengalî nû nû vedigerin rojên xwe yên asayî. Niha xwe bi rêxistin kiriye û xwe perwerde dike. Em naxwazin di nav Şengalê de pirsgirêk derbikevin. Lê artêşa Iraqê her dem êrîşê gelê êzidî û yekîneyên me dike. Heke artêşa Iraqê YBŞê qebûl nake û wek hêz nabîne wê demê em ê jî bibêjin di sala 2014an de çima artêşa Iraqê me neparast. Parastina me ji aliyê YBŞê ve hat kirin. DAIŞ bi destê YBŞ û YJŞê hat têkbirin.”

‘Em naxwazin şer derbikeve’

Amîra Zozan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em naxwazin di nav Şengalê de dîsa şer derbikeve. Lê hikûmeta Iraqê bi hewldana şer êrîşê me dike. Heke şer were ber derê me em ê neçar bimînin ku parastina xwe bikin. Bila hikûmeta Iraqê nebê ku em li dijî revandina şervanan bêdeng bimînin.  Me rêz ji cejna wan re girt loma heta niha dengê me bilind nebû. Lê cejna wan jî qediya. Divê şervanên me heta çend rojan bên berdan. Ji ber girtina şervanan di nav Şengalê hêrseke mezin çêbûye û sarbûneke li dijî artêşa Iraqê pêşketiye. Divê hikûmeta Iraqê vê jî li ber çav bigire û li gor wî tevbigere.

Amîra Zozan di dawiya axaftina xwe de got ku dê çalakiyên me berdewam bikin û ev tişt anî ziman: “Dema ku me li dijî êrîşên artêşa Iraqê kon veda artêşê gef li me xwar û got em ê bi tank û topên giran êrîşê komên we bikin. Ji ber ku me nexwest zirar bigihîje gel me konên xwe rakir. Lê divê hikûmet baş zanibe ku em ê çalakiyên cur be cur bikin. Dayikên şervanan niha çalakiyan dikin da ku şervan bên berdan. Em ê heta dawî van çalakiyên xwe bidomînin. Em hêvî dikin beriya ku şerek di nav Şengalê de çêbibe şervanên me bên berdan.”