Saziyên ku kurd ji bo bipêşxistina çand û ziman ava dikin, ji aliyê dewletê ve bi hincetên cuda tên girtin. Ev girtin nahêlin ku sazî werin avakirin. Yek ji bajarê ku bi salan e saziya çand û zimanê kurdî lê nehatiye vekirin jî Agirî ye.
Piştî 10 salên bê saziya çand û ziman, 8ê mijdarê, li Agiriyê bi navê Komeleya Çand Huner û Ziman a Kurdî-Zan a Ararat hat vekirin.
Em der barê avakirina Komeleya Çand Huner û Ziman a Kurdî-Zan a Ararat de bi yek ji mamosteyên komeleyê Servet Ararat re axivîn.
Servet Ararat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vekirina Komeleya Çand Huner û Ziman a Kurdî-Zan a Ararat û wiha got: “ Vekirina komeleyeke bi vî rengî xeyala min a bi salan bû. Sala 2004an dema min li medresê bi zimanê erebî perwerde didît, di wê demê de gotinên Şêx Ehmedê Xanî li ser min bandor dikirin. Ehmedê Xanî, di Nûbihara Biçûkan de wiha digot; ‘’Umûda me ji tifalan ne ji emelbetalan (hêviya me zarok û ciwan in, êdî kal û pîr nikarin bixwînin û têbikoşin).”
Servet Ararat di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Armanca me ew e ku em Komeleya Çand Huner û Ziman a Kurdî-Zan a Ararat li Agiriyê bikin navenda zanînê. Ji bo vê jî destpêkê em ê giraniya xwe bidin ser fêrkirina zimanê kurdî. Heta niha ji bo fêrbûna ziman 30 qursiyeran serlêdan kiriye. Em ê pêşîn bi zaravayê kurmancî dest pê bikin û di asta yekem, duyem û sêyem de ziman fêr bikin. Demek şûnde em ê asta mamostetiyê jî saz bikin.”
Servet Ararat herî dawî li ser xebatên xwe yên pêşerojê got: “Em ê li kêleka perwerdeya ziman, perwerdeya tembûr, wênesazî û voleyboolê jî bidin.”
Servet Ararat bang li agiriyan kir da ku tevlî xebatên çand û zimanê kurdî bibin.
