Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi beşdariya Veysî Aktaş ê ku 10 salan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê maye, parêzerê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û bi sedan welatiyan “Civîna Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Civîn li avahiya DEM Partiyê ya Hezexê pêk hat û civînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Di civînê de destpêkê Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk got ku ew ji bo tevlikirina gel a pêvajoyê civînan li dar dixin û wiha got: “Armanca civînan ew e ku pêvajoyê bi gel re were meşandin. Di vê pêvajoyê de çi kêm e, divê çi were kirin ji bo vê yekê em bi were ne. Her kes pêvajoyê ji nêz ve dişopîne. Rast e ser muzakerevan Serok Apo ye lê di navê pêvajoyê de jî heye civaka demokratîk. Ji ber wê yekê divê em civaka demokratîk ava bikin û têxin nava pêvajoyê, armanca Serokatiyê ev e. Heta em têkiliyên xwe bi hemû aliyên gel re nedanin û civakek rêxistinkirî ava nekin em nikarin civaka demokratîk jî ava bikin. Avakirina civaka demokratîk herwiha ji nava malbatê destpê dike. Divê destpêkê aştiya di navbera jin û mêr pêk were û bi vê yekê em dikarin bibin hevrêyên Rêber Apo. Heta ku serdestiya mêran bidome ev çareserî nagihîje encamekê. Divê teqez wekheviya jin û mêran were sazkirin.”
Gulistan Sonuk di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser encamên civînan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo gelê kurd a herî girîng ew e ku di vê pêvajoyê de xwe rêxistin bike. Divê rêxistibûna xwe em pêk bînin û bikaribin xwe bi rê ve bibin. Erka me hemûyan a sereke ew e ku em xwe li gor ruhê pêvajoyê veguherînin. Ev civîn bi daxwaza Serokatiyê pêk tên û Serokatî dixwaze gel guhdar bike. Em ê hemû girtekên van civînan komî ser hev bikin û ji Rêber Apo re ragihînin.”
Piştî axaftina Gulistan Sonuk civîn bi nirxandinên Veysî Aktaş, Mazlûm Dînç û gel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
