10 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’

Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Îshak Kocabiyik, di meha 121an a bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê de axivî û got: “Hûn çi bikin jî em ê dev ji têkoşîna edaletê û aştiyê bernedin.”

Di Komkujiya 10ê Cotmehê ya Gara Enqereyê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya meha 121emîn, li pêşiya Gara Enqereyê bîranîn hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên “10ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Roj dê were dewran dê biguhere, kujer dê hesabê bidin gel” hatin berzkrin. Her wiha wêneyên kesên hatine qetilkirin hatin hilgirtin.

Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Îshak Kocabiyik piştî deqeyek rêzgirtinê axivî û got: “Tevî ku nasname û navnîşanên endamên DAIŞê yên komkujî kirin diyar bûn jî 121 meh in nehatine girtin. Em dixwazin êdî çalakiya me ya ji bo edaletê encamekê bigire. Heta aştî nebe dê edalet çênebe. Lewma em têkoşîna xwe ya edaletê, weke hêviya aştiyê dibînin. Bingeha hêviya me ya aştiyê, têkoşîna me ya edaletê ye.”

Îshak Kocabiyik, êrişa polîsan a li dijî meşa bi boneya 10emîn salvegera Komkujiya Garê bi bîr xist û got: “Walîtiya Enqereyê, hêzên emniyetê çima ewqas ji berteka me ya demokratîk ditirsin? Gelo ma hûn jî parçeyekî vê bêedaletiyê ne? Hûn çi bikin jî em ê dev ji têkoşîna xwe ya aştî û edaletê bernedin. Heta edaleta rast pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ji bo her kesî edaletê pêk bînin.”

Îshak Kocabiyik, ji bo danişîna doza Komujiya Garê ku dê di 23yê Kanûnê de were lidarxistin û axaftina xwe wiha qedand: “Hin bersûcên doza me, bersûcên Doza Pirsûsê dibêjin ‘ez nexweş im’ û dibin li nexweşxaneyên dewletê tedawî dikin. Piştre jî weke tu tiştek nebe destên xwe dihejînin û ji bo komkujiyeke nû bi rê dikevin. Gelo çawa tiştên em dizanin emniyetê hay jê nîne? Çavên xwe lê digirin. Lê çima? Em bersiva vê pirsê dixwazin. Gelo ji bo dîsa komkujiyê bikin wisa tevdigerin? Bedela wê çi jî be em ê destûrê nedin vê.”

Piştî daxuyaniyê, çalakvan çûn serdana bîrdariya Komkujiya Garê.