Wexta ku em zarok an jî ciwan bûn, gotinên mezinan; navsere û yextiyaran, bi me ecêb dihatin. Digotin “ji hev hez bikin!-rêzdar bin- ne bitenê xwe bifikirin.” û herwiha. Me digot, “ma hewceyî nesihet û gotinê ye? Jixwe ev tiştên ku hûn dibêjin tiştine asayî, li cî û bêlome divê bên kirin in.” Di dilê xwe de jî me digot “de hûn jî pir şor dikin!”
Îca ku niha em jî bi vî emrê xwe yê mezin heman tiştan dibêjin, em fedî dikin, ez bixwe pir diêşim. Lê divê bêgotin û nivîsîn. Temam guhertin tiştekî asayî ye û bê veguherîn jiyan pêşde naçe, xweş nabe. Her tişt diguhere, her aliyên jiyanê guher in! Lê xisletên bingehîn! Ên ku qaşo me dikin mirov! Lê tiştên ku em dijîn û dibînin, bi min malkambaxî ye. Herê pargala sermayedar-kapîtalîst-mêtinger xweparêz, berjewendîparêz, ezezok, ji xwe re ye û dexs e lê heyra wele civak-kes rihme li rihê sermayedariyê dixwînin.
Gelo, mirovhezî nemaye? Her tişt bûye berjewendî? Yanî darîng, made bûye Xwedayê me û Xweza-dayik neyar? Naxwazim wiha bifikirim. Lê jiyan min fedîkar derdixe, yanî weke ku ez difikirim, dijîm nameşe û her û her ez peya me. Ez dizanim yên wekî min jî zêde ne.
Hûn ê bejin; çawa?
Wexta em zarok bûn, me xwarin bi kevçiyê dorê dixwar; yanî yekî kevçiyek li şorbê dixist, dida yê tenîşta xwe, wisa didomiya. Me girar û mehîr jî wisa dixwar. Tasek li ber kûzê avê hebû, hemû malbatê bi wê tasê ava jiyanê dikurkurand ser dilê xwe. Jixwe parvekirina geza nan, ne hewceyî gotinê ye. Mitêlek bi du-sê kesan bû, carinan hejmar zêdetir bû jî. Xwe li hev pêçan, germiya jiyanê, xwêdana me tevlihev dibû. Hezkirin diherikî; hilbet gelacî, fesadî, hesûdî jî pê re. Lê hezkirinê hêz dida me û jiyan şîrîntir dikir. Rûkeniyeke bêhempar her belavbûyî, sarî, rûcemedî, zerikî pir kêm; ên wisa weke dilxerab dihatin dîtin, dilgermî û coşiyeke jiyanê hebû; xortanî, navseretî, kalî, bi ya min hê jî ez dilnerm, dilgerm û coşîdarê jiyanê me. Devbikenî her û her hevpar; ligel mirin, derb, êş, talan û lêdanê, wele şer jî weke dîlanê bû. Ma govend û dîlan ne mil bi mil in!
Yanî parvekirin, piştdarî hêz û heza jiyanê xweş-geş dikir; dilgermî derbasî dilan, derbasî can-giyan dibû ku ev dibû vejena enerjiya hebûnê ya jiyanê.
Temam, kêm be ev jî heye lê weke yextiyaran digot; “ne li vira, li çiyayê Şengalê.” Çiyayê Zagrosan hêlîna vê jiyanê û tiştên ku tên serê Şingalê jî va li ber çavan.
Herê hêvî xurt e lê êş jî ne kêm e.
Min çi digot; temam, cudatiyan didim alî, hilbet her kes, her tişt, ne wekehev in û wisa ye lê gelemperî wisa bû. Devbikenî têger bû. Zikbirçî jî bûna, devbikênî, dilnermî asas bû.
Belkî hûn bawer nekin. Hûn serbest in.
Lê niha?
Li malê tasa-şûşa avê ya her kesî cuda, parvekirin tune, heta bi hev re xwarin, nan xwarin taybetiyek e, her kes ji bo xwe, me bi xortanî bi tinazî digot; “ûsûla Elmankî”. Naylon, şûşe û modernî rewşa kestiyê, xwexweyî ye, ezezî ye xwedî krîter û hest û parvekirin malkambaxî.
Malava, hevser-hevjîn jî dûr î parvekirinê ne, qaşo di binê heman mitêlê de ne! De were û nemire! Dengê we tê min; “nexweşî heye, ma tu xwe ji qorona nahebidîn î! Me ez mecbur im bêhna filankeso bikişînim. Û herh wekî din.” Ma azadî tenêtî û quretî ye?
Temam heyra, ez rewşên awarte dipejirînim. Lê rast bêjin; di mal de her kes li telefona xwe dinêre, yan jî li rûye hev û wiha sar. Ma sohbet, henek, şîrînî mane? Kal-pîr, hevser, xort, zarok çawa têkiliyan datînin? Ma germayî heye; ma ne her tişt sar û cemidî, rûtirşî, tu dibê qey her der dîwarê mermer a Enqere ye. Wele kes xweşik nizane bikene jî. Temam em yextiyar paşdemayî ne lê ma pêşdeçûyîn ev e? Rojê çend saetan malbat bi dilgermî bi hev re dikenin. Di her malê de çend telefon, komputer, tablet hene? Hevser bi rihetî erebeyên xwe parve dikin? Gotina min ji halxweşan re ye, bila feqîr-belengaz biborin lê ew jî zû bi zû avê parvenakin, şûşa her kesî cuda û çav her li telefoneke şexsî ne.
Yanî ezezî, kesîtî li pêş e, em hev du nexapînin.
Hilbet kesîtiya azad, xwebûnî esas e, ew ne mijara min e. Mijara min awarte ye. Ez qala parvekirina civakî, germiya mirovatî dikim. Ka destên xwe deynin ser ûjdanê xwe.
Wele ez vê rewşa civakî qet naecibînim, çi serdestî çi bindestî. Ez qala têkiliyên kesî û civakî dikim. Wele em sosret in. Çi çepgir, çi rastgir, çi bawermend, çi ekolojîst, em hebikî tolozî bûne wî! Jixwe ez qala sermayedaran, qala kapîtalîst-îslamîstan nakim, ev halê wan î normal e. Lê em mirovhez û demokrat! Çi bi me hatiye? Tew bawermendin hene, her kesî gunehkar dibînin, di bin çavan re li mirov dinêrin, tu dibê qey min nanek xwariye, parçeyek daye wan. Tew ku yextiyarek an jî melayek devê xwe veke “axretê ji bîra nekin, mirin heye, cehnime heye.. û hwd.” Tu dibe qey bihuşt tune ye û Xwedê Teala ne “rehman û rehîm” e her tim “şeddad” e, em her gunehkar in û me xêr nekirine! Ecêb e lo, kes xêrê naxwaze ha! Tirs û hey tirs… malxerabno, hebikekî jî li ser xêr û qenciyê hûr bibin.
Ka henûnî, dilnizmî, dilkenî, rûgermî?
De va erdhejkê em tev kirin yek.
Na ez heyranê piştgiriya îro me,ew cuda.
Ji ber ku derûniya min serobino bû, min hebikî weke şorbeşîrê tev li hev kir.
Wele têkiliyên li girtîgehê bi min hê xweştir bûn, gelo em tev xwe weke girtiyan bibînin, dê ne xweştir be!
Jixwe desthilatdariyê her der kiriye heps û zindan.
De em xwe wêran nekin. Hebikî civakî bifikirin, li xwe vegerin lo!
Hiîjyeniyê diparêzim, paqijiyê jî.
Lê wele em şor dikin û serdestan xwedîdikin bi vî halê xwe, destmalên evîndariyê yên bineqş nemane. Kaxizê mala daristanan jî xera kir, bihayî li derê ha, dar û dehl neman, mezaxtinek bêsînor, hem belengaziyê û hem jî dewlemediyê zêde dike.
Ne heyra qala rewşa dema komûnal a kevn nakim, temam em ji moderniyê sûd wergirin, ji mafê me ye lê mirovbûnê ji dest bernedin. Germahi divê, germahiya jînê; yan na dê robot zarokan jî çekin, ji me re ma malxirabî, evîn jî çû, dilketinî jî sewda jî, eşq jî. Germahiya jiyanê bû xeyal! Ka em ê çawa derdê hev bikişînin!
Gelo ez pir pirole dikim!
Ma ka ew ê helbest, çîrok, roman li ser çi bêne nivîsin, em ê kulîlkan bidin kê, wêje jî çem û çem.
Wele wiha nabe…
Em ji hev hez bikin! Lê niz’am çawa..!?