Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê van demên dawî bi xebatên xwe yên di warê jinan de derdikeve pêş. Berî demekê komxebateke jinan a ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 5 salên pêş me, bi naverokeke têr û tijî bi dawî bû. Di komxebatê de gelek nêrîn û pêşniyarên berbiçav derketin holê. Nêrîn û pêşniyarên di komxebatê de hatin gotin weke encamnameyê hate diyarkirin û tiştên di encamnameyê de cih girtin wê bikeve nava Plana Stratejîk a şaredariyê. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xebatên xwe yên di nava jinan de bi vê sînordar nekir û hefteya buhurî li gelek taxên bajêr civînên xweser ên jinan pêk anî. Di van civînan de nêrîn û pêşniyarên jinan hatin girtin, li pirsgirêkên wan hatin guhdarîkirin. Li aliyê din Şaredariya Wanê der barê jinan de xebatên xwe didomîne. Herî dawî projeya JINKART a ku wê jin bêpere li otobusên navbajêr siwar bibin, yek ji xebatên herî girîng ê şaredariyê bû. Li ser van xebatên ji bo jinan me bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal re hevpeyvînek pêk anî.
Li gorî we di rêvebirina bajarekî de rola jinan çi ye û çima girîng e?
Di serî de ji ber ku we derfeteke wisa da me em kêfxweş in û spasiya xwe ji bo we dikin. Û her wiha tevahiya xwînerên rojnameya Xwebûnê silav dikin.
Wek tê zanîn jin di her aliyê jiyanê de weke rastiyek berbiçav hene û dixwazin vê hebûna xwe bidin qebûlkirin. Madem em li her derî ne, pêdivî heye em di nava cih û warên ku biryardayînê de jî cih bigirin. Me got jin di nava her aliyê jiyanê de ne. Yanî weke ku ji hêla hin derdoran ve tê gotin jin tenê ne di nava malê de ne. Dema em lê dinêrin ji afirandin û hilbirînê bigirin, heta birêvebirina aborî, ji pirsgirêkên bajarvaniyê bigrin, heta binesazî û pirsgirêkên civakî jin bi her awayî xwe berpirsiyar dibinin. Madem rewş ev e, divê ji bo çareseriya pirsgirêkan, ango rêveberiya bajêr jin xwedî rol û mîsyon be. Ji ber ku jin pirsgirêkên nava jiyanê yek bi yek dijî. Zane li ku derê çi heye, wê çawa bê çareserkirin. Her wiha di nava civakê de ye û her tiştî dibîne.
Jixwe em weke tevger xwedî sîstemeke wisa pîroz in ku li rûyê cihanê mînakên wê kêm in. Ev jî pergala hevserokatiyê ye. Hebûna pergala hevserokatiyê em di rêveberiyên xwecihî de pêk tînin û em dixwazin bajarên xwe bi vê awayê bi rê ve bibin. Di vê çarçovê de dema em binirxînin jin bênîqaş di nava rêveberiya bajêr de cihê xwe dibine. Helbet ev ne lutûfek e, tiştek xwezayî ye. Yanî divê ev yek ji xwe hebe. Heta roja me desthilatdariya mêr destûr nedaye ku jin xwe di nava rêveberiyan de bibîne lê tevgera azadiyê vê nêzîkatiyê red kiriye û pergala ku jinan di tevahiya jiyanê de pêşengî dike xistiye meriyetê. Hebûna pergala hevserokatiyê misogerkirina jiyana wekhev û azad e. Bila êdî ev bê qebûlkirin û baş bê zanîn; jin çawa di nava jiyanê de ne, wê di nava rêveberiyan de bin jî û ev yek wê her wisa berdewam bike.
We wek Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xebateke bi navê ‘Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ pêk anî. We çima pêwistî bi xebateke wisa dît?
Em weke Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo em pêşeroja bajarê xwe a ji bo 5 salan diyar bikin me xebata Plana Stratejîk da destpêkirin. Di serî de me anî ziman ku em ê vê planê bi gel û tevahiya civakê re saz bikin. Ji bo vê yekê me plansaziyekê danî pêşiya xwe û di wê çarçovê de me dest bi xebatan kir. Di nava vê plansaziyê de civînên gel, ziyaretkirina sazî û dezgeyan, xebata anketê û hwd hene. Komxebatên ji bo Plana Stratejîk jî yek ji xebatên vê plansaziyê bû. Me got em ê ne tenê komxebata giştî pêk bînin, her wiha pêdivî bi komxebatek xweser a jinan jî heye. Lewma beriya komxebata giştî me ya jinan pêk anî. Ji ber ku çawa me li jor anî ziman, ango girîngiya hebûna jinan a di nava civakê û di nava rêveberiya bajêr de pêdivî bi xebatek wiha derxiste holê. Erê jin parçeyeke tevahiya jiyanê ye, lê her wiha pirsgirêk û pêdiviyên wê yên xweser jî hene. Her wiha ji bo karibe bi awayeke xûrt tevlî rêveberiyê bibe lazim e biryar û plansaziya xwe ya xweser pêk bîne. Lewma me pêdivî bi komxebatek xweser dît û pêk anî. Bi rastî jî komxebatek serkeftî bû û me gelek sûd jê wergirt. Tevahiya sazî û dezgehên jinan û her wiha kes û derdorên jin tevlî komxebatê bûn û nêrînên xwe anîn ziman. Ev yek jî ji bo me bi qiymet bû.
Di encamnameya komxebatê de ji bo jinan gelek qad hatine fikirîn, hûn bi van xebatan dixwazin di jiyana jinan de çi biguherînin?
Weke me anî ziman di komxebatê de gelek nêrîn, pêşniyar û rexne hatin.Me van pêşniyaran komî ser hev kir û weke encamnameyekê ji bo raya giştî parve kir. Helbet gelek xalên girîng hebûn di nava vê encamnameyê de. Ev xebatên ku me ji bo Plana Stratejîk pêşniyar kirin, ji bo jiyana jinan a di nava bajêr de gelek girîng in. Ger em karibin plana xwe ya stratejik bi vî awayî saz bikin û van xebatan bixin meriyetê, helbet wê gelek guhertinên mezin çêbibin. Weke mînak em ji bo hilberinê û jiyana aborî gelek pêşniyaran dikin. Em behsa kooperatîfan dikin, her wiha di warê çandiniyê de pêşniyarên tevlîbûna jinan hene. Li aliyê din projeyên di warê şarewaniya civakî de hene. Dîsa di warê çûn-hatinê de, di warê tenduristiyê de, di warê tevlîbûna jiyanê de, di warê çand û huner, jinên ciwan, zarok û hwd. gelek pêşniyar û proje hene. Em ê hewl bidin ku tevahiya van projeyan bêxin jiyanê. Dema ev xebatên ha pêk hatin wê bajarên me bêhtir xweş bibin, wê jiyana jinan baştir bibe û ew civaka ekolojîk û demokratîk ku em wek paradîgma nêzîk dibin wê pêk were, wê ava bibe. Helbet ev yek yekser wê li ser jiyana jinan bandoreke erênî bike. Êdî jin bêhtir dikarin tev li jiyanê bibin. Bêhtir dikarin di rêveberiyan de cih bigirin, dikarin baştir xwe îfade bikin û di nava civakê de cihê xwe yê esasî bigrin.
Di nav pêşniyarên we de xaleke wek ‘divê navendên nûkirina bîrê ku jinên temen mezin û jinên ciwan tê de bên cem hev bên avakirin’ derbas dibe. Ji bo ev proje pêk were hûn ê xebateke çawa bidin meşandin û bi vê xebatê armanca we çi ye?
Welatê me bi hezar salan e di bin talanek û tunekirinê de ye. Serpêhatî û jiyana li ser vê axê hêjayî gotinê û bibîrxistinê ye. Vê erdnîgariyê gelek tişt jiya ye. Dîrokeke me ya zindî heye. Jinên li ser vê xakê gelek êş û jan, kul û keser kişandine. Helbet şahî û kêfxweşiyên me jî hene. Pêdivî pê heye ku ev tiştên em behsê dikin tev bêne zanîn. Bi taybet jî jinên ciwan divê zanibin da ku li vê erdnîgarê çi hatine jiyîn, kurd di rewşeke çawa de derbas bûne. Ev yek wê bi xwe re zanîneke ava bike. Ji ber ku em dizanin zanîna dîrokê ne tenê bi xwendina wê ye. Zanyariya herî xurt vegotina devkî ye. Ji xwe di paş dîroka me de jî ev yek heye. Weke mînak dengbêjî yek ji vê dîroknasiya devkî ye. Bi sedsalan kurd bi saya dengbêjan bûyer û serpêhatiyan zindî hiştine. Ji ber wê anîna cem hev ya jinên temen mezin û jinên ciwan girîng e. Her wiha jinên navsere jî dikarin gelek sûd ji ciwanan wergirin. Bi vê awayê dikarin bîra xwe nû bikin û jiyana xwe baştir di nava aramiyê de derbas bikin. Her wiha bi gotin û ravekirina serpêhatî û tiştên ku jiyîn dikarin hinekî dilê xwe jî sar bikin. Ji ber ku bi rastî jî tiştên hatine jiyîn ne tiştên biçûk û ji rêzê ne. Pêdivî pê heye ku ev xebata ha roleke psîko sosyal jî bilîze û bibe mînak ji bo tevahiya xebatên civaknasiyê.
Ne tenê ev xebat, her wiha projeyeke me ya din jî dîsa zindîkirina jinên hekîm, ango pîrejin in. Em naxwazin zanyarî û şifaya ji destê jinan dertê wenda bibe. Bila nojdariya pîrejinan berdewam bike û jinên ciwan jî bila sûdê ji vê yekê wergirin. Bila şîfaparêz zêde bibin û nifşên nû ji vê nojdariya xwezayî bêpar nemînin.
Wisa xuyaye gelek xebatên we der barê jinan de hene û wê çêbin. Hûn hinek dikarin behsa van xebatan bikin?
Weke tê zanîn bajarê Wanê di hilbijartinan de serkeftinek mezin bi dest xist. Partiya me, 14 şaredariyên hebûn tavahî bi dest xist. Car caran di nava hevalan de weke henek tê ziman… Heval dibêjin ku ger şaredariya 15’min hebûya me yê wê jî bigirta. Helbet ev yek ne bi hêsanî pêk hat. Bi tevî xebateke têr û tije ya berî hilbijartinê vê serkeftinê jî bi xwe re anî. Divê baş bê zanîn ku di vê serkeftinê de para herî mezin ya jinan bû. Her wiha piştî hilbijartinê berxwedana gel a li dijî xespkirina mazbatayê de jî jinan roleke girîng lîst. Van mînakan da xuyakirin ku jin bi her awayî li vîna xwe xwedî derdikevin. Ji ber van serkeftinan gelê me, jinên vê bajarê gelek berpirsiyariyeke mezin dan ser milê me. Ji xwe di destpêkê de jî me anîbû ziman; em ê vî bajarê bi gelê xwe re birêve bibin û em ê bajarê Wanê bi hev re ava bikin. Bi vê hişmendî û zanînê me dest bi xebatên xwe kir.
Dema me dest bi karê xwe kir destpêkê me saziyên jinan yên ku di dema qeyuman de hatibûn bêbandor kirin me ji nû ve vekir û saz kir. Gelek xebatên ku sekinîbûn careke din destpêkirin. Yek ji van xebatên sereke projeya JINKART’ê ye ku em hêvî dikin jiyana jinan bêhtir hêsan bike. Dîsa me xebata bi navê Maseya Jînê da destpêkirin. Ev maseya ha wê xweser ji bo jinan xebatê bimeşîne. Jin wê bi hêsanê karibin serî li vê maseyê bidin û derd û pirsgirêkên xwe bînin ziman. Li aliyê din di bin banê Daîreya Polîtîkayên Jinan de gelek qurs û perwerdehiyên me hene. Di vê çarçoveyê de xebatên li dijî tundiya li hember jinan hene.
Helbet wê xebatên me bi van sînordar nemîne. Weke di encamnameya komxebatê de jî hat dîtin em dixwazin gelek xebatan ji bo jinan bidin meşandin. Di rêveberiya me de ev projeyên ha yek bi yek wê bikevin meriyetê. Em hêvî dikin ku wê ev bajar bibe bajarê jinan û jinên vê erdnîgariyê wê bêhtir azad bijîn li ser vê xakê. Ji ber ku jinên berxwedêr layiqê vê yeke ne û em ji bo wan çi bikin wê kêm bimîne. Dîsa jî tişta ji destê me bê em ê bikin û van projeyên me danîne pêşiya xwe em ê pêk bînin.
Neslîhan Şedal kî ye?
Di sala 1988’an de li Geverê ji dayik bû. Civaknas e. 25 sal in li Wanê dijî. Dibistana navîn û lîse li Wanê xwend. Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Karatekîn a Çankiriyê xelas kiriye. Di lêkolînên werderdehiya jinan û aboriya jinan de gelek proje xistine meriyetê. Di sala 2016’an piştî qeyûm tayînî şaredariyê kir, ji peyvira xwe ya şaredariyê îstîfa kir. Niha Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ye.