Çalakiya “Nobeda Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 425’emîn de berdewam kir. Malbatê îro peyama “Tevî her tiştî jî heta ku daxwaza me ya hiqûqî bicih were, em ê têkoşîna xwe berdeam bikin.” parve kirin.
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 425’emîn de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar ji ber ku dawiya hefteyê ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobedê berdewam kirin. Malbatê li ser hesabê Twitterê wiha got: “Em wek welat di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Rêveberiya xerab felaket e. Em wek welatiyên vî welatî bi fikar in. Tevî her tiştî jî heta ku daxwaza me ya hiqûqî bicih were, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin”