Malbata Şenyaşar çalakiya “Nobeta Edaletê 135 rojin bê navber berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku xizmên parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz du kur û hevjînê wê qetil kiribûn, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar 135 in çalakiya “Nobeta Edaletê” berdewam dike. Malbata Şenyaşar, di roja duyemîn a cejnê de çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê berdewam kir. Malbata Şenyaşar, li ser hesabê medya dijîtalê bang li hemû hêzên demokratîk kir û xwest bibin yek û bi hevre li dijî zilmê têbikoşin. Malbatê xwest bi hevre ji zilmê re bêjin êdî bes e.