12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Elmo Begarî, wêjeya zîndanê û çîroka kurdî

Pirtûka “Beqê Xayin” ji 15 çîrokan pêk tê ku her yek ji wan xwendevanan dibe nava qadên cihê yên jiyana kurdan; ji gundên Kurdistanê bigire heta zîndanên tarî û çiyayên azadiyê.

Elmo Begarî, nivîskarekî ku bi 30 salên xwe yên di girtîgehan de, bi pirtûka xwe ya duyemîn, “Beqê Xayîn”, careke din berê xwendevanên wêjeya kurdî daye berhemên zindanan. Ev pirtûk, ku di sala 2023yan de ji aliyê weşanxaneya J&J ve hatiye weşandin û 80 rûpel e, bi zimanekî şêrîn, xwezayî û têker, xwendevanan dibe nav cîhaneke ku tê de rastiya jiyana kurdan, hestên kûr û serpêhatiyên biêş bihostatî hatine hûnandin. Min ev pirtûk di çend seatan de xwend û qedand; çîrokên wê yek bi yek wekî çemekî diherikin, mirov ji xwendinê naşopîne û bi her rûpelekê re bêtir di nav cîhana wê de wenda dibe.

Jiyana Elmo Begarî

Elmo Begarî, sala 1973yan, li gundê Fêzikê yê Dêrika Çiyayê Mazî, li herêma Metînan a Mêrdînê, hatiye dinê. Sala 1994’an, dema ku li Zanîngeha Dîjleyê dixwîne, ji ber xebatên xwe yên siyasî hatiye girtin û ji wê demê ve hîn di zindanê de ye. Ev ê rewşa dijwar wî têk biriye û kiriye xwediyê wêjeyeke bihêz û kûr. Berî “Beqê Xayin”, pirtûka wî ya yekemîn “Mizgîna Dizan” sala 2013an ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatibû weşandin ku ew jî di wêjeya zindanê de cihekî girîng digire.

Navê “Elmo Begarî” bixwe jî balkêş e. Ev nav ku li xwe kiriye, di nav wêjeya kurdî de cihekî taybet digire û wekî semboleke nû tê dîtin. Ev nav, bi çîrokên xwe re, dibe parçeyek ji çanda wêjeyî ya kurdî û bi xwe re nûbûnekê tîne. 

Naveroka pirtûkê, 15 çîrokên dilêş û jiyanî

Pirtûka “Beqê Xayîn” ji 15 çîrokan pêk tê ku her yek ji wan bi awayekî cuda xwendevanan dibe nav qadên cihê yên jiyana kurdan; ji gundên Kurdistanê bigire heta zindanên tarî û çiyayên azadiyê. Çîrokên bi navên “Kurdî Qedexe Ye”, “Heval”, “Beqê Xayin”, “Ez jî ji Xirbêbelek im”, “Mewlûd”, “Poşmanî”, “Tol”, “Masî”, “Radyo”, “Sofiyê Kone”, “Kevirbir”, “Gundê Bêdiranan”, “Fabrîqa Kereste”, “Bizina Gerîla” û “Şanazî” di vê pirtûkê de cih digirin. Her çîrok bi zimanekî zelal, dewlemend û bi hêz hatiye nivîsandin ku ne tenê ji hêla naverokê ve, lê ji hêla estetîka zimanî ve jî bandorê li mirov dike. Çîroka navdar a “Beqê Xayin” ku navê xwe daye pirtûkê, di pêşbaziya wêjeyî ya Hûseyîn Çelebî de bûye duyemîn û bi xwe re hem kûrahiya civakî hem jî hêza wêjeyî tîne.

Naveroka çîrokan bi giranî li ser sê qadan disekine; jiyana civakî, serpêhatiyên zindanê û têkoşîna gerîlayan. Ev çîrok, bi awayekî xwezayî û bi hostatî, wêneyên rastiya civaka kurdî radixin ber çavan. Ji qedexekirina zimanê kurdî bigire heta têkoşîna li çiyayan, ji êşên zindanê bigire heta henek û laqirdiyên jiyanî, Begarî bi zimanekî ku hem şêrîn e hem jî têker, xwendevanan dibe nav cîhaneke ku tê de her rêza çîrokên jiyanê bixwe ye. Çîrokên wî ne tenê vegotin in, lê di heman demê de dîmenên zindî ne ku mirov dikare wan bibîne, bibihîze û hest bike.

Wêjeyeke xwedî ruh, ziman û şêwaza nivîsê

Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên pirtûka “Beqê Xayin” zimanê wê yê zindî û xwezayî ye. Begarî bi zimanekî ku hem bi ramanên kûr dagirtî ye hem jî bi henek û laqirdiyên jiyanî xemilandî ye, rasterast dest pê dike û çîrokên xwe vedibêje. Zimanê wî ne tenê amûrek e ji bo vegotinê, di heman demê de navgînek e ku hest, êş, hêvî û têkoşîna kurdan bi awayekî rastîn radigihîne. Piraniya çîrokan li Kurdistanê derbas dibin, carinan xwendevanan dibe metrepolên Tirkiyeyê, lê her gav bi koka xwe ya kurdî ve girêdayî dimînin.

Tevî ku çîrok bi zimanê duyemîn hatine nivîsandin, lê zimanê Begarî ew qas bi hêz û xweş e ku mirov nikare vê yekê hîs bike. Her çîrok, bi awayekî, ji serpêhatiyên rastîn hatiye dagirtin û ev yek ku hê bêhtir nêzî dilê xwendevanan bibe. Mirov di her çîrokê de xwe wekî parçeyek ji wan bûyeran dibîne, ji ber ku ew ne tenê çîrok in, dîroka jiyana kurdan a rasteqîn û hebûnî ne.

Pirtûkeke ku dîwaran hildiweşîne

Wêjeya zindanê di nav wêjeya kurdî de xwedî cihekî taybet e û Elmo Begarî bi “Beqê Xayin” vê kevneşopiyê berdewam û dewlemendtir dike. Çîrokên wî ne tenê serpêhatiyên kesayetiyên takekesî ne, di heman demê de vegotineke gelemperî ya biêş, berxwedan û hêviya gelê kurd e. Di nav dîwarên zindanê de ku bi azadî fikirandin, bi pênûsa Begarî re dîwaran hildiweşîne û wêjeyê diafirîne.

Her wiha “Beqê Xayin” ne tenê pirtûkeke çîrokan e, di heman demê de rastiyek e ku tê de çanda kurdî, têkoşîn û ruhê wê bi awayekî bêhempa têne vegotin. Elmo Begarî, bi vê berhema xwe, careke din îspat dike ku wêje, di rewşên herî dijwar de jî, dikare bibe ronahiyeke ku rêya mirovan ronî dike. Bi zimanê xwe yê dewlemend, naveroka xwe ya kûr û şêwaza xwe ya herikbar, ji bo her xwendevanekî wêjeya kurdî berhemeke bêhempa ye.

Bo wê dibêjim; bixwînin û bi çîrokên Elmo Begarî re, li nav cîhana rastiya kurdan bigerin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê