13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eliyo Bira yê li Newala Qeremûsê

Tu dibêjî qey du stranên cuda ne. Yekê Aslîka Qadir xweş dike, yekê jî Salihê Beynatî. Di herduyan de jî berxên “qewmê çiyê” ketine “erda nenas.”

Nizanim çend sal çêbûn; her payîz e, ber destê sibehekê, baraneke nermik xwe li deşteke bêdar digre, bêhna axa sor difûre, şalûlek xwe tîne bîra kendalekî. Dîsa firar û qaçax li devereke asê, asê mane. Hawar û îmdadek nîne. “Kurmancên deştê” giliyê wan kirine. Leşkerên bêsûret û serhengên çavsor ligel milîsên rûreş weke ewrekî tîr dinizilin û xopana kozikê xera dikin.

Van stranan nehiştin ez têr rakevim, bimeşim, rûnêm, bijîm… Wek ku apê min ê Celîlê Celîl heft sal berê li Wana şewitî ji min re gotibû: “Selîmo, min şûna gora xwe kirîye. Ez dizanim wê min veşêrin ku derê. 77 salî me, lê ji van stranan têr nebûm!”

Ez jî têr nebûm. Wek pûnga li bajêr qermiçîm li kolanan. Milên min di stûyê jinên ji şimayê nermtir de man. Dengê min li jûrên li ber tavê raxistî peşkilî. Her kesirîm. Min xêrek ji jiyana xwe nedî. Pelgan ez veşartim. Ber bi çeman ve çûm. Starên şevan ez sotim. Bûm siya xeyalekê, bi ser palekî de qelibîm.

Bi van stranan li şevbuhêrkên çavşikên bi kesera mêrên derketî hesiyam. Tu dibêjî qey dengbêjan ez dibirim qada şer. Du çavên min hebûn; yekî li civatê dinihêrî ku ximam bû, yek diçû warê lehengan û bi wan re dimir.

Carinan ti amûrek li dora min namîne ku li stranekê godarî bikim. Lê olana dilî? Mala minê; ew şêrên çargurçik bêwar, bêwayîr û perkende mane. Mîtralyoz girêdane, taxim dişixulin, mawzerên serî karîban, birnoyên qundax-hilû, şeşxaneyên devzer her li dora serê “ferxê mala bavê min” digerin. Her leheng çîrokek û stranek xwe heye; lewra her dijî û her cara stran tê xwendin ji nû ve tê kuştin!

Di her stranê de peyvên ecêb hebûn, va îro jî tênahihêm ka çi dibêjin. Gava zarok bûm jî wisa bû; her tim bi kêmanî peyvek, gotinek hebû ku baş nedihate fahmkirin.

De îca Newala Qeremûsê. Di navbera pira Malabadê û Batmanê de, li aliyê Silîvan e. Ne şaş bim, roja bûyerê ne li wir bûm, lê ji roja min a pêşîn ve her li wir bûm. Newala Qeremûsê ji gundê me ve xuya bû. Di navbera me de çemê Batmanê hebû. Newal raserî gundê Pîleka, di navbera Sergewra û Dêrikê de bû.

Du stran hene. Herdu stran jî behsa bûyerê dikin. Du xortên Mala Eliyê Ûnis, qesta “xeta Frensawî” dikin, lê guhbelên li vê “erda nenas” wan didin dest.

Gava meriv bala xwe dide stranên bi vî rengî, wer dixuye ku “guhbel”ên dewletê bi taybet li dora Bismilê gelek in. Şêx Evdirrehîm û desteya xwe, Seyîdxanê Kerr û xortikên Mala Eliyê Ûnis li heman xetê dikevin kemîneya dagirkeran. Dikarim bêjim heman rêxistinê 39 şehîdên malbata min jî dane dest.

Li ser bûyera Newala Qeremûsê du kilam/stran hene, wek min gotî. Ez ê pêşî behsa ya yekem bikim, bila ya duyem bimîne nivîsa di dorê de.

Ka bêjim çi dibêjin ku nizanim! Di stran an guhertoya yekem de çend peyv û navên taybet hene. Wek mînak “Almeda Nîzamê”, ne şaş bim qereqola Batmana kevn e. Beriya Batmana îro bê avakirin, li şûna bajêr nehîyeyek hebû bi navê Almedîna/Almeda/El-Medîna. Di 1927’an de çemê Batmanê rabû û bajêr daqurtand. Demeke dirêj li şûna Batmana îro avzêm û patrax bû. Li serê girekî ku dibêjinê “Serêgir” gundek ma bi navê Êlihê. Di Şerefnameya (1597) Şeref-Xanî de behsa “Begên Batman û Qulpê” heye. Navê Batmanê ji navê avakarê Merwaniyan, Badê/Bazê Dostkî zayîye. Bala xwe bidinê ku li gelek deverên Kurdistanê navên ji heman kaniyê hene: Badînan, Bezwan, Malabadê, Bazîd, Badikan, Pezûkî… Nizanim, gelo têkiliyek di navbera Almeda û Amêdiyê, Amed, Amûdê û hwd. de heye yan na?

Peyva “pêsîrtengî” olandar e. Êdî şervan ketine sîng û pêsîra hev. Dengbêj carinan dibêjin sîngedewran jî. Risteya “Li Çemê Heskîfê bigre heta Pira Batmanê li ser serê bavê Fexrî her car ferxê mala Elî da tîne qerewile, dicesise” jî bala min dikişîne. Xayînê hundirîn Hesenê Bitûs e. Vî Hesenî ji çemê Heskîfê heya Pira Batmanê cih li firaran teng kiriye. Qerewil, leşkerên nêçîrvan in, yanî beriya artêşê dikevin herêma dijmin; rê xweş dikin, agahî berhev dikin, astengên heyî radikin. Di artêşa Bayenderî (Aqqoyunlu) de bi navê “karavul” grupek hebû, ku îro tirk dibêjin “avcı asker/birlik.” Wateyek xwe ya dî jî heye di kurdî de: Reşûpêş. Du dar weke xaç girêdidin, cilikê kevn lê dikin û diçikînin di nav zeviyê de.

Mirov têdigihê ku Hesenê Bitûs qerewilî dike, lê qey dicesise jî? “Dicesise” çi ye? Bila qerewil sîxûr be, casûs be, bi gotina Apê Osman Sebrî “guhbel” be, lê cesisîn/cesisandin? Koka “dicesise” casûs e (جاسوس), lê “cesisîn” çi ye? Çawa dicesise? Çawa ji “nav” lêkereka bi vî rengî tê çêkirin? An guhbel qerewilî dikin, yanî dicesisin?

Ka stranê ji dengê Aslîka Qadir godarî bikin û li deşîfrasyona min binihêrin. Weke min gotî, di her stranê de peyvên ecêb hene ku îro jî tênahihêm ka çi dibêjin. Gava zarok bûm jî wisa bû; her tim bi kêmanî peyvek, gotinek hebû ku baş nedihate fahmkirin.

Guhertoya Aslîka Qadir distirê:

De heylê û heylê, heylê, Eliyo bira heylê

W’ez ê ç’a b’kim gelo Rom xayîn e, kesek hawara îmdada me de nayê

Eliyo bira şerekî l’me çêbû li Newala Qeremûsê, Kanîka Temo dilê mi ra bi bilind cî ya

Eskerê Almeda nîzamê, li ser serê bavê Fexrî her car ferxê mala Elî gelo dikişiya, l’hev diciv’ya

Wextê l’bavê Fexrî dibû delîltengiya mêra pêsîrtengî, bira ji derketa serê Silhedîn, lawê Temo, na wele mînanî gur e, gurê serê çiyê

Eliyo bira şerekî l’me çêbû li Newala Qeremûsê, Kanîka Temo dilê mi ra bi sûs e

Eskerê Almeda nîzamê, tivingê wan ser milê wan, dûr va têne diçirûse

De kulê têkevî mala pismamê nema, na wele Hesenê Bitûs e

Li Çemê Heskîfê bigre heta Pira Batmanê li ser serê bavê Fexrî her car ferxê mala Elî da tîne qerewile, dicesise

Eliyo bira şerekî l’me çêbû li Newala Qeremûsê, Kanîka Temo dilê mi ra bi binik e

Eskerê Almeda nîzamê, tivingê’ wan ser milê’ wan dûr va têne tiketik e

De kulê têkevî mala pismamê nema, çawa siyara meydanê ne hatiye kuştin Eliyê bira, şêrê min î çargurçik e!