Protestoyên ku li dijî derbeya qeyûm li Êlihê destpê kirine, di roja 12’an de dewam dikin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.
Gel ji Parka Yilmaz Guney bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” ber bi Xaçerêya Basinê ve meşiya. Li Xaçerêya Basin daxuyanî hate dayîn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan destnîşan kir ku desthilatdarî polîtîkaya talanê dimeşîne û got, “Qeyûmê herî mezin li qesrê rûdine. Yê ku rejîma qeyûm ava kirî, Erdogan e. Qeyûm talan, dizîtî û xespa îradeyê ye. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in rû bi rûyê tecrîdeke girankirî ye. Em ê hem rejîma tecrîdê, hem jî qeyûm tune bikin. Em berxwedana xelkê Êlihê ku 12 roj in li ber xwe dide, silav dikin.”
Berxwedana Xelfetiyê
Berxwedana li Xelfetiyê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin di roja 12’emîn de berdewam dike. Xelkê navçeyê di saetên serê sibehê yên zû de hatin pêşiya şaredariyê. Li qada nobetê pankarta “Ne qeyûm, demokrasî” hate daliqandin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan jî di nav de gelek kesan di nobetê de cih girtin.
Her wiha rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Curnê Reş, Eyyubiye û Karakopruyê jî ji bo piştevaniyê tev li çalakiyê bûn. Nobeta berxwedanê ya li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome.
Berxwedana Mêrdînê
Li Mêrdînê jî ji aliyekî berxwedan û nerazîbûna li dijî qeyûman berdewam dike ji aliyekî din ve jî hevşaredarên Mêrdînê bersiv dan bêbextî û îdîayên qeyûmê Mêrdînê ku dixwaze xwe rewa bike.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi îftîra hatiye kirin û hewl dan heye binhişek were avakirin. Daxuyanî wiha domiya: “Tê îdiakirin ku Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr di nava 7 mehan de ji bo hewandina nûneran a ji bûdçeya nivîsgeha taybet, 4 milyon û 505 hezar TL xerc kirine. Hejmara ku hatî îdîakirin, bi temamî ne rast e. Derew e, îftîra ye. Ji bo di şexsê gelê Mêrdînê de, feraseteke cuda biafirînin ev nûçe hatiye çêkirin.”
Hevşaredaran pereyê hatiye xerckirin yek bi yek eşkere kirin û destnîşan kirin ku pereyê hatiye xerckirin lêçûnên ji bo beşdarbûn û organîzasyonan e. Daxuyanî wiha dom kir: “Lêçûnên nivîsgeha taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya 7 mehan milyonek û 900 hezar TL ne. Beşekî mezin ê van lêçûnan, ji bo pêşwazîkirina mêhvanên hatin serdana şaredarî û hevşaredaran hatiye xerckirin. Ew jî lêçûnên çay, qehwe, av û meşrubatê ên ji bo meqama şaredarî, meclisên şaredariyê û serokatiyên ji derve hatine ne.