Beriya çend rojan li Enqerê polîsan bi şev girte ser kafeyeke somaliyan û ji ber rengên tabelaya wê di şeva merasîma vekirina wê de hatin ew bi boyaxa spî boyaxkirin.
Kafeya Saab berê jî gelek caran di bin zexta polîsan de tabeleya xwe guhertibû lê dîsa di merasîma vekirina kafeyê de polîsan girte ser û tabeleya wê bi rengê spî boyax kirin.
Parlementerê partiya DEVA yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu jî tevli merasîma vekirina wê kafeyê bibû û bertek dabû helwesta polîsan. Li ser wê yekê midûrekî emniyetê yê ku tev li wê operasyonê bibû tiliyên xwe li parlamenterê DEVA’yê hejandibû û jê re gotibû “Hedê xwe zane ulan”.
Yeneroglu, wêneyê boyaxkirina tabeleya kafê li ser hesabê xwe yê dijîtal parvekir û ev bûyer wiha şîrove kir :”Em li pêşberî hemû cîhanê bi şermeke mezin re rû bi rû dimînin”.
Yek ji xebatkarên kafeyê yê bi navê Mohamed Issa Abdullah jî gotiye ku ew gelek caran bi gef û tacîzên polîsan re rû bi rû mane û carekê endamekî hêzên ewlekariyê jê re wiha gotiye: “Ez ê vir bikim tirk, ez ê somalan jê derxînim û bavêjim.”
Tiştê aşkera û li ber çavan ew e ku bayê Fobî û elerjiya li dijî rengên ala kurdî (kes û sor û zer) vê carê li kafeya Somaliyan jî da. Lê ez gelekî meraq dikim gelo dê çareyeke çawa ji rengê keskesora ezman re bibînin ku piştî her baranekê xwe li ezman dipêçe.
Gelo dê keskesorê çawa boyax bikin. Gelo hewldanên wan heta niha çêbûne yan na ez ji wê baş nizanim. Lê tiştê ku ez jê bawerim ew e ku xwediyê vê hişmendiya nexweş her ku ew keskesor xwe li ezmanan jî dipêçe çavên wan bar nade ku lê binerin.