2 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Eleonora Bonaccorsî: Abdullah Ocalan heqîqet e

Seroka Komaleya Fonti di Pace a Îtalyayê Eleonora Bonaccorsî bal kişand ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Li cîhanê mînaka vê tecrîdê tune ye. Abdullah Ocalan heqîqetek e. Ji ber vê yekê divê her kes ji bo azadiya wî têbikoşin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 25 sal in li Îmraliyê di bin pergaleke êşkenceyê û tecrîdeke giran de ye ku ev 44 meh in tu agahî jê nayê girtin. Mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê hevdîtina bi malbat û parezerên xwe re bi temamî hatiye xespkirin û rêya têkiliyê bi temamî hatiye qutkirin. Herçiqas dewleta Tirk di pergala êşkence û komkujiyê ya Îmraliyê de israr bike jî, pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmeha 2023’yan de li cîhanê hat destpêkirin, bi hemî hêza xwe didome.

Pêkhateyên civakê yên ciyawaz li dijî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bertekên xwe nîşan dan û bal kişandin ser giringiya paradîgmaya Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku xwe dispêre civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire. Bi vî awayî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Yek ji piştgirên pêngava cîhanî ya azadiyê jî Komaleya Fonti di Pace a Îtalî ye. Seroka komaleyê Eleonora Bonaccorsî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê û giringiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Nûçegîhanê ANF’ê Serkan Demîrel re nirxand.

Li cîhanê mînaka vê tecrîdê tune ye

Eleonora Bonaccorsî, şertên metirsîdar ên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de dijî nirxandin û got, “Tu mînaka vê pergalê li ti dera cîhanê nîne. Ev tecrîd rewşeke metirsîdar e û ti hiqûq têra rewakirina wê nake. Em hemû berpirsiyarên van şert û mercan in ku Abdullah Ocalan tê da dijî. Bi taybet Îtalya berpirsiyarê van şert û mercan e. Divê Îtalya vê berpirsiyariya xwe bibîne. Ji ber ku Abdullah Ocalan li Îtalyayê bû û piştî ku ji vir derket hat girtin. Her çiqas Îtalya vê berpirsiyariya xwe qebûl neke jî haya me baş ji vê rewşê heye.

Em wekî komale şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê da dijî ji nêz ve dişopînin. Ji bo nîqaşkirina vê meseleyê li Parlamentoya Ewropayê û çalakkirina saziyên civaka sivîl, ez beşdarî gelek civînan bûm. Berpirsiyariya me ew e ku em vê neheqiya ku li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin li her derê behs bikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi rastî jî pergaleke têra xwe giring û metirsîdar e. Her çiqas em wek gel berteka xwe nîşanî vê tecrîdê didin jî saziyên Ewropî bêdengiyê tercîh dikin. Sedema vê bêdengiyê jî ew e ku naxwazin zirar bigihêje têkiliyên di navbera wan û Erdogan de.”

Paradîgmaya Abdullah Ocalan di asteke pir pêşketî de ye

Eleonora Bonaccorsi bal kişand ser giringiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: ” Paradîgmaya Abdullah Ocalan bi rastî jî di asteke pir pêşketî de ye. Gelek pirsgirêkên roja îro di xwe de dihewîne û fikrên wî ji bo van pirsgirêkan dibin alternatîf û çareseriyê pêşkêş dikin. Em wek komale paradîgmaya Abdullah Ocalan bi xurtî diparêzin û hewl didin derbasî jiyanê bikin û her wiha ji hêla aborî ve piştgiriya projeyên vê paradîgmayê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê piştgiriya vê paradîgmayê bê kirin. Loma em bi her kesî re, hem ji Kurdistanê hem jî ji Ewropayê, ku dixwaze fikrên Abdullah Ocalan derbasî jiyanê bike di nav hevgirtinê da ne.”

Abdullah Ocalan heqîqet e

Bonaccorsî anî ziman ku divê ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li her derê têkoşîn bê dayîn û wiha bi dawî kir: “Abdullah Ocalan heqîqetek e. Tişta ku ew pêşkêş dike bingeha heqîqet û nirxên civakî ye. Em nikarin heqîqet û rastiyê înkar bikin. Her wiha em nikarin çavên xwe ji şertên ku Abdullah Ocalan tê de dijî û bêhiqûqiya heyî re bigirin. Loma ji bo azadiya heqîqet û rastiyê divê em têbikoşin.”