Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA), serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA). Beriya serdanê DYAê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî navên Ehmed El Şera û wezîrê wî yên karên derve ji lîsteyên terorê derxistibû. Li gorî agahiyan, di serdanê de dê tevlêbûna hikumeta demkî ya nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê were ragihandin û tifaqa bi Îsraîlê re were nîqaşkirin.
Ahmet El Şera di 6ê mijdarê de beşdarî Zîrveya Avhewayê “COP30” a Brezîlyayê bûbû. Ji wir jî derbasî DYAyê bû. Tê payîn ku Ahmet El Şara di 10ê mijdarê de li Qesra Spî bi Serokê DYAyê Donald Trump re hevdîtinê bike.
