Li bakurê Kurdistanê, bi salan e zimanê kurdî di bin zexteka mezin a dewletê de ye. Ji ber vê polîtîkaya bişaftinê û van zextên li ser kurdî; êdî gelek zarokên kurdan bi tirkî diaxivin. Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Êlihê, bi armanca ku pêşî li bişaftinê bigire, di 22’ê mijdara 2022’yan de, di atolyeyên kurdî de gelek zarokan bi kurdî perwerde kir û dersen mîna ziman, şano, resîm, muzîk û dersa felsefeya zarokan da wan. Egîtîm Sen’a Êlihê, di 13’ê hezîranê de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê ji bo van zarokan merasîma derçûnê li dar xist û spasname da 53 zarokan.
Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen’ê ya Êlihê Ramazan Bîlmez, der barê van xebatên wan de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Di destpêka axaftina xwe de Ramazan Bîlmez, bi bîr xist ku di sala 2022’an de ji bo zarokên temenê biçûk xebatên ziman kurdî dane meşandin û ji xeynî zarokan kesên temenê mezin jî tev li xebatên xwe yên kurdî kirine.
Felsefeya zarokan
Bîlmez, destnîşan kir ku atolyeyên wan ji 3 polan pêk tên û ev agahî dan: “Me ji bo zarokên temenê 3 heta 5’an polek, ji bo zarokên temenê wan 6 heta 8’an polek û ji bo zarokên temen ê wan 9 jî polek vekir. Ji bo zarokan me dersên mîna muzîk, şano, resîm, kurmancî û felsefeya zarokan da. Bi giştî 53 xwendekarên me hebûn. Ji xeynî zarokan me ji bo kesên temenê wan mezin jî pola destpêkê ya kurdî dabû destpêkirin. 18 kes jî kesên temen mezin hebûn. Me di heman demê de wan jî mezun kir. Di meha îlonê de em ê dîsa van atolyeyên xwe bidin destpêkirin. Her wiha dilê me heye di pêşerojê de jî di nava gel de şahiyên bi vî awayî li dar bixin.”
Armanc windanebûna kurdî ye
Di berdewamê de Bîlmez, bal kişand ser rewşa zimanê kurdî û got ku armanca wan ew e ku ziman kurdî neyê jibîrkirin û wiha pêde çû: “Em ê li gorî serlêdanên ku bên kirin polan vebikin. Îro li ser rûyê cihanê 6 hezar ziman hene. Li gorî rapora UNESCO’yê ji van zimanan nêzîkî 3 hezarên wan li ber tunebûnê ne. Em dixwazin kurdî winda nebe ji bo wê armanca me ya yekemîn parastina kurdî ye.”
Huner bi pêş dixe
Bîlmez, destnîşan kir ku zarokên bi hunerê re eleqedar dibin ji sedî 30 ji zarokên din pêştir dikevin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hejmara mamosteyên me jî ji 6 kesan pêk tê. Ji bo ku civaka me bi pêş bikeve ziman û huner pêwîste. Bangewaziya me li gelê me; kesên ku mamoste bin jî bila zarokên xwe bînin van atolyeyan. Tenê ji bo van tiştan qurs têr nakin. Em dixwazin gelê me dan û stendina xwe bi kurdî bike.”