Boksorê kurd Egît Kabayel di pêşbaziya boksê ya şampiyoniya cîhanê de serkeftinek mezin bi dest xist. Kabayel hevrikê xwe di raûnda 3yemîn de têk bir û bû şampiyonê cîhanê. Kabayel bi vê serkeftina xwe ve gihişt asta herî jor ya boksa cîhanê.
Kabayel piştî derkete lûtkeyê li ser rîngê, hestên xwe bi temaşevanên boksê û gelê Kurdistanê re parve kir. Kabayel diyar kir ku ew serkeftina xwe diyarî Kurdistanê kir. Her wiha Kabayel ji bo balê bikişîne ser berxwedana Rojava jî dirûşmên, “Bijî Kurdistan” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.
Şampiyoniya Kabayel ji hêla hemû kurdên li tevahiya cîhanê ve jî bi coş hate pêşwazî kirin. Di demek kin de axaftin û coşa Kabayel bû rojeva medyaya sanal. Bi hezaran kesî şampiyoniya Kabayel pîroz kir û ji ber helwesta kêfxweşiya xwe anî ziman.
