Alîkarê Wezîrê Karên Derve Alexander Grushko di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Izvestia re der barê vê mijarê de wiha gotiye: “Mixabin metirsiyên pevçûnan zêde dibin û her kes vê yekê dizane.”
Wekî tê zanîn Fînlandiya bi fermî tev li NATO bû, derbeyek bi êş li Moskovayê xist.
Metirsiya pevçûnê zêde dibe
Alexander Grushko di hevpeyvîna xwe her wiha teqez kir ku bi tevlêbûna Fînlandayê ya ji bo NATO’yê “metirsiya zêdebûna nakokiyan du qat kir”.
Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, beriya niha jî dabû xuyakirin ku berfirehkirina NATO’yê dê welatê wî neçar bimîne ku tedbîran bigire da ku ewlehiya xwe misoger bike.