Di çaryeka sedsala 21’ê de, jinên kurd di şexsê YPJ’ê de li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên hovber; şerekî bêeman kirin. Berxwedan û çelengiya jinên kurd a xwe rêxistinkirî, bû îlhama jinên dinyayê. Ev îlham herikî û bi pêlên xwe yê azadiyê, gelek jinên dinyayê hişyar kir û wan rapêça. Hîn jî bi vê hêz û rista xwe ya rêxistinkirî, îlhamê dide jinên cîhanê. Vê şerkeriya jinên kurd, rizgarkirina Kobanê û Efrînê jî mîsoger kir. Tê zanîn Efrîn yek ji wan bajarê kevnar û antîk ê kurdan e, piştî rizgarbûna xwe bû yek ji wan bajarê herî bedew ê azadiya jinan. Di vê bajarê gulistana bihara kurdewarî de, li ser hîmên Neteweya Demokratîk û li ser zanista jinên azad, pergaleke bi hunera jinan, bihuştek hat avakirin.
Bajarê Efrînê bajarê jinan bû. Di vî bajarî ku bi bedewiya jinan hatibû xemilandin de; di bin banê pergala xweseriya demokratîk de, bi rêveberî û avabûna saziyên gel û bi ked û tecrubeyên jinan pêşketinên dîrokî hat jiyîn. Çi ji asta zanebûna civakî, di xwerêxistinkirin û xwerêvebirinê de jî çandekeke demokratîk, dabûn avakirin. Ji mijara bîr û baweriyê heta di têgihiştina dîrok, wêje û ziman de jî pêşketinên berbiçav û şoreşeke çandî pêş ketibû. Di heman demê de jî di xweparastinê de jî hêza xwebûna xwe, xwe xistibû îlhama hemû jinan. Bi kurtî di her sazî û dezgaya Pergala Netewaya Demokratîk de, jin bi reng û dengê xwe û bi hêza xwe ya cewherî û rêxistinkirî li vê bajarê ku bi bihuşta zeytûnan dihat nasîn, pêşeng bûn.
Li ser Efrînê planên reş û tarî
Di bajarê jinan de, bêtehemul û nemerdaneya dewletên zirhêz, bi bêbextiya dewletoka Rûsya bi faşîzma qirker a dewleta tirk, bi hevkariya xiyaneta ENKS’ê, li hemberî pergala jinên xwerêxistinkirî, ketin nava planên reş û tarî. Û bi desteka dewletên hegemon, dewleta tirk di 18’ê Adara 2019’an de bi 72 balafirên şer, Efrînê dagir kirin. Piştî dagirkirina Efrînê heta niha; li ser erdnîgariya bajarê jinan, talan û wêran û kambaxî, revandin û tecawiz, zindankirin, li ser raman û bedena jinan xilas nebûye. Girêdayî siyaseta dewleta tirk, ‘ENKS’ ku bi hevkariya wan roj serde derbas nabe, ew qas sivîl û jin tên revandin; sûc û kiryar bi destê hevkariya wan sînoran nas nake; bi ser de jî bang dikin, Efrîn aram e. Gelo ev ne bêesîl û xayîntî be, ma yê çibe? Li çiyayê Kurdistanê, dewleta tirk, bi hevkariya PDK’ê li dijî jinên şoreşger û gerîlayên azadiyê, şereke qirêj û serkêşiyê dike û gerîla şehîd dixin. Û li Efrîna dagirkirî jî çeteyên dewleta tirk, bi hevkariya ENKS’ê li dijî beden û axa jinan, sûc û kiryaran mezin dike. Lewma li dijî jinên xwerêxistinkirî, zihniyeta PDK’ê çibe, ya ENKS’ê jî bi heman awayî ye.
Awir û sekna jinan
Bersiv û sekna li hemberî van êrîşan bêesil û xayînan, gelek zelal e. Di çav û hêrsa jinên kurd de, li dijî van polîtîkayên qirkirina li ser raman û bedenên jinên kurd tên pêkanîn, hesapxwestin jî pir mezin e. Jinên şoreşger li çiyayên azad, li dijî faşîzma qirker, zilamê kujer, qatil û tecawizkar, her roj bi çalakiyên xwe yên efsûnî û berxwedanê li dijî faşîzmê dimeşînin. Û bi giyanên xwe tola hemû jinan distînin. Li Şehbaya berxwedêr jî her kêlî ji bo jinan rista berxwedanê ango xwerêxistinkirinê ye. Jinên koçber di hemû perwerde û civînên xwe de bi lêv dikin, heta ku komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê hebin, dê venegerin. Heta ku jinek rêxistinkirî hebe dê çûyîn çênebe. Efrîna niha ji bo jinên xwerêxistinkirî dojeh e. Dîsa di awir û sekna jinan de tê dîtin ku tola vegera Efrînê bi têkoşîn û xwerêxistinkirina jinan bê dayîn.