9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Ednan Hesenpûr: Rejîm dê ya bi şoreşa gel hilweşa yan jî bi êrişek derveyî

Ednan Hesenpûr der barê rewşa dawî ya Îranê de wiha got: “Komara Îslamî nêzî dawiya xwe ye. Ev rejîm an bi temamî dê bikeve yan jî dê bi guherînek mezin û giran re rû bi rû bimîne. Di her rewşê de pêşeroja Îranê bi gelek guhertinan re rû bi rû ye. Rejîm dê ya bi şoreşa gel hilweşa yan jî bi êrişek derveyî.”

Qeyranên civakî, siyasî û aborî yên li Îranê bi salane berdewam dikin. Herî dawî ji ber ku di 28ê kanûna 2025an de gel li dijî van qeyranan daket kolanan. Çalakiyên ku li Tahranê destpêkirin li gelek bajaran berdewam dikin. Herî dawî hat ragihandin ku ji 31 parêzgehên Îranê 29 parêzgeh tevli çalakiyan bûne.

Ji destpêkirina çalakiyan heta niha bi hezaran kes hatine girtin û bi dehan kes ji aliyê rejîmê ve raste rast hedef tên girtin û kuştin.

Em der barê sedem û encamên çalakiyên li Îran û rojhilatê Kurdistanê bi rojnameger û aktivîstê mafên mirovan Ednan Hesenpûr re axivîn.

Ednan Hesenpûr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên ku serhildana niha pêk anîne û ev tişt anî ziman: “Her çend destpêka van serhildanan bi pirsgirêkên aborî ve girêdayî be jî jixwe Îran bi gelek qeyranên cuda û bi hev ve girêdayî re rû bi rû ye. Bi rastî welat di nav şertên xêzanên piralî de ye. Li Îranê qeyranên zimanî, çînî, zayendî, nifşî, herêmî û gelek yên din hene. Ji ber vê yekê her protestoyek ku li her qadê dest pê dike di demeke kurt de li hemû qadên siyasî, civakî û aborî belav dibe. Herwiha ambargoyên aborî jî rewşa jiyanê ya gel bi awayekî giran têk biriye û jiyanê bi temamî felc kiriye. Lê gel ambargo û qeyrana aborî wek encama siyaseta navxweyî û derveyî ya hikûmetê dibîne. Gel dizane ku enflasyon, qeyrana aborî û gendeliya mezin a li Îranê encama rejîma îslamî ya bingehparêz, despot û pergala ku avakirine ye. Ji ber vê yekê jî gel di protestoyan de di destpêkê de dirûşma li dijî rejîmê û bi taybet jî li dijî serokê Îranê Ali Xameneyî berz dike. Ji ber van pirsgirêkên ku min anî ziman mirov nikare serhildanên heyî tenê girêbide pirsgirêkên aborî.”

Li aliyek dewlemendî li aliyê din xizanî

Ednan Hesenpûr di berdewamiya axaftina xwe ji bo nerazîbûnên gel ên li dijî rejîmê wiha got: “Rejîma Îslamî ya Îranê ji her alî ve jiyana civakê têk biriye. Tenê li van nimûneyan binêrin da ku hûn rewşa xirab bibînin: Enflasyona xwarinê her roj zêde dibe, nirxa diravê bi taybetî dolar hem pir bilind bûye û hem jî gelek bêasayî ye, rewşa bazirganên mezin jî ya biçûk jî pir xirab e. Rejîm mûdaxeleyê hemû jiyana taybet û heta cil û bergan jî dike. Hilbijartinên azad tune ne. Waliyê Feqîh 37 sal in serdestiya welat xistiye destê xwe û rê nade tu muxalefetê. Azadiya siyasî û civakî bi temamî hatiye binpêkirin. Gel di şertên bindestî û xizaniya giran de dijî. Lê berpirsiyarên di nav rejîmê de û malbatên wan di nav refah û dewlemendiyekê de jiyaneke lûks dijîn. Di şertên wisa de gelo dibe ku gel hîn bi vê hikûmetê re be? Lêkolînek di demek nêz de hat kirin ku di encama wî de derket holê ji sedî 92 civak ji siyaseta hikûmetê acize.”

‘Rewşa Kurdistanê cuda ye’

Ednan Hesenpûr bal kişand ser siyaseta navxweyî û ya derva a Îranê û wiha pê de çû: “Her çend pêşbînîkirina pêşerojê bi temamî zor e, lê bêguman Komara Îslamî nêzî dawiya xwe hatiye. Ev rejîm an bi temamî dê bikeve an jî dê bi guherînek mezin û giran re rû bi rû bimîne. Di her rewşê de pêşeroja Îranê bi gelek guherbar û bûyerên tevlihev re tê şertkirin. Rejîm dê ya bi şoreşa gel hilweşa yan jî bi êrişek derveyî. Herwiha senaryoyeke din jî bi awayekî cidî heye: dubarekirina senaryoyeke wek Venezûêla ku tê de Amerîka bi beşek ji hêza hikûmetê ya Îranê re li hev tê Xameneyî û hinek serokên din ji holê radike û di dawiyê de hêza desthilatê dide dest beşeke din ji serdarên Komara Îslamî. Di her yek ji van rewşan de jî senaryoyên din tên holê. Mînak heke rejîm bikeve û hêzên şahperest an rastgirên faşîst desthilatê bigirin; bêguman şerê navxweyî dê derkeve holê. Lê heke lihevhatina hêzên demokrasîxwaz bikare peymaneke civakî ya nû û adil amade bike; hingê dibe ku mirov bi pêşerojeke baştir hêvîdar be. Îran civakeke bi temamî rêxistinkirî ye, lê ji ber ku li derveyî dewletê rêxistin û avakirina saziyan tune, civakeke bêşêwaz û bêorganîze maye. Ji ber vê yekê niha ne pêkan e ku mirov bi awayekî zelal rewşa hêzên opozîsyonê nîşan bide. Kurdistan tenê îstîsna ye. Ji ber ku ji kevn ve xwedî partî û rêxistinên xwe ye û hîn jî civaka Kurdistanê dikare were ravekirin. Ev ji bo beşên din ên Îranê ne pêkan e.”

Ednan Hesenpûr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê rewşê re tenê wextê ku guherînek mezin rû dide û qada siyasî û civakî bi awayekî fireh vedibe (ku hemû hêz û îdeolojiyên siyasî bikarin xwe nîşan bidin û dest bi mobilîzasyona gelî bikin) hingê dikare pêşbîniyek bi qasî rast were dayîn. Lê bi kurtî du tişt bi qetî dikarin were gotin: Yek; desthilata dînî bi temamî dê têk biçe û rewşeke sekular dê were damezrandin. Du; dê pergaleke nenavendî ya nîvfederal were çêkirin. An jî Îran wê nemîne û welat dê bibe axeke parçebûyî.”

‘Gel rizgar dike lê partî naparêzin’

Ednan Hesenpûr ji bo bajarên ku hetine bin kontrola gel jî wiha got: “Kontrola bajaran ji aliyê gel ve heta niha bi awayekî demdemî û kurt bûye. Gel carinan serkeftî ye ku qada giştî û hinek caran jî cihên leşkerî bigire. Lê hêza çekdar a rêxistinkirî tune ye ku ev kontrol bi domdarî bigire û biguherîne azadkirinê. Hîn tu yek ji partiyên Kurdistanê şerê çekdarî bi armanca azadkirina bajaran û gundan ranegihandine. Lê wan gotiye ku heke rêjîm berdewam be di binpêkirina xwînî de wan mafê xwe yê parastina gel re meşrû dibînin.”

‘Rejîm ji kurdan ditirse’

Ednan Hesenpûr diyar kir ku kurd yekane gelê bi rêxistinkirî yê li Îranê ye û wiha got: “Neteweya kurd zêdetir ji sedsalekê ve di têkoşînê de ye. Xwedî partiyên ku deh salan berê hatine damezrandin e. Civakeke sivîl a bi hêz heye ku bi hezaran rêxistin û saziyan li qadên cuda çalak in û ya herî girîng xwedî gotarek siyasî ya bi hêz e ku dikare civakê di asta mezin de mobilîze bike. Herwiha Kurdistan axeke parçebûyî ye. Ji ber vê yekê heke pêwîst be kurdên beşên din ên Kurdistanê dê bi alîkariya xwe re biçin rojhilata Kurdistanê. Hikûmeta Îranê bi temamî ji vê potansiyela mezin agahdar e. Serokên Komara Îslamî di tevgera Jin Jiyan Azadî de bi çavên xwe yekîtî, rêxistin û hêza gotarî ya Kurdistanê dîtin. Ji ber vê yekê ew pir tirsdar in ku bi pêşengiya gelê kurd şertên ketina rejîmê amade bibin. Îro ne tenê hikûmet lê hîn jî hinek opozîsyonên faşîst dijî tevgera Kurdistanê ne. Ji ber ku ditirsin ku ev tevger desthilata wan asteng bike.”

‘Civak hevdigire’

Ednan Hesenpûr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bilî hinek rewşên istîsnaî di navbera piraniya neteweyan û komên civakî yên Îranê de hevgirtinek baş heye. Yek ji pirsgirêkên vê qadê têkildar e bi destwerdanên derveyî û siyaseta têkçûnkera hikûmeta Îranê bi taybetî di têkiliyên kurd û azerî de. Ev her du netewe di dîrokê de têkiliyên baş û aramî bi hev re hebûne lê di demên dawî de bi destwerdanên dewleta tirk re hinek nakokî derketine holê. Herwiha Komara Îslamî jî bi bilindkirina cihêrengî û cudahiyan hewl dide gel ji hev dûr bike. Ji ber ku parçebûn hêza desthilatê biparêze û her cure çalakiya hevbeş asteng dike û ev jî bo derbasbûna rejîmek despot şertê bingehîn e. Lê niha bi giştî li Îranê di nav civak û gelan de hevgirtineke baş heye ku hewl dide xwe bigihîne azadiyê.”