Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay, li qereqola ku ji bo teblîxata derbarê wî de bigire çûyê hatibû binçavkirin, sewqî edliyeyê hate kirin.
Karabay ê ku li dozgeriyê îfadeya wî hate girtin û ji ber nûçeyeke ku duh çêkiri bû bi “Kesê di têkoşîna bi terorê cih girtiye hedef nîşan daye” û “bêbextiyê” hate sûcdarkirin, bi daxwaza girtinê sewqî 7’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh hate kirin.
Karabay ê li 7’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh îfadeya wî hate wergirtin bi heman hincetan hate girtin.