Gelê mê yê ezîz, dibe ku bala we jî zêde zêde dikişîne. Ev çend bêje hene ku di nava rojeva me kurdan de tu caran kêm nabin! Mirov ji van bêjeyan gelek aciz dibe! Ev peyvên acizîye didin gelê me du cure ne. Li aliyekî zext, tundî, zordarî û wekî van! Li aliyê din jî “xwefiroşî” û “îxanet” heye! Ew bêjeyên bêxêr ji rêyeke dûr û dirêj tên. Di vê demdirejiyê de, wisa bûye ketine di nav lîteratûra me kurdan. Dî nav gelek berheman de cihe xwe girtine. Levre hê jî rewacin. Ji bo wê yekê em jî zêde zede tînin ziman.
Helbet, bêje sucdar nabin. Ên ku wan bêjeyan wekî mina kincan li ser xwe kirine tekez ew sucdar in. Cureya pêşîn: Kirin û çekirina wan navan, di bin binyada pergalên zilimkar, bi destên merivên hov, erjeng û bêwicdan de çedibin. …pirin pir! Bi kurtasi; di nav pêvajoya derbeya 12’ê îlonê de mirov dikare bibêje bi giranî mijar li ser kurdan avabû! Pirsgirêka gelê kurd zêde gîran kir. Derbeya faşist rê-rêbazên mirovahiye, heq, hiquq û dad danî aliyekî. Bi taybetî li herêmê hêza xwe bêhempa bikar anî. Wekî kevirê aş li ser erdnigariya kurdan zivirî û gelê kurd hincirand. Di vê pevajoyê de, bi hezaran gund hatin wêrankirin. Bi hezaran mirov serî qoq, ling pêxwas cih û varên xwe terikand. Li pişt xwe mal û milkên xwe, çand û hunerên xwe; rastiya xwe, axa dapîr û bapirên xwe, diroka xwe, heviyen xwe hişt û berê xwe da bajarên mezin. Ya herî xerab, di vê demê de zimanê dayikê hat qedexe kirin. Di asta jor de pişaftinê dest pê kir. Jixwe di ve qonaxê de li bajarên mezin xwedîderketina zimanê dayikê qet ne hêsan bû… Levre teqez qedexe bû. Çi wextê komeleyên me û saziyên me dest bi kar kirin, rewş bi astekê guheri!
Cureya duyemîn jî kurmên di nava darê de nin. Ev cure dilê gelê me zêde zêde diêşîne Ên ku di nava darê de bûne kurm: xerabî di şexsiyeta van de heye. Tu dibêjî qey bi taybet ji bo gelê me hatine quliqandin. Minak: Ev bêjeya herî davî ango “îxanet” gelek dirokî ye. Ji “Harpagos” û virde ji bo miletê me kurdan wekî xincerekê ye. Bêjeya din jî “xwefiroşî” ye. Kesên xwefiroş li berjevandiya xwe mêze dikin. Evaran li malbata xwe ye. Te mêze kir danê sibê li ber deriyekî din cilmisî ye. Li hemberî kiryarê xwe hurmeteke mezin nişan dide. Kesên xwefiroş bi hinek hincetan dixwazin xwe mafdar derxînin. Ha… fedi jî nakin. Di karekteren van de çivokbûn ji heye. Li ser kurmen daran gelek babet hene.
Erê, mixabin hejmarên xwefiroşan îro jî gelek zêde ye. Berjevendiyên wan kesan li ser her tişti ye. Kesên giranbuha nînin. Zede sivikin. Ji deriyekî derdikevin, dem tê careke din vedigerin wî derîyî. Dikarin xwe û nirxên civaka xwe, esil esalete xwe bi hevre bifiroşin. Jixwe pergala ku derbeya faşist afirandibû, bi keda hezar salan avakirina çand û hunerên kurdan, berhemen diroka kurdan û li ser Kurdistanê çi belgename û hwd. hatibûn nivîsandin, ji kurdan re qedexe kirin. Bi taybetî qedexekirina stiranên gele kurd, li hesabê xwefiroşan hat. Ev stran bi destê xwefiroşan bûn kilamên tirk û eceman. Di aliyê siyasetê de û ji bo navdariya hunermendiyê, xwe kurd dihesibin. Lê di jiyana xwe de tu eleqeya wan û kurdbûnê bi hev tune.
Bêguman êdî gelê me yê birûmet, dizane arîşe çine û çi nîne. Bi zanebûn û baldarî nêzîkî her tiştî dibe. Ji ber vê yekê êdî serkeftin a gelê me kurdan e. Newroza 2022’yan mizgîniyek wiha şênber nişanî me da. Di vê derbarê de gelek nirxandin çebûn. Em bi kurtasî dikarin bibêjin, em bi helwesta gelê xwe şanazin.