Li Îranê 21’ê sibatê hilbijartina parlamentoyê pêk hat. Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Ebdulriza Rehmanî Fazlî ragihand ku di hilbijartina Îranê de 24 milyon û 512 hezar kesan deng bi kar anî û tevlîbûn ji sedî 42,57 e. Lê aliyên muxalefetê berevajî daxuyaniya fermî diyar kirin ku rêjeya tevlîbûnê bi qasî ji sedî 20 pêk hatiye.
Li gorî salên borî rêjeya tevlîbûnê ya îsal pir kêm bûye. Li rojhilatê Kurdistanê piranî aliyên kurd ên muxalif hilbijartin boykot kirinbûn.
Bandora serhildanan
Serhildanên di zivistana 2018 û payîza 2019’an de li tevahiya Îran û rojhilatê Kurdistanê pêk hatî bandora xwe li hilbijartinê jî kir. Serhildanên ku pêk hatin ji bo Îranê pêvajoyeke nû û destpêk bû.
Her wiha rejîma Îranê xwest ku kuştina Qasim Silêmanî bike semboleke mezhebî û neteweyî di nav civakê de pêş bixin û di hilbijartinê de jî bi bandor bin. Lê belê ev tişt bandora xwe li hilbijartinê nekir û tevlîbûn kêm bû.
Kêmbûna tevlîbûnê ya hilbijartina îsal pêk hatî tenê bi krîza aborî nayê îzahkirin. Ji ber ku îro li Îranê rejîm û baskên rejîmê meşrûiyet û baweriya xwe wenda kir. Gelê rojhilatê Kurdistanê bertekên xwe li hemberî rejîmê bi boykotê anîn ziman û bi ser ketin. Hilbijartina îsal îspat kir ku êdî rewabûna rejîma Îranê di nav li cîhan û welat nemaye. TEHRAN