12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êdî gerînendeya giştî ya Washington Postê jî jin e

Rojnameya The Washington Postê rojnamegera bi navê  Sally Buzbee wek gerînendeya giştî ya weşanê wezîfedar kir. Rojname di weşangeriya xwe ya 144 salan de cara yekem e ku jinekî wek gerînendeya giştî peywirdar dike.

Sally Buzbee 55 salî ye û ji sala 2017’an ve li Ajansa Associated Pressê di nav rêveberiya weşana giştî de cih digirt û  edîtoryeya nûçeyên Rojhilata Navîn dikir. Buzbee piştî îstifaya Martin Baron a di meha sibatê de wek gerînendeya giştî hat wezîfedarkirin.

Di meha borî de Ajansa Reutersê jî di weşangeriya xwe ya 170 salî de cara yekem jina bi navê Alessandra Gallonî wek gerînendeya weşana gitşî wezîfedar kiribû.