Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî û li ser mijarên heyî nirxandin kir. Hêlîn Umît çalakiya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Kolnê û mîtînga li dijî desteserkirina vîn û tecrîdê ya li Êlîhê hatin lidarxistin silav kir û got: “Ger em têbikoşin, ger em bi israr hêza xwe li her qadê nîşan bidin, ger em paşve gav neavêjin, bi rêgezî tevbigerin em ê karibin pergala qirkirina Îmraliyê parçe bikin. Dema wê hatiye. Me ev tişt got; me got êdî dema azadiyê ye. Em di dema azadiyê de ne. Divê em nekevin nava helwesteke ji vê paşvetir.”
Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê pêngava azadiyê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi çalakiyên dewlemendtir bidome û wiha domand: “Divê li Tirkiyeyê jî înîsiyatîfa azadiyê pêş bikeve. Li ser vê bingehê ez bang li rewşenbîrên Tirk û welatparêzên Tirk dikim. Ez bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê dikim. Bi rastî jî tiştekî wek înîsiyatîfa dewletê tê gotin heye û navekî wiha lê kirine. Înîsiyatîfa dewletê ji bo tasfiyeyê. Em jî dibêjin ji bo azadî û demokrasiyê înîsiyatîfa gel ava bikin.”
Nirxandina endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît wiha ye:
“Di serî de ez Rêber Apo ku li Îmraliyê têkoşîneke bêhempa pêşxistiye bi rêzdarî silav dikim. Ez li ser navê hemû hevalan hezkirinên xwe pêşkêş dikim.
Weke ku we diyar kir piştî 43 mehan hevdîtinek pêk hat. Helbet ev hevdîtin hem ji aliyê gelê me û hem jî ji aliyê pêkhateyên partiya me ve bi coş hat pêşwazîkirin.
Bifikirin ku pergalek wekî darbestê hatî çêkirin heye. Tariyek reş heye, dengek ji wir bilind dibe. Bê guman divê em ev vê çawa çêbû, çawa bi pêş ket û çi bandor li ser wê kir, rast fêm bikin.
Me di nîqaşên xwe de her tim hewl da pergala qirkirinê ya Îmraliyê pênase bikin. Me got Îmralî pergaleke qirkirinê ye. Me got Îmralî qadeke ku azadî lê girtî ye. Li Îmraliyê dixwazin ne tenê paşeroja gelê Kurd, paşeroja hemû gelan tarî bikin. Me xwest vê yekê timî ji civaka xwe re bibêjin, me xwest ji civaka Kurd re bibêjin. Niha careke din derket holê ku bêyî fêmkirina rastiya Îmraliyê, rewşa siyasî û geşedanên li Tirkiyeyê nayên nirxandin.
Di vê wateyê de divê mirov bi rastî jî li ser pergala qirkirinê ya Îmraliyê hûr bibe û pêşketinaên diqewimin di vê çarçoveyê de fêm bike. Niha li ser vê mijarê propagandaya şerê taybet a gelekî dijwar tê kirin.
Netewe dewleta tirk mecbûr ma ku hevditine bike
Hinek dibêjin li Bakur êdî gerîla û PKK nemaye, ji ber vê yekê wisa bûye. Hinek jî derdikevin dibêjin rewşa konjekturel, şerê li herêmê û hevsengiyê bû sedema hevdîtineke wiha. Lê em vê yekê baş dizanin. Di esasî de netewe dewleta Tirk ji ber du sedemên sereke yên ku em tê de ne, mecbûr ma ku hevdîtineke wiha pêk were. Û vê yekê jî bi Devlet Bahçelî yê nîjadperestê tundrew dan gotin.
Faktora vê ya sereke berxwedana bi heybet a Rêber Apo ye. Rêber Apo Îmraliyê weke navenda têkoşînê, navenda şer nirxand. Li Îmraliyê şerekî çawa diqewime? Em şerê li derve dinirxînin. Em şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dinirxînin. Em êrîşên şerê taybet ên li dijî civakê dinirxînin. Em Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di her qadê de dinirxînin. Lê me her tim di vê yekê de israr kir. Me got navenda sereke ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Îmralî ye. Li Îmraliyê şereek tê meşandin.
Niha encama ku derketiye holê ev e. Bi rastî jî li Îmraliyê berxwedaneke bi heybet heye. Rêber Apo xwedî îrade û helwesteke bêhempa ye. Rastiyeke netewe dewleta Tirk heye ku divê vê yekê nas bike û bi vê re rû bi rû bimîne. Di vê wateyê de divê mirov şerê di nava pergala qirkirinê ya Îmraliyê de tê meşandin rast fêm bike.
Dema ku gengaz be em Şerê Cîhanê yê Sêyemîn nîqaş dikin û divê em bêtir nîqaş bikin. Ji ber ku rojane bandorê li jiyana mirovan û jiyana civakî ya li vê erdnîgariyê dike. Lê rêya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi avakirina pergala qirkirinê ya Îmraliyê hat afirandin.
Dema ku em derbasî qonaxeke nû dibin ev şerê cîhanê li herêmekê zêde dibe û em dibînin ku li pergala qirkirinê ya Îmraliyê liv û tevger çêdibe. Li vir divê berxwedan û helwesta Rêber Apo ya mezin were dîtin û bê pênasekirin. Ev faktora yekem e. Çima hevdîtineke wiha çêbû? Dibêjin wexta temam e û nizanim çi… Bi rastî ev hem aliyê wê yê magazînî ye û hem jî propagandayê ye. Ya rast ew e ku hesabê yên di ser Rêbertiyê de qirkirinê li ser Kurdan dimeşînin û hewl didin Rêber Apo têxin nava pergaleke bi vî rengî vala derket.
Ev hesab çi bûn? Ev hesab bi nêzkatiya; “Em ê Rêber Apo dixin nava pergala qirkirinê ya Îmraliyê û dîl digirin. Dema pêwîst be em ê li dijî gelê Kurd bikar bînin” hat meşandin. Lê piştî 26 salan derket holê ku ew nikarin bi ser bikevin.
Jixwe hêzên dijberî me, hêzên dewletparêz û desthilatdar ên ku ti têkiliya wan bi berjewendiyên gelan, nirxên demokratîk re tineye û dûrî nirxên azadiyê ne, nikarin vê rastiyê fêm bikin. Ev pergala siyasî di vê xalê de asê ma . Zîhniyet cuda ye, mantiqê wan cuda ye û pergala nirxan cuda ye. Ji ber vê jî nikarin Rêber Apo têxin dafikê û bixapînin. Ji ber vê em dibêjin Rêber Apo naxapîne û nayê xapandin.
Têkoşîn û berxwedanê encam girt
Ya duyemîn, helbet faktoreke din a ku rê dide me ku em Rêberekî bi vî rengî bibihîzin û hevdîtinê bikin ew helwest, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd e. Kurdên ne tenê her çar parçeyên Kurdistanê û li her qada ku hebûna xwe hîs dike û dibêje ez bi rûmet im, ji bo Rêber Apo çi ji destê wan hatiye kirin û dikin jî.
Hinek ji wan bi niyeta xwe beşdar bûn, hinek jî bi dayîna bedelên herî giran beşdar bûn. Gelê Kurd têkoşîneke wiha meşand. Rêber Apo faktora sereke ya zayîna gelê Kurd weke neteweya demokratîk e. Rastiya ku dayî û derxistiye holê Rêber Apo ye. Ev fikra Rêber Apo ye, ramana Rêber Apo ye û çalakiya Rêber Apo ye. Ew fikir û çalakî bingeha neteweya demokratîk a Kurd e. Hem dil û hem jî mejiyê gel e.
Rastiyek wisa heye. Lê belê gelê Kurd jî di heman demê de zayîna Rêber Apo ye. Rastiya gelê Kurd rastiyeke ku Rêber Apo diafirîne û ava dike, şert û mercên gelê Kurd, fedekarî, cesaret, daxwaza dilsoziya bi nasnameya xwe re, daxwaza azadiyê û lêgerîna xwe rêvebirinê ye.
Li dijî gelê Kurd ewqas êrîş tên kirin… Li gorî min em bi qasî tê xwestin wê pênase nakin û naynin ziman. Çapemeniya azad di vî warî de kêmasiyan dikişîne. Li cîhanê ti welatekî din ê bi vî rengî nayê birêvebirin. Ji damezrandina xwe heta niha tineye. Em behsa avahiyek pir taybet dikin. Netewe dewleta Tirk bi rastî em jê re bibêjin faşîzm an jî modernîteya kapîtalîst weke laboratûvareke wê hatiye avakirin û bûye navenda polîtîkayên di serî de li dijî gelê Kurd, li dijî gelên herêmê tên meşandin. Di vî warî de gelê Kurd ji zindanan heta yên li kolanan tên qetilkirin û bi lîstikên şerê taybet ên curbecur ketine nava xefikan, bi siyaseteke piralî bi van êrîşan re rû bi rû ye. Lê tevî vê yekê jî ti carî ji girêdana xwe ya bi Rêber Apo re, ji baweriya xwe, ji biryardariya xwe, ji meşa xwe û ji hesreta xwe ya ji bo Rêber Apo paşde gav neavêt. Ev helwesta têkoşînê ji pergalê, yên ku gardiyantiya Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê dikin paşve gav da avêtiye.
Yanî du faktorên sereke hene. Berxwedana bi heybet a Rêbertî û têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ya ku gelê Kurd li her derê bê navber pêş xistiye û berxwedana bêhempa ya gerîla bû sedema pêşketineke bi vî rengî.
Me dît ku têkoşînê rê li ber pêşketinê vekir
Her wiha vaye geşedanên herêmî, tirs, xofa wê ji ber vê yekê derketiye holê û dewleta Tirk jî ev çend faktor in. Lê ez vê yekê bibêjim, ger têkoşîn nebûya, ger berxwedan nebûya, ger di vî warî de hewldaneke bêhempa ya gelê Kurd nebûya, di nava sînorên wê de civakeke Kurd ku Tirkiye wê ji bo xwe weke metirsiyek bidîta, nedibû. Ger civakbûnek wisa tinebe, ger rastiya gelên berxwedêr, ewqas têkoşer tinebe, ma wê çima dewleta Tirk mecbûrî Rêber Apo bimîne? Çima tiştekî wisa çêbibe? Encama ku ji vê bê derxistin ev e: çi dibe bila bibe, me careke din dît ku di vê pêvajoyê de têkoşînê destketî ji me re anî, me careke din dît ku têkoşîn pêşketinê diafirîne, em encax bi têkoşînê dikarin nefesê bistînin.
Pênaseyên din jî weke berdewamiya zîhniyeta înkarker a ku xwe dispêre pêşengiya şerê taybet û hewl dide îradeya gelê Kurd red bike û ji nedîtî ve were, di rojevê de ye. Pêwîst e ev rastî baş were fêhmkirin.
Bi çêkirina bendewariyê şerê taybet dimeşînin
Rêber Apo got, “tecrîd” dewam dike. Peyama ku dide raya giştî li ser vê bingehê ye. Bi rastî jî tecrîd didome. Lê binêrin, hevdîtinek çêbû, paşê yekser qedexeya hevdîtinê dan. Li ser bingeha qanûnî tiştek nayê xebitandin. Bi her awayî li Îmraliyê hiqûq nîne, li wir rewşeke taybet heye. Nûnerê dewleta Tirk Bahçelî nêzîkatiya “ger em bixwazin wê hevdîtin çêbibe, em nexwazin tiştek nabe” nîşan dide. Çima nêzîkatiyeke wan a ku vînê tine dihesibîne û dieciqîne heye. Ev jî rêbazeke şerê taybet e. Bila nebêjin ku haya Rêber Apo ji vê yekê tine ye, bila nebêjin ku Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê ne di ferqa vê yekê de ye.
Paşê Wezîrê Dadê bê şerm derket û got li Tirkiyeyê hiqûq heye. Her kes bi dîtina Îmraliyê dikare fêm bike ka li Tirkiyeyê hiqûq heye, mafên mirovan heye, maf û azadiyên mirovan heye yan na. Her kes wê li rewşa Îmraliyê binêrin. Li Îmraliyê çi pêkanînê dimeşînin, heman tiştî li dijî Kurdan, li dijî civaka Tirkiyeyê jî dimeşînin. Divê ev yek baş were fêmkirin.
Di vê wateyê de tecrîd didome. Me ev yek di demên berê de dît, li her qada ku raya giştî ya Kurdistanê, neteweya demokratîk, têkoşîna neteweyî ya demokratîk bilind dibû, carcaran ku zextên raya giştî ya navneteweyî dihatin kirin dewleta Tirk dem bi dem carekê hevdîtin dida kirin û paşê bi dawî dikir. Dem bi dem di civakê de bendewarî çêdike û bi vê şerê psîkolojîk dimeşîne. Li ser Îmraliyê plana şerekî wiha psîkolojîk dikin. Ji bo wiha nebe divê çi bê kirin?
Mirov dikare çawa ji vê çerxê derkeve? Tecrîd didome. Lê me dît ku ger em têbikoşin, ger em bi israr hêza xwe li her qadê nîşan bidin, ger em paşve gav neavêjin, bi rêgezî tevbigerin em ê karibin pergala qirkirina Îmraliyê parçe bikin. Dema wê hatiye. Me ev tişt got; me got êdî dema azadiyê ye. Em di dema azadiyê de ne. Divê em nekevin nava helwesteke ji vê paşvetir. Bi mecbûrkirina hevdîtinekê em dev ji îdiaya xwe û daxwaza xwe bernadin. Di serî de Bakurê Kurdistanê divê li her qadê bi rê û rêbazên dewlemend pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê meşandin.
Bi rastî jî di pêvajoyên derbasbûyî me dît ku geşedanên girîng hatin bidestxistin. Mînak di çarçoveya pêngava azadiya gerdûnî de me xwe gihand gelên cîhanê, rewşenbîran, entellektuelan, civaka demokratîk, cîhana şaristaniya demokratîk û hwd. Me hem rastiya Rêbertiyê gihand wir û hem jî ji wan hêz girt. Pêwîst e ev bê domandin.
Divê li Tirkiyeyê inîsiyaitfa azadiyê pêş bikeve
Ya duyemîn jî, helbet bi rojeva Tirkiyeyê re niyeta her kesî hinekî zelaltir dibe. Em vê yekê erênî dibînin. Em çêtir fêm dikin û dibînin ku bi rastî li pişt gotinên kê çi heye. Kî dost e, kî dijmin e, kî bi rastî azadiya Tirkan dixwaze, kî naxwaze, kî li pey lîstikê ye… Ev hemû bi vî awayî zelaltir dibin.
Divê li Tirkiyeyê jî însiyatîfa azadiyê pêş bikeve. Li ser vê bingehê ez bang li rewşenbîrên Tirk û welatparêzên Tirk dikim. Ez bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê dikim. Bi rastî jî tiştekî wek însiyatîfa dewletê tê gotin heye û navekî wiha lê kirine. Însiyatîfa dewletê ji bo tasfiyeyê. Em jî dibêjin ji bo azadî û demokrasiyê înîsiyatîfa gel ava bikin. Bingeha vê yekê heye. Li ser vê bingehê pêşxistina têkoşîna bi hev re ya gelan gelekî girîng e. Divê mirov paşve gav neavêje, têkoşîn bê mezinkirin, weke ku tecrîd hatiye rakirin tevnegere. Me silavek girîng girt, me hêz girt, me der barê tenduristiya Rêbertiya xwe de agahî girt. Ev ji bo me bû moralek. Lê belê divê ev rewş me hîn zêdetir têxe nava têbikoşin. Çawa ku Rêber Apo li hemberî Pergala Qirkirinê ya Îmraliyê namûsa gelê Kurd, çanda gelê Kurd, bedewiya gelê Kurd û sekna azadiyê temsîl dike, divê em jî li derve li gorî vê yekê têkoşinê mezin bikin.
‘Ez çalakiya Kolnê silav dikim
Li Kolnê bi beşdariya gelê me yê ji çar parçeyên Kurdistanê îradeyek hat nîşandan. Çalakiyên li Kurdistanê bêtir xwedî taybetmendiyên herêmî ne. Lê qada ku hinekî helwesteke neteweyî temsîl dike qada Ewropayê ye. Girseya me ya li Ewropayê, ji gelê me yê Başûr, Rojava, Rojhilatê û Bakurê Kurdistanê pêk tê. rastiya me ya gel mîna nîşandana vîna neteweyî ye. Di vî warî de, bi rastî jî li Kolnê hevdîtienek bi heybet derket holê. Piştî hevdîtina Rêbertiyê çalakiyek bi vî rengî gelekî watedar e. Li wir xwedî li silava Rêber Apo hat derketin û piştgiriyeke mezin dan hevdîtina Rêbertiyê. Rastiyek wisa heye.
Weke hûn jî dizanin di meha Cotmehê de em ketin sala duyemîn a Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî. Bi vê pêngavê re sînorên di navbera her çar parçeyên Kurdistanê ji holê rabûn û di civaka me de tevgereke nû pêş ket. Rastiya gelê me yê ku ji pergala qirkirinê ya ku em pê re rû bi rû ne zêdetir haydar e. Li ser vî esasî rastiyeke wiha derket holê. Bi vî awayî ez hemû kesên beşdar bûne silav dikim û pîroz dikim. Çalakiyek serketî bû. Lê pêwîst e ev çalakî bê navber bidomin.
Têkildarî çalakiyên li çar parçeyên Kurdistanê, Rojava, Qibris û deverên din ên cîhanê pêk tên ez dikarim vê bêjim; divê bi rêbazên pir dewlemend çalakiyên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di rojevê de bihêlin bên lidarxistin û afirandin. Weke ku me diyar kir, ev kombûna bi sed hezaran e. Carinan çalakiyên cuda jî bên lidarxistin. Divê li ser vî esasî em vê têkoşînê bidomînin.
Gelê Kurd her roj girêdana rewşa xwe û rewşa Rêbertî kûrtir hîs dike. Ev mijareke pir girîng e. Ya duyemîn, metirsiyên ku şerê li Rojhilata Navîn derxistine holê hene. Weke xweparastinê ruhê xwe, nasnameya xwe, ramana xwe û weke rastiya xweparastinê jî bi rastiya Rêber Apo re digihêjin hev. Di dawiya vê pêvajoyê helbet gelê Kurd êdî di nava rastiya têkoşîna me ya 50 salî de statuya xwe dixwazin. Li ser vê bingehê ez dikarim bibêjim ku rastiyeke bi îdia, bi biryar derketiye holê.
Şer bi hemû dijwariyê xwe didome
Bakurê Kurdistanê qada şer a sereke ye. Tenê çalakiya TÛSAŞ’ê, çalakiya hevalên me Rojger û Asya di vî alî de wiha ye. Di tevahiya salê de li Bakurê Kurdistanê operasyon hebûn, hevalan çalakî kirin, pevçûn derketin, şehîdên me çêbûn.
Ev çi nîşan dide? Nîşan dide ku şer bi hemû dijwariya xwe didome. Nerast e ku mirov bi hejmarî bişopîne. Hûn nikarin bi hêzên gerîla re bi artêşên mezin re bînin beramberî hev. Ti mantiqa vê yekê tune ye. Mijara gerîlatiyê cuda ye.
Lê ez dixwazim vê bêjim. Şer ranewestiyaye, hê jî bi dijwarî didome. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev rewş heye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê HPG BÎM bi rojane û mehane bîlançoyên şer eşkere dike. Şerekî pir dijwar heye. Dewleta Tirk dibêje, “Em ketin wir, me bêbandor kirin, li Bakur gerîla nema”. ev gotin propaganda û şerê taybet e.
Li vir ez heval Asya û Rojger bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Em tevgereke ku bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê têdikoşin in. Gerîla, li ser esasê ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê hatiye avakirin. Ew ji destpêkê ve fedaî ye. Heval Asya û Rojger dnîşan dan ku şert û merc çi dibin bila bibin, teknolojî çiqasî pêşketî bin, derfet çiqasî kêm bin jî nikarin milîtanên azadiyê rawestînin. Nikarin milîtanên Rêber Apo rawestînin û pêşiya wan bigirin. Divê her kes vê yekê baş fêm bike.
Me îsal ev yek dît, me par jî di şexsê heval Rojhat û Erdal de dît. Beriya wê jî me di şexsê heval Sara û Rûken de dît.
Lê ne tenê ev. Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê û tunelan gelekî bi heybet e. Mixabin, em nikarin vê yekê bi qasî tê xwestin ragihînin civaka xwe. D çarçoveya êrîşên dijmin de, rûmeta berxwedanê pir mezin e. Berxwedaneke pir bi heybet heye. Divê ev yek pir baş were fêhmkirin.
Eger êrîş neyên rawestandin dê çalakiyên parastinê bidomin
Çalakiya hevrê Asya û Rojger ne çalakiyeke wisa ku qal bê kirin û bê derbaskirin e. Bala xwe bidin, dewleta Tirk ji xwe behitî, şaş ma. Lê em jî ji şaşbûna wan re şaş dibin. Ev şer e, şer dewam dike. Eger TUSAŞ’ê êrîşên xwe yên li ser me bidomîne, wê êrîşên nû jî bên kirin. Çima ewqas şaş dimînin ji vê re? Bila her kes bizane ku eger dewleta Tirk êrîşên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li cihên din nerawestîne, wê çalakiyên xweparastinê jî neraweste. Ez ne tenê qala êrîşên wan ên li ser gerîlayan dikim, qala êrîşên wan ên li ser gel dikim. Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gel pir giran in.
Êrîşên şerê taybet, qetilkirin, kuştinên sivîlan, gelek tişt hene. Niha li gorî aqilê xwe me wekî hêza leşkerî cuda kiriye, lê jixwe li her derê li sivîlan dide. Li Rojava çiqas sivîl qetil kir, qetil dike, li Başur çiqas sivîl qetil kir, qetil dike. Heta ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê nerawestîne, îradeya gelê Kurd qebûl neke, dev ji pergala qirkirina Îmraliyê bernede wê têkoşîn berdewam bike. Bila her kes vê bizanibe, bila kes nemîne şaş. Bila kes nebêje çima wisa dibe.
Divê her kes Asya nas bikin
Ev çalakiya hevrê Asya û Rojger jî ne çalakiyekî ku em zû ser derbas bikin e. Ez bang li her kesî bi taybet li jinên Kurdistanî, jinên ciwan û ciwanan dikim ku hevrê Asya û Rojger ji nêz ve nas bikin. Ez bang dikim ku sedemên ku her du hevreyên me çalakiyeke wiha kirine rast were fêmkirin. Bihizirin hevrê Asya endezyariya kompûterê, bernamekariya kompûterê xwendiye di dibîstanên dewleta Tirk de xwendiye, ji nava wê pergalê derbas bûye. Lê çi dibe? Lêgerîna xwe, lêgerîna nasnameya xwe, wê digihîne PKK’ê. Helwesta hevrê Asya derketineke azadiyê ya pir mezin e. Di nameya ku ji me re hiştiyê de gotiye ku dibe ez nebim weke hevrê Zîlan, wisa nêz bûye, lê hevrê Asya nûnera Zîlan a roja me ya îro ye. Divê ev yek wisa were fêmkirin, wisa were watekirin û wisa were xwendin.
Derfeta min çêbû ez hinek nameya wê vekolim, min çend car xwendin. Lêgerîneke mezin a jiyanê heye. Tişta esas ku ew gihand PKK’ê, nava têkoşîna PKK’ê pirtûka Evîna Kurd bû. Mijara sereke ya Evîna Kurd çawa bijîn e? Mijara sereke ya pirtûka Evîna Kurd ev e.
Bi xwe wisa dibêje, dema ku min cara ewil xwend min pir zêde fêm nekir çawa bijîn, lê min fêm kir divê çawa nejîn. Bi rastî jî di roja me ya îro de pir girîng e ku mirov xwedî li van pîvanan be. Binêrin di roja me ya îro de bi taybet li ser jinan, li ser ciwan û mirovan qirkirineke civakî heye. Dij jiyan heye. Em bi rastiya dij jiyanê re rû bi rû ne. Tişta ku jê re tê gotin jiyan ji xeynî jiyanê dişibe her tiştê, di rewşeke nayê pênasekirin de ye.
Bi vê wateyê heval Asya xeta Kemal Pîr jî dişopîne. Dibe hêza afirîner a jiyana ku ewqas tê hezkirin di oxirê wê de mirin li ber çavan tê girtin. Divê Asya wekî hêza jiyanê nas bikin, pênase bikin, lêgerînên wê fêm bikin, li çavên wê binêrin. Divê jinên Kurdistanê, ciwanên Kurdistanê bi çavên Asya li jiyanê binêrin. Jiyanê, jiyana li Kurdistanê wiha pênase bike. Eger wisa bibe hem em ê wateya rast bidin şehîdên xwe, hem jî ji çirava ku li nava wê hatine xirikandin derkevin. Niha li Kurdistanê pêkanînên şerê taybet dixwaze Kurdistanê vegerîne rewşa çiravê, dixwaze bifetisîne. Bala xwe bidin, li wê derê derketineke bi bedewiyeke bêhempa dike.
Heval Asya piştî şehadeta heval Laşer soz dide. Wiha dibêje, “Dema ew şehîd bû ez çûm, min cenazeyê wê kom kir. Min soz da her parçeyek wê.” Niha ez dixwazim ji vir ev tişt bibêjim gelê me, ciwan û jinan re; Li Kurdistanê xakekî ku bi xwîna şehîdan nehatibe avdan, şehîdên me lê binax nebe nîne. Di wê wateyê de pîroz e. Divê her kes li ser vê bingehê xwedî li sozên xwe derkeve. Ji ber ku heval Asya vê fermanê dide.
Heval Asya nûnertiya welatparêziyê dike. Divê hezkirina welat çawa be, xwedîderketineke çawa bibe nîşan dide. Di wê bingehê de divê ciwan bi taybet jî jin xwedî li vê wesyeta heval Asya derkevin.
Ya sêyemîn jî hezkirin, coş û heyecana wê ya mezin a ji bo jiyanê heye. Lêgerîna wê ya jiyana nû heye. Ji bo çalakiya ku kiriye dibêje, “Ev zayîna min a jiyana nû ye.” Di beşa ji bo hevalan de wiha dibêje, “Em zarokên mirî ji dayik bûne ne.” Îşaret pê dike ku di bin pergala mêtîngeriya qirkirinê de jiyanek nabe. Dibêje dibe em bihesibînin ku em dijîn lê ji wê re jiyan nayê gotin. Û zayîna xwe bi tevlîbûna li partiyê û vê çalakiyê pênase dike.
Li ser vê bingehê min bal kişand ser çend xalan, lê divê li ser van pir baş lêhûrbûn bibin û xwe, cîhana xwe ya zîhnî, cîhana xwe ya hestiyarî bi van nirxan şêwe bidin. Û tolhildêrekî mezin e. Doza hevrêyên şehîd, hevrêyên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kîmyasalan bi jehrê ketin didomîne. Dixwaze bibe temamkera çalakiyên nîvço mayî. Her ferdekî Kurd, her şoreşger divê bi îrade û lêgerîneke tiştên ku şoreşger nîvço hiştine di pratîkên xwe de temam bikin.
Divê emrê wan bixin nava emrê xwe û heta ku pergala azadiyê ava bikin, azadî bi dest bixin vê dozê bidomînin. Di nameya xwe de gotinek ji nameya Şehîd Çekdar girtiye. Gotiye, “Zarokên gelekî qehreman dibin fedaî.” Bi rastî jî wisa ye. Ev gel qehreman e, zarokên wan jî fedaî ne. Ev fedaîtî dike ku gelê me zêdetir qehreman be, zêdetir xwedî li zarokên xwe derkeve û li ser xeta wan bimeşe. Peymaneke wiha teqez pêwîst e.
Li ser vê bingehê der barê helwesta hevrê Asya, têkîliya wê ya hevrêtiyê ya bi Rêber Apo re wê bibêjim û temam bikim. Rêbertî di nivîsek xwe de jêgirtinek ji pirtûka Qaqlîbaz kiribû. Ku eger em dem û cih derbas bikin dikarin bibin hevalên rast. Hevrêl Asya hevaleke ku di lêgerînê vê de ye. Çiqas em bandora dem û cih derbas bikin, ji têkiliyên ku ew daniye derkevin em ê ewqas bibin hevrêyên rast. Bi rastî jî têkiliyên girêdayî demekî diyar, şertên diyar ku derfetên diyar afirandiye her tim derbasdar in. Bandora wê kêm e, nazik e, guhêrbar e. Lê têkiliyên ku dem û cih derbas dikin, têkiliyên ku dilsozî û hezkirina rast derdixin holê.
Heval Rojger hevalekî ciwan e. Lê taybetmendiya herî bingehîn a heval Rojger ew e ku li gel temenê xwe ya pir ciwan jî Apoyîbûyînê kiriye dilê xwe. Jixwe dibêje di dema çalakiyekî de mamekî wiha gotiye ji wî re; “Eger ku tu Apociyan digerî ne tu Apocî yî ne jî ez, Apocî li çiyayan e.” Her tim ketiye pey wê. Diyar e ku dixwaze xwe bigihîne Rêbertî, dixwaze bi rastiya Rêbertiyê re bibe yek. Bi israr wiha xwestiye tevlî partiyê bibe.
Li ser wê bingehê di temenekî pir biçûk de rûbirûyê şert û mercên giran ên têkoşînê maye. Di nava berxwedanên xwerêveberiyê de cih girtiye, li wê derê êrîşên qirker ên dijmin dîtiye, hêrs û kîna wê kom kiriye. Eger hêrs û kîn rast were nirxandin, wê zemîna dilsozî û hezkirina rast ava bike. Vaye em di hevrê Rojger de rastiyeke wiha dibînin. Ez bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikim ku hevrê Rojger ji xwe re bikin sembol, wî fêm bikin û bidin pey şopa wî.
Eger Rojger û Asya zêde bibin em dikarin wan veguherînin rastiyeke ku dijî. Tişta ku ez qala wê dikim helwesta jiyanê ye, helwestgirtina li dijî mêtîngeriya qirker e, têkoşîna li dijî wê ye, tawîz nedan e û bûyîna nûnerê fedaîyên weke Asya û Rojger, şehîdên me yên mezin e. Ev erkeke ku li pêşberî ciwanên Kurdistanê ye.
Şerê taybet didome
Pergala şerê taybet a Tirk a li hemberî me dixwaze serweriya xwe ava bike. Nîqaşan pir provokatîf dimeşîne. Mînak daxuyaniyên Bahçelî pir provokatîf in. Mînak dixwazin rewşa ku nîjadperestan sor bikin derxin holê. Bi rastî jî xeteriyeke wiha heye.
Encamên ku bi têkoşîna gelê Kurd derketiye heye. Dîsa zextekî herêmî heye, ferzkirinekî heye. Bi rastî jî li herêmê geşedanên cidî hene, dibe ku geşedanên nû çêbibin. Atmosferekî wiha heye. Rewşeke ku dixwaze pêşî lê vê yekê bigire heye. Lê her kes di rewşekî wiha de ye ku her diçe zêdetir ji wê tiştê re qeneh dibin; Dem hatiye ku ji aliyê dîrokî ve têkiliya Tirk-Kurd ji nû ve were pênasekirin. Jixwe ji ber ku ev nehat pênasekirin ev sed sal in komar di krîzê de ye. Ji ber ku komar ev sed sal in têkiliya Tirk-Kurd binav nekiriye, ev qas krîzan dijî.
Lê eger mirov bala xwe bide, ji aliyê şerê taybet ve, ji aliyê Gladioyê Tirkiyeyê ve destwerdanek heye. Di wateyê de weke jehrê xistin nava hingivînê ye. Hingivîna li vir dibe çi? Lêgerîneke çareseriyê ji bo pirsgirêkên civakî yên civakê tê xwestin. Di civaka Tirkiyeyê de krîza aborî heye, krîza çandî heye, krîza exlaqî heye. Em her roj mirinên pitikan, destavêtina li pitikan nîqaş dikin. Ev di rewşekî tirsnak de ye. Bi rastî jî aqilê me nagire. Anatolya û Kurdistan ku bi exlaq û çanda xwe tê nasîn, çawa hat vê rewşê? Ev ne rewşekî bê qebûlkirin e. Ev ji aliyê civakê ve jî rewşekî nayê qebûlkirin e. Li derekî din ê cîhanê ev bûyer bêsînor bûna, rêveberî namîne, desthilatdariya heyî namîne. Nikare derkeve pêşberî civakê. Di tarîtiyê de bimîne. Li Tirkiyeyê mekanîzmayeke ku ji her bûyer, her krîzê dixwaze par ji xwe re derxe, dixwaze civakê zêdetir li desthilatdariya xwe re bide girêdan hatiye avakirin ku eger Hîtler û Mussolînî van rojan dîtiba wê gotiban, “Aferîn me nekarî em bikin, lê Erdogan û Bahçelî vê kirin.” Bi rastî jî rewşekî wiha ye.
Tiştekî din jî ew e ku civak aştiya navxweyî ava bike. Niha têkiliya gelê Kurd û gelê Kurd, rageşî û pevçûna ku li vir diqewimin çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Di navenda pirsgirêkên aborî û pergala şerê taybet ya heyî de jî ev yek heye. Ji ber ku ji bo li dijî Kurd, li dijî şerê hebûn û azadiyê ya gelê Kurd, li dijî têkoşîna wan a mafdar şer bimeşînin, her tişt tê qirêj kirin. Derew têkelî her derê dibe, komplo têkelî her derê dibe. Tabloya niha ya li Tirkiyeyê wiha ye. Di bin pergala şerê taybet a li
Tirkiyeyê de ev heye. Divê ev yek baş li civaka Tirkiyeyê were vegotin. Binêrin mînak niha tiştên wisa tên nîqaşkirin ya Tirkê bê Kurd nabe, Kurdê bê Tirk nabe.
Rêbertî beriya 10 salan ev hevok bi kar anî. Niha Bahçelî ev bi kar tîne. Û bêşerm nabêje ku kî ev gotiye. Ev gotina Rêber Apo ye. Hûn dizanin ku PKK’ê bi encama têkiliya hevrêtiyê ya heval Hakî Karer û Rêbertiyê ava bû. PKK weke bersiva qetilkirina heval Hakî li Dîlokê, hate avakirin. Bi avakirina partiyê, ragihandina partiyê bersiv ji vê şehadetê re hate dayîn. Li ser bingeha soza ku jê re hatî dayîn, PKK hat avakirin.
Heval Hakî kî ye? Heval Hakî şoreşgerekî Tirkiyeyê yê ji Orduyê bû. Têkiliya ku Rêber Apo bi heval Hakî re danî, di heman demê de têkiliya ku Rêber Apo bi gelê Tirkiyeyê re danî bû. Têkiliyeke bi vî rengî di heman serdemê de bi heval Kemal re hate danîn. Têkiliya ku Rêbertî bi heval Hakî û Kemal re danî, rêya Şoreşa Kurdistanê û PKK’ê diyar kir. Tarzê PKK’ê diyar kir, ruhê PKK’ê diyar kir. Rêber Apo ji bo heval Hakî dibêje, “Ruhê min ê veşartî.” Hevrêtiya PKK’ê, nêzîkatiya PKK’ê ya ji bo gelan bi van têkiliyan re haveyn bû.
Ji xeynî van, Rêber Apo ji bo ala Denîz, Mahîr û Îbrahîman li erdê nehêle sond xwar. Çima sond xwar? Got ku Denîzan di sêdareyê de navê gelê min anîn ser ziman. Dema ku di şert û mercên qirkirinê de, di şert û mercên faşîzma tarî de navê gelê Kurd nedihat ser ziman, tune hatibûn hesibandin gotin bijî xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk.
Mahîr mafê tayînkirina çarenûsa gelê Kurd parast. Îbrahîm çû çiyayên Dersimê. Bi hezaran kesên wekî van hene. Bi sedan kesên ku tevlî PKK’ê bûne heye. Li ser vê bingehê Rêber Apo tu car ji demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji şoreşa Tirkiyeyê veneqetiya. Tişta ku heval Kemal kir formulasyon e, bila her kes bibihîze, bila bizane. Şoreşa Tirkiyeyê ji Kurdistanê derbas dibe. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ji Kurdistanê derbas dibe. Rêbertî di sala 1993’an de bi gotina, “Ez muxatab digerim” pêvajoya ku em tê de ne da destpêkirin.
Niha çîroka Alparslan ji nû ve vedibêjin ya, çîroka Tirk çawa ketin Anatolyayê vedibêjin. Belê, ev çîrokên rast in. Divê bêhtir wate bê dayîn. Dema Destûra Bingehîn a 1921’an, pêvajoyên 1917, 1919, 1918, 1919’an ên di avakirina Komara Tirkiyeyê de bên lêkolînkirin, wê bê dîtin ku bi rastî jî rewşekî wekhev heye. Yê ku van îfade dike Rêber Apo ye. Rastiya Rêbertî, Rêber Apo ye ku li ser van bingehan hewl dide pêşeroja civaka Tirkiyeyê ronî bike. Pêwîstiya gelê Tirkiyeyê bi rêber û lîderekî din nîne. Divê ev yek ji civaka Tirkiyeyê re bê vegotin. Rastiya ku herî zêde lîstik ser tê lîstin ev rastiya dîrokî ye.
Li dijî jahrkirina hişmendiyê hişyar bin
Di vê serdemê de şerekî îdeolojîk an jî şerekî hişmendiyê heye. Bi baldarî lê binêrin, cara ewil e ku Bahçelî evqas derdikeve pêş; behsa dîrok û felsefeya Tirkiyeyê, rêgezên avabûna MHP’ê, rêgezên Tirkîtiyê û Ziya Gokalp dike. Lê dema vê yekê dike rastî û derewê têkelî hev dike. Ya rastî venabêje. Tu dibêjî va ye rastiyê dibêje, tu hew dibînî jehrek xistiye nava wê rastiyê. Loma divê herkes li dijî jehrdarkirina hişmendiyê hişyar be.
Ya duyemîn, li ser PKK’yê êrîş şerê taybet heye. Di demên dawî de şervanên taybet û kesên ji îstîxbaratê derdixînin ser weşanên televîzyonê. Ew jî derbarê PKK’yê de hin nirxandinan dikin. Dibêjin PKK wê dewletekê ava bike, filan û bêvan. Paradîgmaya me li ser esasê parastinên Rêbertî li Îmraliyê pêşxistine diguhere. Gotina PKK dê dewletekê ava bike bi temamî derewek e, gotineke pûç e. Divê behsa vê yekê jî ji gelê Tirk re bê kirin. Ji ber ku ji xeynî civaka Kurdistanê, gelê Tirkiyeyê wekî dîn û haran lê hatine. Tevî ku ewqas pirsgirêk hene, ew tenê tirsa hatina PKK’yê li wan bar dikin. PKK ne xwedî parafîgmayeke wiha dewletparêz e. Rêber Apo çi gotibû em bi bîr bînin: “Hûn bi ava zêran jî bişon, dewlet mekanîzmaya koletiyê ye; bi dewletê azadî nabe, ev dijî prensîba min e û ez vê yekê red dikim.” Em partiya Rêber Apo ne, PKK partiya Rêber Apo ye.
Ez ê nekevim nav nîqaşa ku bila dewleteke Kurdan hebe an tune be, mesele ne ev e. Heger êrîşên qirker bi vê şîdetê bidomin wê Kurd bê çareserî nemînin. Kurdan her tim çareseriyek heye. PKK, xwe bê têkilî û bê polîtîka nahêle. Lê ji hêla paradîgmayê ve lêgerîneke wiha ya PKK’ê tune ye. PKK dixwaze demokrasiyê bi temamî ava bike, ew nûnerê sosyalîzma radîkal e; rastiya wê ya îdeolojîk ev e. Ku dijminahiya me dikin, nexwe bila kerem bikin bersiva van argumanan bidin da ku ji heq derên.
Bo nimûne te dît dibêjin DYE û Îsraîl bi PKK’ê re di nav têkiliyeke çawa de ne. Yê ku herî zêde têkiliyên wî bi DYA û Îsraîlê re heyî Erdogan e, Bahçelî ye. Partiya Bahçelî li Emerikayê hat damezirandin. Erê dijayetiya Gulen dike lê ji bo li Tirkiyeyê li dijî komunîzmê têbikoşe û têkoşîna demokratîk a çepgir têk bibe ji DYE’yê hat şandin. Va ye divê mirov van yekan jî nîqaş bike.
Tê gotin, Rêbertî tiştek destnîşan kiriye, PKK’ê qebûl nekiriye. Gelê me zane ji xwe, lê belê ji bo raya giştî, ji bo dostan û yên ku me nas nakin dibêjim. Tiştekî ku ji PKK’ê re hatiye nîne. Tiştek li holê nîne. Tiştekî ku li ser nîqaş bê kirin, bersiv jê re bê dayin nîne. Bi lîstikên şerê taybet welê dikin, ku mîna tiştek heye û PKK’ê qebûl nekiriye.
Divê çi bê kirin? Em Îmraliyê baş bişopînin, Rêber Apo baş bişopînin. Têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê bilind bikin. Li her qadê em bidin pey heqîqetê. Ji bo ya rast têbikoşin. Li ser vê bingehê xwe, mejiyê xwe ronî bikin. Naxwe ev yek dibe sedema jehrbûyînê, dibe sedema rewşeke neyînî.
Ji ber vê yekê divê bala mirovan bi giranî li ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî civakê, pirsgirêkên aboriyê, krîza civakî, fûhûş, narkotîk û qumarxaneyan be. Her roj krîzeke nû rû dide. Bi rastî jî li Tirkiyeyê rewşeke bi vî rengî ya giran heye. Em li dijî talankirina xwezayê têbikoşin. Ji bo têkoşînê çil sedem hene. Em qebûl nekin. Ev yek bêrûmetî ye. Ji bo civaka Tirkiyeyê bêrûmetî ye.
Ji bo civaka Kurdistanê eger êrîşên heyî yên qirkirin û mêtingeriyê bê qebûlkirin, bi rastî jî wê gelek tişt ji dest biçin. Eger em bala xwe bidin ser vê yekê, em karibin zemîneke civakî û siyasî biafirînin ku desthilatedariya AKP-MHP’ê hilweşînin, aştiya civakî pêk bînin, hêzên demokrasiyê xurt bikin, hingî wê gel bi hev re karibin çareseriyê peyda bikin.
Desthilatdarî nikarin çareseriyê biafirînin. Dewlet nikarin çareseriyê biafirînin. Tişta ku ew dikarin bikin çi ye? Zext e, mêtingerî ye, zordarî ye, dagirkerî ye, berjewendî ye, liv û tevgera li gorî berjewendiyên xwe ye. Ji bilî vê yekê nikarin polîtîkayê biafirînin. Ji van re jî ji xwe polîtîka nayê gotin. Di felsefeya me de hunera azadiyê heye. Ev jî ji aliyê gelan ve tê kirin, di nava rêxistiniya xwe de pêk tînin. Divê ev yek bê kirin.
Li ser vê bingehê civaka Kurdistanê divê rêxistiniya xwe xurt bike, li her qadê xwe bi rêxistin bike, bandorê li civaka Tirkiyeyê bike, agahiyê bide civaka Tirkiyeyê. Mînak her welatparêzekî Kurd divê teqez xwedî dostekî Tirk be. Divê bê vegotin, bê naskirin. Bi rastî jî mirov gelekî bi jehra şovenîzmê ketine, mirovên nezan gelek in.
Lê belê em dixwazin bi gelên Tirkiyeyê re bijîn. Li ser vê bingehê eger nêzîkatî bê nîşandan, bi hêzên demokrasiyê de li ser vê bingehê rêxistiniya pêwîst, çalakiyên pêwîst bêne kirin, dema bê em ê hîn bêhtir karibin pêşî li êrîşan bigirin.
Beriya her tiştî ez her kesên li Êlihê li ber xwe dan, têkoşiyan silav dikim, bi taybetî jî ciwanan silav dikim. Bi rastî jî hewldaneke gelekî girîng a ciwanan çêbû, li ber xwe dan. Li hemberî TOMA’yên dijmin, li hemberî êrîşan sekneke xurt hate nîşandan.
Hevalê me şehîd Ozgur Kaytalî hebû. Hevalek bû ku kedeke mezin di nava karên ciwanan de dabû. Hevalê Ozgur ji b opêşketina ciwanên Kurdistanê ya li ser vê bingehê kedeke mezin da. Careke din di çavên me de ew lekecana hevalê Ozgur.
Bi rastî jî zarokên agir vegeriyan. Diyar e çiqas zext hebe, çiqas komkujî hebe, çiqas lîstik hebin jî ciwanên Kurdistanê xwe ji xweliyên xwe ava dikin. Kes nikarin bi wan gavê paşve bidin avêtin. Lewma bi hezkirin wan silav dikim. Divê ciwan karibin çalakiyên xwe bênavber dewam bikin.
Wateya qeyûm bicihkirina kesên ne guncaw li şûna kesên nekarîn wezîfeya xwe bi cih bînin. Lê belê li Kurdistanê ya ku tê kirin ev nîne. Li Kurdistanê dagirkerî heye. Li gorî hiqûqa mêtingeriyê polîtîkaya dagirkeriyê heye. Hiqûqa mêtingeriyê heye. Li hemberî polîtîkaya qeyûm, li dijî polîtîkaya dagirkeriyê li Kurdistanê nerazîbûn heye. Me li Wanê dît, kêm jî be me li Colemêrgê dît. Vaye em li Mêrdînê dibînin. Me li Esenyûrt a Stenbolê dît. Nerazîbûnek heye.
Gel dibêje destwerdan li mafê min ê hilbijartinê tê kirin. Dibêje, tu dest li mafên min ên demokratîk werdide. Yên hinekî zane dibêjin, ‘Tu destûrê nade min ku xwe bi xwe bi rê ve bibim’. Lê belê bi esasî divê ev yek baş bê dîtin. Di vir de kiryareke mêtingeriyê heye. Di sedsalên 19 û 20’emîn de mêtingerî li cihê ku diçû, waliyê xwe tayîn dikir. Ev yek niha li Kurdistanê bi giranî li dijî rêveberên Kurd tê kirin. Kiryareke mêtingeriyê heye, dagirkerî heye. Şaredarî têne dagirkirin. Bi hiqûqa mêtingeriyê têne dagirkirin.
Dibêjin, ‘Em li gorî nasnameya etnîkî siyasetê nekin’. Dibêjin ‘DEM Partî vê dike, Kurd siyaseta etnîkî dike’ filan û bêvan. Rejîma li Tirkiyeyê bi xwe siyaseta etnîkî dike. Ji bo her kesên li Tirkiyeyê dibêje Tirk e. Hewl dide her kesî bike Tirk. Ji her derê re waliyên Tirk tayîn dike. Ya ku di vir de siyaseta entîkî, nijadperestiyê dike, dewlet bi xwe ye. Kodên siyasî yên dewletê bi vî rengî ne. Kes vê nabêje.
Li vî welatî tiştê ku bi destê Tirkan dikeve, lê bi destê Kurdan nakeve çi ye? Kurdan nekariye Kurdîtiya xwe bi dest bixe. Belê dikare her tiştî bi dest bixe. Dikare bibe patron, bibe karsaz, walî, polîs, serokkomar. Dikare bibe her tişt. Lê belê dema ku Kurdbûna xwe înkar bike dikare bibe ev hemû. Dema ku dest ji nasnameya xwe berde dikare bibe ev hemû. Dema ku serî li ber Tirkbûyînê bitewîne dikare bibe ev hemû. Ev jî bi sînor e.
Dixwazim careke din destnîşan bikim. Di vir de nêzîkatiyeke mêtingeriyê heye. Kiryareke mêtingeriyê heye. Divê ev yek bi vî rengî bê fêhmkirin. Li ser vê bingehê divê têkoşîneke radîkal bê meşandin. Careke din têkoşîna Ciwanên Kurdistanê ya li ser vê bingehê silav dikim.
Eger li Kurdistanê wê berxwedanek hebe ev yek li gorî rastiya Rêber Apo bi pêş dikeve. Di rastiya Kurdistanê de keleha berxwedanê, rastiya Rêbertî ye. Her kes hêza xwe ji wir werdigire. Çavkanî ew e, ronahiya me ya jiyanê ew e. Ji bo ciwanan jî bi vî rengî ye. Lewma divê hîn bêhtir bala xwe bidin ser wê derê. Kes nikare ciwanên Kurdistanê, ciwanên dilsozê Rêber Apo têk bibe. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku wê têkoşîna xwe dema pêş jî dewam bike. Em bi Ciwanên Kurdistanê piştrast in.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê girîng e. Konjonktura em tê de ne, şert û mercên şer ê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn vê yekê hîn girîng dike. Çima? Ji ber ku li her devera cîhanê tundiya li dijî jinê dewam dike. Lê belê li Rojhilata Navîn, bi taybetî li deverên ku şer lê giran e, berdêl û barê herî giran li ser milê jinan e, herî zêde jin êşê dikişînin.
Di nava herikîna asayî ya jiyanê de tundiya aborî, zexta mêr a ji çanda serweriyê ya mêr, çanda destavêtinê heye. Ji bilî vê yekê li qadên ku şer diqewime tundiyeke gelekî giran li jinan tê kirin. Li Rojava, li cihên ku çete lê ne di nûçeyan de jî tê nîşandan. Ev yek kêm caran tê nîşandan. Ji xwe herêma dagirkirî ye, qada çete lê ne, agahî jê nayê. Mirov nizane bê çi li wir diqewime. Vaye drama jinên Fîlîstînî ya di şerê Fîlîstîn-Îsraîlê de li ber çavan e. Bi rastî jî cîhana bi mejiyê serweriya mêr divê bê hilweşandin. Me bi dirûşma ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê’ dest bi vê pêvajoyê kir.
Em ber bi dawiya çaryeka destpêkê ya sedsala 21’ê ve diçin. Bihinêrin hilbijartina Trump a li Emerîkayê yek ji navên sembolîk ên serweriya mêr û zayendîperest e. Gav bi gav cîhan dibe qadeke welê ku jiyan lê zehmet e. Di serî de jin em bang li her kesî dikin ên ku li jiyaneke demokratîk, wekhev û azad digerin ku çanda jinê, cîhana jinê fêhm bikin û li ser vê bingehê berê xwe bidin paradîgmayeke nû. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê ya ku dixwazim bînim ziman bi esasî ev e.
Sîstema heyî, sîstema bi serweriya mêr, sîstema modernîst kapîtalîst, şaristanî, bi giştî çanda bi serweriya mêr mirov dikare bi vî rengî binirxînin. Modernîteya kapîtalîst asta herî bilind a vê yekê ye. Sîstema dewletparêz a beriya 5 hezar salî hate bikaranîn, dema ku gihîşt dema modernîteya kapîtalîst derbasî asta herî bilind bû. Bi rastî jî hem bi karakterê xwe yê hiyarerşîk hem jî bi aliyê xwe yê serweriya mêr ji mirovahiyê re qadeke jiyanê nahêle. Bi rastî jî eger li dijî tundiya li jinê wê têkoşînek bê meşandin, bang li her kesî dikim ku berê xwe bidin cîhaneke cuda, paradîgmayeke nû. Ji bilî vê yekê rêyeke din a rizgariyê nîne.
Bi tedawiya pansûmanê, bi tiştên lokal nabe. Mînak malbata tê zanîn ku weke malbata pîroz jî tê naskirin, bûye qadeke welê ku rojane tundî lê tê afirandin, li jinê tê kirin Lewma divê em berxwedana xwe xurt bikin. Ji aqlê heyî yê mêr, ji aqlê serweriya mêr ji bo cîhanê, ji bo jinan çareseriyek peyda nabe. Lewma ya esasî ew e ku mirov giraniyê bidin ser karekî fikrî. Divê jin hîn bêhtir karibin bixebitin, kûr bibin, lêkolîn bikin. Divê çareyê di kesayetiya xwe de bibîne. Ev hêza jinê heye. Ji xwe mejiyekî din nikare ji van pirsgirêkan re çareseriyê peyda bike.
Ji ber ku li Kurdistanê şer heye, li Tirkiyeyê polîtîkayên ji bo têkbirina civakê bi zanebûn tê meşandin. Di nava civaka kevneşop de ewqasî tundî nîne, şerm e. Şerm e ku mêrek li jinekê bixe. Şerm e ku berê xwe bide tundiya li dijî jinê, biçûk tê dîtin. Civak vê qebûl nake.
Lê bala xwe bidin ser, roj nîne ku jin lê nehatibe qetilkirin. Roj nîne ku li naverastê li jinê nayê xistin. Roj nîne ku li naverastê destdirêjî û destavêtin li jinê nayê kirin.
Qadên jiyana civakî bi bûyerên berevajî exlaqê civakê tijî bûne. Bi vê wesîleyê bang li jinên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dikim. Bila zarokan nînin vê cîhanê. Zarokên ku nikaribin wan mezin bikin, çima tînin vê cîhanê? Veguheriye travmayeke civakî.
Ji sîstema ku jinê bi trajedî, şikestineke bi vî rengî re rû bi rû dihêle, gelo em dikarin çi bibêjin? Di rewşa heyî de bi rastî jî divê jin zarokan nîne vê cîhanê. Eger zarokan tîne, divê şert û mercên wê jî biafirîne.
Ji bo azadiyê pêwistî bi rêxistiniyê heye
Eger bi wesîleya 25’ê Mijdarê jin wê li hemberî tundiya li hemberî hevzayenda xwe nîşan bide, ev yek divê li ser bingeha xweparastinê be. Ev yek ji bo jinan nebe nabe.
Dirûşma demekê hebû, digotin ‘Tu yê ti carî bi tenê nemeşe’. Divê jin ti carî bi tenê nemeşin. Divê rêxistinî bin, bi hev re bin, bi hev re biryarê bidin, parastina xwe bi hev re bikin. Ev yek mijareke bingehîn e. Ya ku modernîteya kapîtalîst, mêtgingeriya qirker dike, cudakirin e, parçekirin e û li ser vê bingehê teslîmgirtina jinê ye, şikandina îradeyê ye, destavêtin e. Vê yekê bi rengekî fîzîkî nabêjim. Ew jî heye. Ji xwe di cewhera wê êrîşa fîzîkî de teslîmwergirtin heye, daxwaza teslîmwergirtina îradeyê heye. Ji ber vê yekê dest diavêje. Di bingeha destavêtinê de daxwaza xwedîbûyîn, milkbûyîn, kolekirin heye.
Ji bo azadiyê pêwîstiya me bi rêxistiniyê, afirandina qadên xwe yên azad û parastina xwe heye. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê bang li jinan hemûyan dikim ku li ser vê bingehê rêxistiniya xwe mezin bikin, li dijî her cûre êrîşên desthialtdarî, serweriya mêr, faşîst, nijadperest û zayendîperest têbikoşin.
Beriya her tiştî cejna 27’ê Mijdarê li Rêber Apo pîroz dikim. 27’ê Mijdarê li gelê me, jinan, ciwanan pîroz dikim.
46 sal demeke gelekî dirêj e. Hema bibêje nîv sedsal e. PKK’ê mohra xwe li dîroka Tirkiyeyê xist. Ji wir rabû û veguherî tevgerekê ku Rojhilata Navîn ava dike. Di vê demê de bêyî dîtina PKK’ê kes nikare li Rojhilata Navîn siyasetê bike. Bêguman a ku em gihandin vê astê berxwedana bi heybet a şehîdên me yên leheng bû. Bi vê wesîleyê şehîdên mezin ên PKK’ê, hemû şehîdan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
Tevgereke ku dema li Kurdistanê pel jî nedihejiya rabû, bi girse, hêz, derfet, hêza xwe ya fikrî, paradîgmaya xwe, bi dostên xwe wê cîhanê biguherîne. Peyama me ya bingehîn bi vî rengî ye. Hêza PKK’ê ji bo vê yekê heye. Biryardariya xwe jî heye, îradeya xwe jî heye.
Dibêjim, sala 47’an wê mîna sala 46’an bibe qada têkoşîneke gelekî bi heybet. Bang li her kesî, welatparêzên me, dostên me, jinan, ciwanan dikim ku bi rengekî çalak tevlî vê têkoşînê bibin, bibin xwedî wate û azad bibin.