Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tê ragirtin û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di heman girtîgehê de tên ragirtin 2 salan zêdetir e tu agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din tên kirin jî bi hinceta cezayên “dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Dadgeha Înfazê ya Ceza ya Bûrsayê ku bersiva serlêdana parêzeran da, bi hinceta qedexeyeke din a malbatê û parêzeran serlêdan qebûl nekir. Hevserokê Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran tecrîda li Îmraliyê kûr dibe û rewşa agahî negirtinê ji Ajansa Mezopotamyayê Mujdat Can re nirxand, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek krîz hene, çareserî jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
Baran, diyar kir ku ji bo tecrîd bi dawî be divê civak bikeve nava liv û tevgerê û wiha got: “Êdî divê ne tenê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin divê azadiya wî ya fîzîkî jî pêk bê.”
2 sal 3 tu agahî ji wan nayê girtin
Baran, bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û anî ziman ku 27 meh in bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Baran, bi lêv kir ku desthilat bi polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hem bi awayekî fîzîkî hem jî psîkolojîk zextê dike û diyar kir ku desthilat hebûna xwe li ser tepisandin û zextan li ser civakê ava dikin.
Çima ‘Fikir di bin tecrîdê de ne’?
Baran, anî ziman ku li dijî Rêberê PKK’ê tenê tecrîdeke fîzîkî nayê pêkanîn û wiha got: “Fikrên birêz Abdullah Ocalan, perspektîfa wî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û di encama vê perspektîfê de rastiya di bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê de derkeve holê wê dawiya desthilata heyî bîne. Ne tenê desthilata heyî dê dawiya pergala ji destpêka komarê ve xwe li ser tunehesibandinê ava dike jî bîne.”
Tecrîd rê li ber şer vedike
Baran ê got “Birêz Ocalan ne tenê ji bo kurdan di statuya rêberê gel de ye, êdî di statuya rêberê gelan de ye” axaftina xwe wiha domand: “Tecrîd li dijî daxwaza kurdan a xwerêvebirinê ye ku bi taybetî li Sûriyeyê derketiye holê û hewldanên pêşîgirtina li hewldana kurdan a ji bo azadiya xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê ye. Bi geşedanên siyasal ên dawî re agahî negirtina ji birêz Ocalan, civakê, kurdan û gelên Rojhilata Navîn ber bi krîz û şeran ve dibe.”
‘Krîzên piralî kûr dibin’
Baran, anî ziman ku rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî li dijî tecrîdê ne hestiyar in ev yek jî rê li ber krîzên piralî vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema bi birêz Ocalan re têkilî hate danîn, weke muxatabê pirsgirêkên civakî nêrîna wî hate wergirtin, me bi dehan caran dît ku civakê çawa bêhn stand. Me bi awayekî şênber encamên vê dîtin. Bi taybetî civaka kurd, saziyên demokratîk ên kurd, partiyên siyasî ji 7 salî heta 70 salî ne tenê ji bo rakirina tecrîdê divê ji bo azadiya fîzîkî pêk bê pêşengtiyê bikin.”
Bandora tecrîdê
Baran qala bandora tecrîdê kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke gel, desthilat an jî rêveberiyeke welatekî diyar bikin, xwediyê vê hêzê bin dê hêza wan têra rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan jî bike. Divê her kes têkildarî tecrîda li ser birêz Ocalan zextê li desthilatê bike, di raya giştî ya cîhanê de dengekî derxîne û di encama vê yekê de divê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pê bê.”