Divê Kurd weke hêzeke mezin a ku di 20 salên bihûrî de guherandinên mezin di qada siyasî-civakî ya Rojhilata Navîn de çêkirine bêne dîtin. Serok Ocalan di Manîfestoya Şaristaniyeke Demokratîk de wiha dinivîse:” Dema me ji bo doza rewa ya Kurd dest bi xebatê kir, Tirkan gorek durist kiribûn û li ser kêliya wê wiha nivîsîbûn:” Me li vira xewina Kurd û Kurdistanê binax kiriye.”
Gere rêber, partiyên siyasî û hemû Kurd vê rastiyê bizanîbe ku hê jî Tirk wê xewnê dibînin, lê êdî sala 2025an nêz e û jî sedî sed biser nakevin, bes divê aliyên Kurd jî haydar bin ku;
- Heyet El-Tehrîr Şam bêpiştgîriya Tirkiyeyê dest bi karekî wiha li Sûriyeyê nekiriye, li hemberî wê yekê gelo dema wê nîne ku rêxistin, partiyên siyasî û kesayetiyên Kurd jî dest bi xebateke nû di asta ‘Kurdistana mezin’ de bikin?
- Çima rola yekê ya azadkirina Sûriyeyê nedane aliyê Kurd yê xwedî hêzeke demokratîk, lê Mihemed Colanî bi pêş General Mezlum Ebdî xistin ku tim banga diyalog û aştiyê kiriye û li ser wê rêbaza pîroz bedewame?
- Çima di 11 rojan de kesekî terorîst ku 10 milyon dolar ji girtin an kuştina wî re dabûn diyarkirin bû Mandêla û Che Guevarayê qadê, lê fîlsofekî weke Ocalan yê rewşenbîr, zana, azadîxwaz û evîndarê aştîxwaziyê ji sala 1999an û şûnde hê jî di girtîgeha dîktatorekî de ye ku mîna Beşar El-Esed xwedî sedan dosyayên kuştin û binpêkirina mafên mirova ye? Çima înkarker û aşîtxwaz ji hev nayêne cudakirin?
- Çima rêxistina takane ya ku têda jin û hemû beşên civakê xwedî mafên xwe yên rewa û demokratîk in ji hêla zilhêzên cihanê ve nayên dîtin lê endamekî DAIŞê weke mîratgirê rejîma dîktator a Şamê bi pêş dixînin? Kîjan aliya zêdetir têkoşîn kirine?
- Çima deng û banga rêberên PKKê yê aştîxwaziyê nayêne bihîstin lê hemû rojê girtîgehên Tirkiyê tije azadîxwazên Kurd û dîktatorekî weke Erdogan bi gef û tehdîdan welatên zilhêz şiyar dike?
- Divê Kurd weke xwe bêne dîtin û hêza wan tevî hemû rêxistinên wan yên di qada Kurdistana mezin de ji hêla welatên mezin weke mirovekî azad û xwedî nasname bê dîtin. Tenê yekîtîya Kurdan dikare rewşa îro li welatê wan bigûherîne.
- Di serî de pêwîste Amerîka, Îsraîl û hemû dewlet Kurdan weke hêzeke xwedî kargerî ji xwe re hevpeyman bibînin. Ji bo vê yekê jî divê hemû aliyên Kurd stratejiya xwe ya nûdem bi nasnameke kurdistanîtir bidin diyarkirin. Hingî tu guman tê de nîne ku yê her alî Kurdan û hêza wan a demokratîk di qada siyaseta cihanê de bibînin.
- Pirsa Kurd neteweyî û berevajî ya gelek rêxistinên selefî-îslamî di Rojhilata Navîn de îdolojîk nîne. Ji ber wê jî dehan caran tevkujî li Kurdistanê çêbûne. Gelo haya wan zilhêzên cihanê ji dîroka Kurdan a azadîxwaziyê heye?
- Êdî qet û qet nabe Kurd di peywendiyên xwe yên dîplomatîk û hevkariyê de ne destûrê ji aliyekî bistînin û ne jî ji bo parastina destkeftên xwe sînorekî ji xwe re diyar bikin. Berî her welatekî gere bi awayekî aşkere û bêşerm tevî Îsraîl bikevin nava têkeliyên siyasî. Ji ber ku Kurd û cihû ji hezaran sal berê heta roja îro xwedî têkeliyên civakî bûne. Ji bo vê yekê 500 hezar Kurdên Îsraîlê dikarin bibine pira di navbera Îsraîl û Kurdistanê de.
- Dîktatorê di rêza sêyê de li pey Sedam û Beşar Esed de Xaminêyî ye û bi kiryarên xwe yên hovane mehkûmî têkçûnê ye. Bila di bîra herkesî de bimîne ku piştî Şoreşa Jin Jiyan Azadî ya ku ji rojhilatê Kurdistanê dest pêkiriye text û payên Komara Îranê lerziyane. Di hemû temenê 45 salên wê dewleta totalîter de şoreşa Jîna Emînî bêtir ji hemû şoreşên salên berê rûkinên bingehîn yên rejîmê xistine lerzê. Gelo destkeftên Kurdan yên siyasî tevî bedelên giran têr nakin ku him em baştir hêza xwe ya hev-negirtî binasin û him jî dewletên mezin meşrûyeta xebata me ya siyasî û xwedê temenekî dûr û dirêj biqasî sedan salan binasin?
Û pirsa min a dawiyê eve: Êdî çi maye ku Kurd bikin ku weke xwe bêne dîtin?