Endama lijneya navendî ya jinan a heremên demokratîk a DEM Partiyê Zeynep Sîpcîk, têkildarî polîtikayên xespê yên qeyûman û di serdema nû de bipêşxistina polîtîkayên jinan û jinûveavakirina saziyên jinan axivî.
Qeyûmên ku di serdema Rewşa Awarte (OHAL) de bi daxuyandina KHKyan (Biryarnameyên bi Hukmê Zagonan) şandin şaredariyan navendên şêwrê yên jinan ên di bin banê şaredariyan de hat girtin an jî bêhêzkirin. 3 stargehên jinan ên şaredariyên Amedê hatin girtin. Herwiha qadên jiyana azad ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî ji aliyê qeyûm ve hatin girtin. Piştî tevahiya navendên ku li bajarên Kurdistanê ji ber pêvidiyan hatibûn vekirin hatin girtin. Dema ku jin bi tundiyê re rû bi rû bimînin, ti navendên şêwrê yan jî stargehên jiyanê yên ku serî lê bidin nemane. Hejmara mirinên biguman û kuştin jinan nayê zanîn. Di serdemekê de saziyên civaka sîvîl ên têkildar nikaribûne çavdêriyan bikin, di raporan de cih bidin van hejmaran û xebatên rêgirtina li ber kuştinan jî hatine astengkirin. Ji ber ku navendên şêwrê û SCS ên ku xebatên bergiriya li tundiyê û têkoşîna li dijî tundiya li jinan dikin hatin girtin.
Em têkildarî polîtîkayên xespê yên qeyûman, tundiya li ser jinan, projeyên ku li 45 bajaran îmze kirine û mebesta bajarên jinan bi Zeynep Sîpcîk re axivîn.
Zeynep Sîpcîk da zanin ku wan di bin banê şaredariyê de gelek saziyên piştevaniya jinan ava kirine û got: “Wek tê zanîn di rêveberiyên xwecihî de li cîhanê cara ewil wek tevgera jinên kurd me pergala hevserokatiyê xist meriyetê û bi vê pergala wêrek me feraseta yekparêzî ya li rêveberiyên xwecihî serobino kir û bi vê pergalê me di serî de armanca avakirina mekanîzmayên têkoşîna le hember tundiya li ser jinan danî pêşiya xwe û di bin banê şaredariyên me de gelek saziyên jinan hatin vekirin. Saziyên piştevaniya jinan, stargehên jinan, kooperatifên jinan, saziyên tenduristiya jinan, kreşên pirzimanî, saziyên çand û hunerê yên jinan, navêndên werzîşê yên jinan, malên kincşûştinê, pirtûkxaneyên jinan û hwd. Bi hezaran jinan ji van sazî û xebatan sûd werdigirtin û wek kirde nasnameyên xwe yên polîtîk ava dikirin.”
‘Hedef têkoşîna jinan e’
Zeynep Sîpcîk di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em dikarin bibêjin ku sedema tayînkirina qeyûman destpêkê hedefgirtina pergala hevserokatiyê bû. Jixwe di hinceta tayinkirina qeyûman de, pergala hevserokatiyê hebû. Piştî qeyûm hatin tayînkirin ewil berê xwe dan saziyên jinan. Bi hezaran jinên kedkar û polîtîk bi KHKyan ji kar derxistin û gelek saziyên jinan girtin û yên ku negirtin jî li gorî feraseta pergala baviksalarî wan veguherandin saziyên pişaftin û cihên avakirina nasnameya jinên bindest û kole. Midûriyeta polîtîkayên jinan ên hatin girtin an jî mêr li dewsa wan hatin diyarkirin, dest danîn ser dosyayên serlêdanên jinên ku tundî li wan hatibûn kirin. Sazî û dezgehên jinan ji saziyên pişaftinê re hatin hîbekirin. Park û qadên bajêr ên ku navê jinan li wan hatibûn kirin, hatin guherandin. Her wiha em dikarin bêjin ku xespa qeyûman ne tenê li îradeya hevşaredarên ku ji peywirê hatin girtin û saziyên jinan ên ku hatin girtin ve hat tayînkirin, di heman demê de li îradeya hemû jinên wî bajarî hat tayînkirin. Li wan deran di demeke pir kin de tundiya li ser jinê bi awayekî cidî pir zêde bû, êrişên cinsî ya li ser jin û zarokan, bikaranîna madeyên hişbirê, fihûş bi awayekî berbiçav pir zêde bûn. War û bajarên ku ji aliyê qeyûman ve hatin xespkirin di serî de ji bo jinan û pê re ji bo zarok û ciwanan bi her awayî di alî ewlehiyê de bû sedema jiyaneke gelek bifikar.”
‘45 şaredariyan ‘belgeya helwestê’ îmze kir’
Zeynep Sîpcîk destnîşan kir ku wan li gelek bajaran malên piştevaniya jinan, komisyonên wekheviya jin û mêran ava kirine wiha pê de çû: “Me cardin beşa serokatiya polîtîkayên jinan, gerînendetiya jinan û yekîneyên jinan li şaredariyan xistin meriyetê. Di vê çarçoveyê de ji bo hişyarkirina li ser têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan, temînkirina piştgiriya psîkososyal û xurtkirina wekheviya zayendî me navendên hevgirtina jinan û jiyanê vekirin. Ev navend ji bo jinên ku tundî li wan hatiye kirin an jî di bin xetereyê de ne piştgiriya psîkolojîk, rêberî, rêberiya hiqûqî û xizmetên piştgiriya civakî didin û ji bo wan projeyan bi pêş dixin. Projeyên me yên ku me di nav van 18 mehan de kiriye ev in: 25 navendên piştevaniya jinan hatin vekirin; 41 navendên jiyanê yên jinan hatin vekirin; 28 navendên bêhnvedanê hatin vekirin. Di dema tundiyê de ji bo jin bi lez xwe bigihînin xeta şîdetê dîsa hat aktîfkirin. Meclisên jinan ên şaredariyan xwe wekî pratîkek ji bo îdiaya me ya rêveberiya demokratîk û kolektîf ji nû ve ava kir. Komîsyonên wekheviya jinan hatin avakirin. Yekîneyên perwerde û polîtîkayên jinan û atolye ji bo hilberîn û perwerdehiya jinan hatin avakirin. Li hemberî bajarên ku ji aliyê aqilê mêr ve bi beton û rengê gewr hatine avakirin de park û qadên kesk ên jinan hatin zêdekirin.
Li 45 şaredariyên me ‘belgeya helwestê ya li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî’ hat îmzekirin. Hem mihrîcanên hunerî ya jinan hatin lidarxistin hem jî mihrîcanên keda jinan hatin lidarxistin.”
Li dijî xizaniyê jiyana komunal
Zeynep Sîpcîk herî dawî bal kişand ser pêvajoya civaka demokratîk a ku bi banga rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin rola rêveberiyên xwecihî ya di pêvajoyê de û got: “Em dizanin ku aştî û civaka demokratîk bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk mimkun e. Têgihîştina aştî û civaka demokratîk xeleka tundîtiyê ya ku ji hêla zayendperestî, olperestî, mîlîtarîzm û serdestiya mêran ve çêdibe dişikîne, deriyên li ber edalet, azadî û aştiya mayinde vedike û jinan wekî hêza pêşeng a veguherîna civakî digire nav xwe. Wek jinên ku di warê rêveberiya herêmî ya demokratîk de têdikoşin, em rol û mîsyona xwe di avakirina aştî û civaka demokratîk de dizanin û em dizanin ku rêveberiyên herêmî bingeha avakirina civakên demokratîk in. Li ser vî esasî çawa ku di nav 19 mehan de li gel hemû pirsgirêken aborî û astengiyên feraseta baviksalarî ewqas kar û xebatên jinan hatibe meşandin dê bi heman baweriyê zêdetir were meşandin. Mînak, wê li hemû war û bajarên me saziyên jinan bikevin meriyetê. Li hember xizaniyê wê têkoşîna me bi ruhê avakirina hilberîna çanda komunal zêdetir berdewam bike. Dê kampanyayên mê yên têkoşîna li dijî tundiya li hember jinê berdewam bike. Niha 5 bajar wek bajarên jinan hatine diyarkirin û armanc ew e ku hemû cih û war di demeke kin de bibin bajarên jinan. Ji bo ev yek pêk were wek rêveberiyên xwecihî bi hemû dînamîkên jinan re me dest bi civîn, hevdîtin û derxistina projeyan kiriye, em ê berdewam bikin.”
