Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Suriyeyê bi hevkariya Meclisa Suriyeya Demokratîk (MSD) dê di 10’ê gulanê de bi dirûşmeya ‘Efrîn di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye û berjewendiyên navneteweyî’ li kampa Berxwedanê ya li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê komxebatek li dar xist. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser ‘Zoom’ê tev li komxebatê bû.
Mazlûm Ebdî di destpêka axaftina xwe de behsa siyaseta dewleta tirk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û li tevahiya Suriyeyê kir û wiha got: “Dewleta tirk bi êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ne tenê tunekirina HSD`ê armanc dike, dixwaze hemû herêman dagir bike, demografyaya herêmê biguherîne, dîroka gelên herêmê tune bike û gel qir bike.”
Ebdî her wiha teqez kir ku pêwîst e gelê Suriyeyê li hember dagirkeriya tirk helwesteke hişk nîşan bide û wiha domand: “Kiryarên dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yên dagirkirî, ne rewa û ne hiqûqî ne. Ev kiryar û binpêkirinên ku dikevin aste destdirêjî, zêdegavî û sûcên şer, divê neyên rewakirin. Divê gelê Suriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li hember van sûcan bêdeng nemînin”.
Fermandarê giştî Ebdî bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku helwesteke zelal li hember siyaseta dewleta tirk a dagirker nîşan bidin û wiha got: “Divê Rûsya û Amerîka bi rola xwe rabin û helwesteke zelal li hember siyasetên dagirkirinê yên dewleta tirk nîşan bidin.”
Mazlûm Ebdî diyar kir ku HSD li dijî dagirkeriya tirk disekine û wiha pê de çû: “Em ê hertim li hember van siyasetan bisekinin. Em ê planên dagirkeriyê têk bibin. Dewleta tirk ji dema destwerdana Suriyeyê kiriye, heta niha dixwaze planên xwe bi encam bike. Lê belê berxwedana gelê me li hember dagirkeran, encamên ku li xweşiya dewleta tirk nayên bi xwe re anîn. Em ê di aliyên dîplomatîk, siyasî û leşkerî de kar bikin da ku planên dewleta tirk vala derxin.”
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî berxwedana koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê silav kir û got: “Şêniyên Efrînê ji beriya 4 salan ve li hember planên dagirkeriyê li ber xwe didin. Divê berxwedana xwe dewam û mezin bikin. Dagirkirina Efrînê komployeke navneteweyî bû. Em ê tevî şêniyên herêmên dagikirî, Efrîn û herêmên din rizgar bikin. Sedemên derengmayîna rizgarkirina Efrînê hene, em hewl didin wan derbas bikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê xebatên cidî pêwîst dike.”
Mazlûm Ebdî bang li gelê kurd û hemû hêzên siyasî kir ku helwesteke hevpar nîşan bidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê gelê kurd xwedî helwesteke hevpar be. Divê hemû hêzên siyasî yên kurdî bibin xwedî yek helwest. Divê helwesta hêzên siyasî yên kurdî û gel yek be.”