24 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DYAyê li Idlibê serçeteyekî DAIŞî kuşt

CENTCOMê ragihand ku "Di operasyoneke ewlehiyê li gundewarê Idlibê yê Sûriyeyê de endamekî payebilind ê DAIŞî hat kuştin."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di 19ê Tebaxê de li gundewarê Idlibê yê Sûriyeyê operasyoneke ewlehiyê pêk aniye û ev tişt hat gotin: “Hêzên CENTCOMê di 19ê Tebaxê de li bakurê Sûriyeyê êrişek asîmanî pêk anî. Di encamê de endamekî payebilind ê DAIŞê ku veberhênerê sereke ya plankirina êrişên dijî Sûriye û Iraqê ye hat kuştin. Peywendiya wî bi tevahî endamên tora DAIŞê li herêmê re hebû û wê jî gefên yekser dijî hêzên Amerîkayê, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta nû ya Sûriyeyê dixwarin.”

Girêdayî mijarê fermandarê CENTCOMê lîwa Brad Cooper got, “Em ê li tevahî herêmê bi xurtî bi ser terorîstên DAIŞê de bigirin. Bi hevkariya şirîk û hevalbendên me, CENTCOM di pabendbûna xwe ya têkbirina mayînde ya DAIŞê û parastina xaka Amerîkayê de sabit dimîne.”

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, operasyon derdora saet 02.00an sibehê pêk hatiye. Helîkopter û balafirên bêmirov parastin dikir. Hêzên Amerîkayê bi xwe êriş pêk anîn.

Şahidan jî aşkera kir ku operasyon ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve dest pê kiriye, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) heta vê kêliyê der arê operasyona ku ji herêmê de dest pê kiriye tu agahî parve nekirin.

Pantagonê di Tîrmehê de ragihandibû ku li parêzgeha Idlibê êrişek pêk aniye, bi wê re serçeteyekî mezin ê DAIŞê û 2 zarokên wî yên DAIŞî hatine kuştin.

Ji salan ve Idlib û herêmên din ên di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne cih û wargehên serçeteyên DAIŞê ne. Hêzên Amerîkayê di 2019an de serçeteyê berê yê DAIŞê Ebû Bekir El Bexdadî li gundê Barîşa yê Idlibê kuştibû û di 2022yan de şûngirê wî Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî kuştibû.