16 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

DYAyê biryara destwerdana li dijî Îranê taloq kiriye

Li gorî çapemeniya Amerîkî, Rêveberiya DYAyê biryara destwerdana Îranê di encama guftûgoyên bi çavkaniyên li qadê û hevpeymanan de taloq kir. Hin çavkanî jî destnîşan dikin ku DYAyê ji bo amadekariyan bike ev gava taktîkî avêtiye.

Li gel berdewamkirina serhildana gelên Îranê û êrişên rejîmê yên li dijî xwepêşandanan nîqaşên helwesta hêzên derveyî didome. Li ser nerazîbûnên gelek welatan û peyamên DYAyê îhtîmala destwerdanek li dijî rejîmê anî rojeva cîhanê. Lê di 15ê Çile de Serokê DYAyê Donald Trump bi daxuyaniyekê îdia kir ku rejîma Îranê biryara darvekirina çalakgeran betal kiriye û dê êrişan bisekinîne. Çapemeniya Amerîkayê ket dû sedemên biryara taloqkirina destwerdana li dijî rejîma Îranê.

Li gorî agahiyên Axîosê ji çavkaniyên Amerîkî, Îsraîlî û Ereb ên dîplomasiyê girtine, DYAyê biryara destwerdana li dijî Îranê taloq kiriye.

Li gorî çavkaniyan Qesra Spî bi hevpeymanên xwe yên herêmê û çavkaniyên îstîxbarî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn nîqaş meşandine. Di nûçeyê cih dide gotina çavkaniyê Amerîkî ya wekî, “Tiliya Trump li ser tetikê ye û ji destwerdanê re amade ye” û balê dikişîne ser micidiya destwerdana DYAyê.

Rojnameya The Wall Street Journalê (WSJ) jî cih da heman mijarê û daxuyand ku Trump ji bo hêzan veguhezîne Rojhilata Navîn bi awayek zanîn daxuyaniya taloqkirina destwerdanê daye. Çavkaniyan ev gava DYAyê wekî taktîk nirxandin.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku ji bo amadekariya îhtîmala destwerdanê Trump fermana veguhastina hêzan ji bo herêmê dabû. Li gorî çavkaniyan raporên ji qadê hatine ber destê rêveberiya Qesra Spî destnîşan kirine ku îhtîmale destwerdan têra têkbirina rejîmê neke û li herêmê kaosek mezintir bi xwe re bîne. Li gorî nûçeyê di çarçoveya fermana veguhestina hêzan de keştiya balefirên şer a bi navê USS Abraham Lîncoln û alavên êrişê şandine Rojhilata Navîn.

Televîzyona El-Meyadin jî têkildarî mijarê cih da nûçeyekê û agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk wergirtiye weşand. Di nûçeyê de hate daxuyandin ku dewletên herêmê ji DYAyê xwestine ku mudaxileyî Îranê neke. Hate ragihandin ku dewletên herêmê ji derketina kaosê tirsiyan e û diyar kirine ku dê nekarin ji bin vê kaosê derkevin.

Di nûçeyê de hate daxuyandin ku ligel daxwazên dewletên hevpeymanên Amerîkayê yên li herêmê hêzên li qadê jî bal kişandine ser zehmetiyên destwerdanê û rewşa piştî destwerdanê derkeve holê. Hate ragihandin ku Washingtonê biryar daye ku amadekarî ji bo rêvebirina şert û mercên piştî destwerdanê derkevin holê, têrê nake.

Çavkaniyan diyar kir ku Tehranê jî xwe bi rêyên cuda gihandiye rêveberiya DYAyê û soza rawestandina zordariya li dijî çalakgeran û betalkirina daliqandinan daye.