9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DYA ji bo hilbijartinan bang li Colanî kir

DYAyê bersiva daxuyaniyên serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şera (Colanî) yên der barê pêvajoya derbasbûna siyasî de da û xwest ev guhertin di demeke nêzîk te pêk bê.

Rayedarekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di daxuyaniyekê de ji rojnameya The National re ragihand ku Washington hêvî dike ku hilbijartinên Sûriyeyê yên “azad û dadmend” û bi awayekî zelal û berfireh pêk bên û got: “Em hêvîdar in ku ev şert û merc bi qasî ku pêkan be, di zûtirîn demê de pêk werin.”

Her wiha diyar kir ku Washington hêvî dike ku Sûriyeyeke “li gorî ruhê biryara 2254an a Konseya Ewlehiyê” were avakirin.

Her wiha got: “Em dixwazin Sûriyeyeke berfireh bibînin ku rêzê ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn ên hemû sûriyeyiyan re bigire, tevî jin û kêmneteweyan.”

Ehmed El Şera gotibû ku hilbijartin berî 4 salan nayên kirin û dibe ku amadekirina destûra nû 3 salan dirêj bike. Washington bi hişyarî nêzî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tev digere û hîna jî Heyet Tehrîr El Şam wek komeke terorîst bi nav dike.