21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DYA dê hêzên xwe yên li Sûriyeyê kêm bike

Wezareta Parastinê ya DYAyê ragihand ku ew ê hêzên xwe li Sûriyeyê ji nû ve bi cih bike û di mehên pêş de hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê heta hezarî kêm bike.

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) şeva borî ragihand ku ew ê hêzên xwe li Sûriyeyê li cihên taybet bi cih bike.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAyê Sean Parnell di daxuniyekê de got: “Ev gav li ser serkeftinên ku DYAyê li dijî DAIŞê bi dest xistine û têkçûna wê ya erdnîgarî di sala 2019an de, pêk hatiye.”

Parnell diyar kir ku ev operasyon, dê hebûna leşkerî ya DYAyê li Sûriyeyê di mehên pêş de daxe kêmtirî hezar leşkeran. Parnell herwiha got: “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê amade ye ku êrîşan li dijî bermahiyên DAIŞê li Sûriyeyê pêk bîne.”

Herwiha Parnell diyar kir ku DYA piştgiriya li gel hevkarên xwe yên koalîsyona li dijî DAIŞê dê bidomîne.