Di ser têkçûna rejîma Baasê de salek derbas bû û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê jî salek îktidarê li paş xwe hîşt. Ligel hemû bangawaziyên rêyên çareseriyê jî Hikûmeta Demkî mafên kêmarên çandî, neteweyî û olî qebûl neke. Wekî gelê kurd û cudahiyên herêmê gelê durzî jî ev saleke di bin metirsiya komkujiyan de doza mafê çarenûsê dike.
Îro bi deh hezaran durzî car din bi heman daxwazê daketin qadan. Girseya mezin a li Qada Bajar a Sûweydayê kom bû, alên durziyan vekirin. Girseya ji qadên bajar ên cuda meşiyan Qada Bajêr bi slogan û dowîzan daxwazên xwe anîn ziman. Di meşê de bi taybetî pankart û dowîzên li ser, “Mafê Çarenûsê ji bo Sûweydayê jêveneger e” hatin vekirin û heman daxwaz bi sloganan hatin gotin.
