Durzî yek ji kêmanîyên olî yên li Sûriyeyê ne. Ew ji destpêka alozîya li Sûriyeyê ya 2011an û vir ve di hedefa êrîşên aliyên siyasî û leşkerî de ne. Niha jî di hedefa HTŞê de ne. Hejmara durziyan tê texmînkirin ku çend milyon in. Durzî niha li Sûriye, Lubnan, Filîstîn û Urdunê belav bûne. Li Sûriyeyê bêtir li Heleb, Îdlib û Şam û gundewarên wan dijîn. Lê herî zêde li Suweyda dijîn. Ola wan ola tewhîd e. Bi ola bi aqil tên zanîn. Li gorî baweriya wan tiştên ku li dijî aqil be, nayê pejirandin.
HTŞê di hefteya borî de li dijî durziyan dest bi êrîşan kir. Bi îdîaya ku dengê kesekî durzî yê li ser înternetê hatiye belav kirin, heqaret li ola îslamê kiriye, li dijî durziyan êrîş dan destpêkirin. Li herêma Jaramana di navbera HTŞ û durziyan de şer derket. Şer di demek kurt de li Hums, Şam û Suveydayê belav bû. Di encama êrîşên HTŞê yên li Jaramana de 10 kes hatin kuştin.
Di 30yê nîsanê de li bajarokên Eşrefiye û Sahnaya yên Şamê şer derket. Di şer de 18 kes hatin kuştin. Desthilata Şamê li bajarokan derketina kolanan qedexe kir. Bi qedexeyê re gelek welatiyan bajarok terk kirin. Li aliyê din HTŞ bi doçka û topên hawanê gundên Resas û Sora Mezin ên bejahiya Suveydayê kirin hedefa xwe. Karwanê durziyan ên ji Suveydayê diçû Sahnaya ket kemîna HTŞê. Di kemînê de 3 ciwanên durzî hatin kuştin û gelek durzî jî birîndar bûn. Yekîneyên 40emîn Tumena girêdayî Wezareta Parastinê li bajaroka El -Surah El-Kubra ya bejahiya Suyeda bi cih bûn. Li dijî van alozî û êrîşan şandeya durziyan ji Suveydayê derbasî Şamê bûn û ji bo bi desthilata Şamê re hevdîtin bikin çûn Derayê. Hat zanîn ku aliyan li ser hin xalan li hev kirine.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hamza el-Mustafa, anî ziman ku şer ‘Dema buhurandina rageşiyê’ nîşan dide. Televîzyona Sûriyeyê jî anî ragihand ku artêşa Suriyeyê û hêzên asayişê li herêma Eşrefiye Sahnaya ya Şamê kontrol xistiye destê xwe.
Çavkaniyên SOHRê jî destnîşan kir ku li Sahnaya ya Şamê herî kêm 40 kes hatine binçavkirin.
Îsraîlê Sûriyeyê hişyar kir
Îsraîla ku diyar dike piştgiriya durziyan dike jî ji bo Sûriyeyê hişyar bike êrîş hewayî pêk anî. Rayedarên Ofîsa Serokê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî têkildarî êrîşê daxuyanî da û Sûriyeyê hişyar kir. Rayedaran destnîşan kirin ku destûr nadin ku Sûriye zerarê bidin civaka durziyan û Sûriyeyê hişyar kir. Rêveberiya Sûriyeyê jî anî ziman ku di êrîşa Îsraîlê de endamekî wan ê ewlehiyê hatiye kuştin û got: “Komara ereb a Sûriyeyê anî ziman ku durzî bûne parçeyekî nexşeya neteweya Suriyeyê û bi biryar in parastina hemû pêkhateyên li Sûriyeyê teyit bikin. Li aliyê din li Beyrûtê civînek pêk hat. Pêşengên durziyan beşdar bûn û anîn ziman ku tişta li Sûriyeyê pêk tê, ‘Projeya fitneye ye’. Rêberê berê yê Partiya Sosyalist Velid Canbolat jî anî ziman ku ew amade ye biçe Şamê.
Çareserî pergala demokratîk e
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bang li desthilata Şamê kir û xwest êdî dest ji komkujiyên bajarên perava bahrê berdin û dawî li şerê navbera mesheban bînin. Rêvberiya Xweser ji desthilatê xwest ku bi rêya diyalogê çareserî bikin û destnîşan kir ku yakane rêya çareseriyê avakirina pergala demokratîk e.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê êrîşên li ser durziyan ên mezhebî şermezar kirin û Îsraîl jî di nav de bang li hemû aliyan kir ku şer û pevçûnan bidin rawestandin.’
Wezaretê bang li Îsraîlê jî kir ku xwe ji çalakiyên yekalî ên bibin sedema zêdebûna rageşiya li herêmê xwe dûr bigire.
SOHRê ragihand ku li Sûriyeyê di encama şer û pevçûnên du rojên dawîn de 73 kes hatine kuştin ku piranî durzî ne.
Şêx Hîkmet el Hacrî yê ku weke serokê rûhanî yê durziyên li Sûriyeyê tê qebûlkirin jî bûyerên li Jaramana û Sahnayê weke ‘’hedefgirtina welatiyên sivîl a neheq’’ û ‘’kampanyaya qirkirinê’’ pênase kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku bêdeng nemînin.
Şêxên durzî yên Civata Misilmanên Miwehidîn û rûspiyên olî û şêniyên durzî duh êvarî civînek li dar xistin. Di civînê de ev daxwaz derketin pêş: Divê bilez hêzên ewlekariyê yên hundirîn û saziya edaletê werin aktîfkirin. Divê endamên wan ji şêniyên parêzgeha Siwêdayê bin. Divê bi lez dorpêça li ser Ceremana, Sehnaya û Eşrefiya Sehnaya were rakirin û jiyana asayî vegere. Parastina rêya Şam-Siwêdayê ji aliyê desthilata Şamê ve were mîsogerkirin. Divê li tevahiya Sûriyeyê şer were rawestandin.