Şêwekar Lukman Ahmad ku li Dirbêsiyê ji dayik bûye û niha li Amerîkayê dijî, diyar kir ku dûrbûna ji welêt bandorek mezin li mirov dike û wiha got: “Lê ew dûrbûn nikare xeyal û hestên mirov vala û pûç bike. Ez hêj bi xeyalên pê mezin bûme dijîm.”
Şêwekar Lukman Ahmad demeke dirêj e li Amerîkayê dijî û bi hunera şêwekariyê re mijûl dibe. Li gel ku demeke dirêj e ji welatê xwe dûr ketiye û li xerîbiyê dijî jî ji çand û zimanê xwe dûr neketiye. Lukman Ahmad, têkildarî jiyana xwe û hunera xwe pirsên Edîtora Yenî Yaşamê Gulcan Derelî bersivandin. Hevpeyvîna Ahmad wiha ye.
Di serî de tu dikarî hinekî behsa xwe bikî?
Dema we xweş be, ez di sala 1972’an li bajarokê Dirbêsiyê ( Binxetê) ji dayik bûme. Paşê li bajarê Hesekê mezin bûm. Min xwendina xwe li wir qedand. Ji zaroktiya xwe ve ez mijûlî hunera peykersaziyê bûm û di dibistana seretayî de pir serkeftî bûm, çîroka min wiha bi hunerê re dest pê kir ta roja îro.
Tu li Amerîkayê dijî. Li gel ewqas dûrbûna te ya ji welêt tu çawa dikarî rojeva civaka kurd zeft bikî û hemû reng û nakokiyên vê civakê bikî berhemên hunerî?
Dûrbûna ji welêt bandoreke mezin li mirov dike. Lê ew dûrbûn nikare xeyal û hestên mirov vala û pûç bike. Ez hîna bi xeyala kurdiya ku ez pê mezin bûm dijîm. A din jî ez her dem li vir ( Amerîka) rewşa civaka kurdan ji folklorê heta siyasetê dişopînim, min rehên xwe ji wê kokê qut nekiriye û nakim jî. Wisa dûr bim jî rewşa kurdan wekî wêneyekî zelal ji bo min diyar dibe.
Berhemên te di heman demê de bîra civakê jî teze dikin. Te wêneyên kesên mîna Tahîr Elçî, Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî û yên ku navên wan bûne sembol jî xêz kir. Te çawa ev biryar girt?
Ez baş dizanim ku rewşa civaka kurd lawaz û xerab e. Her dem ew civak hatiye çewisandin û bi kêmasî xwe dide nasîn, wekî ku em li bakurê Kurdistanê dibînin; hejmareke mezin ji keç û xortên me, xwe ji kurdayetiya xwe dûr dixin. Min xwest bidim nîşan ku ev miletekî xwedî çand, huner û sermiyan e; zana, hunermend û kesên jêhatî di nav de hene. Ji ber wê min dest bi vê projeyê kiriye da ku kurd xwe bi serbilindî bidin nasîn û zanibin ku em ne kêmî tu miletên din in.
Gava tu ji dûr ve li Rojava dinêrî tu çi hîs dikî? Tu di sala 2010’an de ji wir derketî, lê ji wê demê heta niha gelek guherîn û veguherîn çêbûn. Êrîşên zor dijwar û di heman demê de berxwedaneke mezin jî çêbû. Tu niha der barê Rojava de çi hîs dikî?
Bi rastî gelek guhertin çêbûne, êdî kurd li wir bûne desthilat. Ziman, çand bi serbestî belav dibe, lê beriya wê zoreke mezin li ser kurdan hebû. Partiya BAAS’ê û nijadperestên ereb her tiştekî bi kurdî qedexe dikirin û nav û nîşanên kurdan winda dikirin, lê ew dem çû. Niha qonaxeke nû li pêş kurdên Rojava heye. An Rojavayê bibe semboleke baş ji bo hemû kurdan an jî wê bi carekê de têk biçe. Divê ku li wir siyaseteke baştir bibe, ne yekalî be û divê kurd deriyên xwe li hev vebikin û nakokiyên xwe hinekî sivik bikin, ji ber barê li ser milên wan giran e. Rojava dikaribû hest û baweriyên hemû kurdan bike yek û wisa jî bû. Hêvî dikim wisa berdewam bike û bibe hêlîna kurdan.
Te herî dawî wêneyê Denîz Poyraz a di avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin xêz kir. Me jî wek rojnameya Yeni Yaşamê ev berhema we ya newaze di manşeta xwe de dît. Êrîşên li ser kurdan didomin. Bi qasî dizanim tu jî van êrîşan ji nêz ve dişopînî. Te çi hîs kir?
Ez naxwazim tiştên siyasî bêjim ji ber ez ne ramyarê siyasî me. Ez hunermend im, tenê karê min ew e ku ez hunerê biafirînim. Lê ji bo rewşa kurdan tiştekî pir taybet heye, zordestî li civaka me dibe, mirov bêsûc tên kuştin û girtin. Bawer dikim ku ev erka min e, ez wekî hunermend bi xelkê re bim û karibim dengê wan bi riya wêneyên wan belav bikim, bê çi dibe û çi nabe. Huner tenê ne ji bo galerî yan jî pêşangehan e, ew hêzeke pir mezin e di nav bûyeran de û destekekî mezin e ji bo guhertinê. Ka em vegerin rola hunerê bê çawa bandor kiriye? Dema Picasso Guernica çêkir, çendî bandor li cîhanê kir? Hunermendê firensî Eugène Delacroix dema tabloya Şoreşa Fransayê çêkir bandoreke çawa li cîhanê kir? Her wiha gelek nimûne hene. Îja ji bo me hunermendên kurd jî divê em bi berhemên xwe rewşa kurdan bidin pêşandan. Divê ji enfal, kîmyabaran, komkujî, azar û zora ku li civaka me dibe karibin bi riya hunerê cîhanê pê bihesînin. Ev erkeke hunerî, çandî û mirovî ye. Ne nêrînek siyasî yan jî partîgirî ye, ji hev cuda ne.
Di dawiyê de hûn dixwazin çi bibêjin? Peyama we ji bo gelê kurd çi ye?
Ez ne serok an jî desthilatek im da ku peyamekê bidim. Ez kurê vî gelî me, bi hezkirineke mezin berhemên xwe pêşkêşî wan dikim. Hewil didim karibim hin ji hêvî, xewn û jiyana wan bi xelkên biyanî re parve bikim. Ez her dem deyndarê gelê xwe me ji ber ku berhemên min li ser giyan, raman û xeyalên wan ava dibin. Divê hesekî kurdî, netewperwerî ava bibe, kurd ne eşîr, êl an jî ol in. Kurd gel e, xwedî çand, folklor û raman e. Divê em wiha li çîroka xwe binêrin û li ser kar bikin.