9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Dûran Kalkan: Vegera ji vê pêvajoyê nîn e

Dûran Kalkan di nirxaninên xwe yên di Medya Haber TV de der barê pêvajoyê de wiha got: “Yên ku dixwazin pêvajoyê asteng bikin hebin jî vegera ji vê pêvajoyê nîn e.”

Dûran Kalkan sala 2025an, ji Venezuelayê heta bi Îranê bûyerên li cîhanê, asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, komkujiyên Parîsê û mijarên din ên di rojevê de ji Medya Haber TV re nirxand.

Dûran Kalkan  di destpêka axaftina xwe de got: “Di serî de sala nû li Rêber Apo, li her kesên ku ji bo sosyalîzm, demokrasî û azadiyê têdikoşin pîroz dikim. Di wê baweriyê de me ku di têkoşîna sala 2026an de wê bi ser bikevin. Di sala 2025an de li cîhanê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûyerên dîrokî qewimîn. Ji hin aliyan ve ber bi serdemeke nû ve zêde dibin. Her kes nîqaş dike, dinirxîne. Bîlançoyan didin, panoramayan pêşkêş dikin.

Şerê Cîhanê yê 3yemîn a ku di salên 1990î de destpê kir kûr bû, belav bû; li herêmê dewam dike, li qadên cuda yên cîhanê dewam dike. Gihîşt heta asta şerê Îsraîl-Îranê. Êrişên netewe dewletê li her derê dewam dikin. Di vê mijarê de cudahiyek nîn e. Di nava şerê cîhanê de her kes hinekî bi fikar e. Hemû derdorên desthilatdariyê, civak di vê rewşê de ne. Di vê çarçoveyê de netewe dewlet ji bo li ser piyan bimînin di nava êrişê de ne. Em dikarin vê bibêjin, yên ku hêza xwe têra wan dike êriş dikin. Gotinek Qanûna Daristanê heye, rewşa li cîhanê bi rastî jî gihîştiye wê astê. Hiqûqeke navneteweyî, edalet, pîvan, nîzam nemaye. Asta ku sîstema kapîtalîst gihîştiye li pêş çavan e.”

Dûran Kalkan der barê têkoşîna ku li dijî vê pergalê pêk tê ev tişt anî ziman: “Li hemberî vê yekê di serî de jin berxwedana ciwan, karker, kedkar û gelan dewam dike. Ji bo azadî, demokrasî, edaletê li her qadê têkoşîn heye. Di sala 2025an de belav bûn û dewam kirin. Bêguman a herî bi bandor û zêde têkoşîna azadiyê ya jin bûn. Li Kurdistanê bi vî rengî bû, li gelek qadên cîhanê bi vî rengî bû. Têgihiştina jinan, rêxistin û têkoşîna wê ji bo rizgariya mirovahiyê bû hêvî. Bû pêşengê demokrasî û azadiyê. Hem bi fikrî hem jî bi pratîkî tê dîtin ku pêşketina komunalîzm û sosyalîzmê wê bi azadiya jinan bibe. Her kes vê dinirxîne, dibîne û hewl dide fêm bike. Rewşeke bi vî rengî heye.”

Nirxandina 2025an

Dûran Kalkan ji bo sala 2025an ev nirxandin kir: “Bi gotina giştî; sala 2025an bû saleke welê ku li dijî êrişên zordar, şoven, nijadperest, faşîst, netewe dewletê bi pêşengiya jin û ciwanan kedkar, karkeran, gelan ji bo azadiyê, demokrasiyê, sosyalîzmê têkoşîn meşandin, li ber xwe dan. Bêguman a ku mohra xwe li vê salê xist pêşketinên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn. Ev yek ji aliyê dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê ve bi vî rengî bû, herwiha ji aliyê têkoşîna di asta navneteweyî ya navbera hêzên modernîteya demokratîk, bindest û gelan a bi sîstema modernîteya kapîtalîst re bi vî rengî bû. Vê yekê mohra xwe li salê xist. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27ê Sibata 2025an de hat kirin û ast, nîqaş, polîtîka û gavên pratîkî yên li ser vê bingehê ketin rojevê, mohra xwe li salê xist. Ber bi dawiya salê ve her kesî ev nîqaş kir, hewl da bêhtir fêhm bike. Ya rast ev nirxandin tevahiya salê dewam kir; nirxandinên erzan, nêzîkatiyên kêm destpêkê gelekî zêde bûn. Kes ne amade bû.”

Dûran Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Destwerdana Rêber Apo ya li pêvajoyê ji nişka ve bû. Li ser vê bingehê gavên ku tevgera me weke bersiva li banga Rêber Apo avêt, matmayî hişt, pêvajo bi pêş ve bir. Bûyerên ku kes ne li bendê bûn qewimîn. Bûyerên siyasî û rêxistinî ku berê nedihat bîra kesî, di sala 2025an de qewimîn. Li ser bingeha banga Rêber Apo PKK di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn kom kir. Biryar wergirt ku hebûna rêxistinî ya PKKê bi dawî bike û stratejiya têkoşîna çekdarî biqedîne. Li ser bingeha van hemûyan gavên pratîkî avêt. Di 11ê Tîrmehê de komek ji gerîla weke Koma Aştî û Civaka Demokratîk çalakiya şewitandina çekan lidar xist. Li herêmên ku rîska şer lê hebû, hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem jî li qada Bakur vekişînek çêbû. Ji 1ê Adarê û pê ve PKKê agirbest ragihandibû. Ev yek bi demê re veguherî agirbesteke dualî ya pratîkî.

Sala 2025an bû saleke dîrokî ku dawî li şerê gerîla yê bi pêşengiya PKKê ya 41 salan, pêvajoya şerê kurd-dewleta tirk ê 100 salî anî. Ev gelekî girîng û bi wate ne. Kes ne li bendê bû ku wê bi vî rengî bibe. Kesî hêvî nedikir ku gaveke bi vî rengî dikare bê avêtin, bigihêje asta fikir û biryardanê û di pratîkê de bi cih bê anîn. Rêber Apo îrade danî holê. Ev yek îradeya herî mezin û girîng a dîrokê bû. Ji bo her kesî qanih bike got, Ez bi berpirsyariyê radibim. PKKê jî di çarçoveya bangê de gavên pratîkî bêyî dereng bixîne bi heman biryardarî û zelaliyê avêt, biryarên xwe wergirt. Di pratîkê de pêwîstiyên biryarê bi cih anî û bi vî rengî pêvajoyeke nû da destpêkirin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîık pêvajoyeke nû ye. Şerê ku li ser bingeha avaniya dewleta tirk a sala 1924an a bi dijberiya kurd û înkara kurd destpê kir, di salvegera 100emîn de yanî di sibata 2025an de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hat rawestandin, hat bidawîkirin. Yanî pêvajoya ku beriya 100 salî destpê kir bi bûyerên sala 2025an hat bidawîkirin, hat rawestandin. Lewma 100 salên derbasbûyî rawestand û hîmên sedsaleke nû hat danîn. Rêber Apo got, Em hîmên sedsala paşerojê datînin, hîmên hezar salên paşerojê datînin. Em 100 salên derbasbûyî bi dawî dikin ku bû qada şerê kurd-tirkan û li ser bingeha demokratîk sîstemeke têkiliyê ya nû ya xwe dispêre aştiya kurd-tirkan, li ser bingeha entegrasyona demokratîk sîstemeke têkiliyê ya nû diafirînin û pêşî li sedsaleke nû, hezar salên nû vedikin, hîmên vê datînin, gavên vê diavêjin. Sala 2025an bi vî rengî nirxand. Bi rastî jî 100 salên ji 1925an heta 2025an divê bi vî rengî bê fêmkirin. Divê baş bê dîtin û fêmkirin bê ev yek tê çi wateyê, girîngiya xwe çi ye.

Yanî nebû saleke ji rêzê. Ew hîm hatin danîn ku nêzîkatî, bûyer, feraset û stratejiya sedsala derbasbûyî bi dawî kir, feraset, stratejî, têkiliyên nû û avaniyên siyasî yên li sedsala paşerojê belav bibin afirand. Lewma temambûna 2025an û derbasbûna 2026an divê weke werçerxekê bê dîtin. Ya rast derbasbûna salekê ji bo saleke din tê wateya derbasbûna ji sedsalekê ber bi sedsaleke nû ve. Ev gelekî girîng û bi wate ye.”

Vegera li rewşa berê tune

Dûran Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji niha û pê ve wê çawa bibe, çi bibe, hîmên hatine danîn bi çi rengî bikevin pratîkê; ew mijareke cuda ye. Yanî astengiyên bi çi rengî wê derkevin holê, wê têkoşînên bi çi rengî bi xwe re bîne… Bêguman ev jî hene. Lê belê ev mijareke cuda ye. Di halê hazir de bi gavên sala 2025an re hîmek hat danîn. Yên ku astengiyê derdixînin, zorê didin hebin jî wê vegera li rewşa berê nebe. Dibe ku hinek hene ku dixwazin a berê dewam bikin, astengiyê dînin holê, rantxur hene, li ber radibin. Lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin li 100 salên beriya 2025an vegerînin. Têkiliyên kurd-tirk, rewşa kurdan, rewşa Tirkiyeyê… Yanî hewldanên wan wê pûç bin. Hîm di vê çarçoveyê de hatin danîn, biryardarî li ser vê bingehê ye. Ev yek ne nêzîkatiyeke polîtîk a teng e. Nemeşandina şerekî ne rewşeke welê ye ku ji ber zehmetiya rewşa şer e. Hîmên ferasetê, hîmên fikir û mejî, hîmên îdeolojîk ên vê yekê hene. Yanî hîmekî xwe yê xetê heye. Xwe dispêre vê. Ji ber vê yekê jî hîmên xurt hatin danîn.

Em dikarin vê bibêjin: Di sala 2025an de bi giranî jî be, ne bi rengekî amade jî be, bi bang, hewldan, berpirsyarî, sebir û îradeya Rêber Apo gav hatin avêtin. Niha her kes vê dibîne û hewl dide fêm bike. Yên ku destpêkê fêhm nekirin niha baştir fêhm dikin, yên ku destpêkê nekarîn bibînin niha baştir dibînin, yên ku destpêkê nekarîn bawer bikin niha baştir jê bawer dikin. Em bawer dikin ku ev rewş wê hîn bêhtir dewam bike, bi pêş bikeve, hîn bêhtir bi pêş ve biçe. Yanî yên ku hewl didin asteng bikin û dijberiyê bikin wê bêne beralîkirin. Em di wê baweriyê de ne ku pêvajo wê ne tenê rizgariya kurdan û Tirkiyeyê bi xwe re bîne, di heman demê de wê Rojhilata Navîn demokratîk bike, pêşî li xwişk û biratiya gelên Rojhilata Navîn veke, wê bi pêş ve bibe û ji bo mirovahiyê bide destpêkeke nû, wê bibe hêviyeke nû, civakan ji nexweşiyên weke kanserê yên ku mirovahiyê tine dikin ên sîstema modernîteya kapîtalîst rizgar bike.”

Xetere hê didome

Dûran Kalkan bal kişand ser rewşa siyasî ya cîhanê û got: “Rewşa siyasî û leşkerî ya ku bû sedem ku pêvajoyeke bi vî rengî destpê bike û bibe pêwîstiyeke mezin, rewşa ku ji bo Tirkiye, ji bo kurdan xetere ye dewam dike. Divê ev tespît bê kirin. Ev bi rastî jî girîng e. Rewşeke berevajî vê nîn e. Şerê li Rojhilata Navîn yanî pêvajoya ku 7ê cotmeha 2023yan bi Şerê Xezeyê destpê kir bi tenê bi peravên Derya Spî nema. Tenê bi Lubnan, bi Sûriyeyê nema; veguherî şerê Îsraîl-Îranê. Gihîşt ber deriyê Tirkiyeyê û tê gotin rêyeke enerjiyê, sîstemeke nû tê avakirin ku rojhilatê Derya Spî bi dest dixe. Hêzên ku ev şer dan destpêkirin, li ser rojhilatê Derya Spî serweriyeke nû ava kirin. Îsraîl, Qibris a Başûr, Yewnanistan, bûyerên ji Misrê heta bi Lîbyayê li pêş çavan e. Em welatên ereb ên li Kendavê jî lê zêde bikin; li ser bingeha Peymana Îbrahîm ji xwe bi Îsraîlê re ne, pê re yek in, ji hev cuda nîn in. Ji ber vê yekê şer kûr dibe, belav dibe. Veguherî wê rewşê ku hîn bêhtir bandorê li Kurdistanê bike. Tirkiye hîn bêhtir dorpêç kiriye. Divê ev yek bê dîtin.

Mirov nizanin bê bûyerên li Lîbyayê çi ne. Her kes qala tiştekî dike. Fermandarê Giştî yê ku Tirkiyeyê piştgiriya wî dikir, li Tirkiyeyê di ketina balafirê de mir. Biguman e bê kê kiriye! Gelek tişt qewimîn. Misir ji xwe di navenda vî karî de ye. Têkiliyên Îsraîl-Qibris-Yewnanistanê, serweriya li ser rojhilatê Derya Spî li holê ye. Tirkiye li Derya Spî belav dibû, li Derya Spî hin tişt dikir, bi lêgerîna li petrolê pesn dida. Digot, qada wê ye. Niha ketiye wê rewşê ku nikaribe dakeve Derya Spî. Her kes vê dibîne. Ji Başûr ve tê dorpêkirin, kete wê rewşê ku nikaribe dakeve Rojhilata Navîn. Ji Bakur ve hate dorpêçkirin, kete wê rewşê ku nikaribe bikeve Derya Reş. Yanî balafirên keşfê digerin, balafirên şer dikevin. Balafirên Tirkiyeyê li Tirkiyeyê dikevin. Li Azerbaycanê jî balafirek ket. Ya rast bi guman bû. Yanî gelek tişt hene; sedemên wan nayên zanîn, nayê aşkerekirin. Çima veşartî tê hiştin. Lê belê xeteriyeke mezin li holê ye. Beriya her tiştî divê her kes vê rastiyê bibîne. Divê Tirkiye zextên li ser Îranê weke zextên li ser xwe bibîne. Ev rewş rewşeke demkî nîn e. Ne rewşek welê ye ku bi teslîmbûnê bimeşe.

Rizgariya Tirkiyeyê

Dûran Kalkan diyar kir ku yekane pêvajoya ku Tirkiyeyê ji vê rewşe rizgar bike, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû û wiha pê de çû: “Ji bo Tirkiyeyê rêya rizgariyê, li ser bingeha xwişk û biratiya tirk-kurdan avakirina Tirkiyeyeke demokratîk bû. Rêber Apo di pêvajoyeke welê xetere ya Tirkiyeyê de stratejiya rizgariyê danî holê. Niha hin derdora wate û girîngiya vê fêm dikin, li gorî wê nêzîk dibin lê belê hin derdorên rantxur li ber gelek tiştan radibin. Naecibînin. Hewl didin bikin amûreke desthilatdariyê. Yanî desthilatdariya li Tirkiyeyê wê çi bibe, çiqasî dewam bike, Tirkiye wê li çi rast bê; bêyî li lê binihêrin, weke ku tiştekî garantîbûyî heye helwesteke welê nîşan didin ku çawa aboriyê qezenç bikin, berjewendiyên bi dest bixin, xwe bikin hêza desthilatdariyê.

Avaniyeke gelekî hişt, gelekî neteweperest-şoven heye. Avaniyeke welê heye ku dewletê weke perestgehekê dibîne. Ev xwe dixapînin. Bêguman yên nabînin jî hene. Rewşeke welê ye ku mejiyê wan hatiye şuştin. Li aliyekî jî bûne partî; siyasetê tenê weke têkoşîna desthilatdarîbûyînê dibînin. Weke karê ji bo jiyan, aramî, edalet û paşeroja civakê nabînin. Di nava nêzîkatiyeke bi vî rengî de ne. Ferasetên bi vî rengî hene, reh berdane yanî. Her kes divê aqlê xwe bîne serê xwe. Li Tirkiyeyê her kesên ku difikirin, diaxivin, dibêjin ez heme, siyasetê dikim, divê vê rastiyê bibînin û bi berpirsyariya vê yekê tevbigerin. Bi gotinên pûç ji bilî xapandina xwe û têkbirina paşerojê wê nikaribin tiştekî bikin, nikarin encamekê bi dest bixin.”

Pêwistiya kurdan bi baweriyê heye

Dûran Kalkan der barê sala nû de ev tişt anî ziman: “Weke aliyê kurd me nîşan da ku em çiqasê yekgirtî, xwedî helwest, di nava yekîtiya gotin û çalakiyê de ne. Dibêjin ku pirsgirêka baweriyê ya aliyan heye. Kurd ji bo kesên ji kurdan baweriyê dixwazin, dikarin hîn zêdetir çi bikin? Mirov difikire, bila hin tiştên şênber bêjin (lê bila ji bo afirandina pêşketinan, astengkirina xeteriyan be), em ê jî li ser bifikirin. Lê belê kurdan di sala 2025an de tiştên wisa kirin ku di aqlê ti kesê re derbas nedibû. Hem jî gav bi biryardarî, bêbersiv, bi bawerî, bi xwedî derketin avêt û biryardariya xwe bi çalakiyên pratîk di her firsendê de nîşan da. Em vê biryardariyê didomînin. Her kesê ku biryardariya Rêber Apo dibîne, dibêje. Her kesê ku pê re hevdîtinê dike, dibêje pir bi biryar, bi hêvî, kelecan, bi îdîa û bi sebir e. Weke Tevger sekna PKKê ya bi sebir û ji bo pêşketina pêvajoyê, diyar e. Di vî warî de ji bo kesên bawerî dixwazin, tişteke ji vê hîn vekirîtir û bawerî dide, nîn e. Lê pêwîstiya kurdan jî bi baweriyê heye. Kesên ku her ji kurdan baweriyê dixwazin, ji bîr dikin ku divê bawerî bê dayîna kurdan jî, yên sedsala borî bindest bûn, hatin kuştin û rû bi rûyê qirkirinê man kurd bûn. Ev qasê rû bi rûyê derewan man, hatin xapandin, rastî hîle û lîstokan hatin, rastî komkujî û qirkirinê hatin. Em van nabêjin; yên desthilatdar dibêjin, her kes dinivîse, di arşîvan de heye. Serokkomar Tayyîp Erdogan dem bi dem li ber çapemeniyê li pêşberî her kesê got. Her kes divê xwedî li gotinên wî derkeve. Ji vî alî ve pêwîstiya Kurdan jî bi baweriyê heye. Gelo gavên bi bawer hatin avêtin? Ew nayê dîtin. Carekê li vir lewaziyek çêbû.

Çima ez vê dibêjim? Ji ber ku civak pêvajoyê dimeşîne. Hingî ku bibe civakî, belavî civakê bibe, civak tevlî bibe û xwedî lê derkeve, ev pêvajo wê rast pêş bikeve û bi ser bikeve.”

Divê dewlet bawerî bide kurdan

Dûran Kalkan ji bo nêrînên gel wiha axivî: “Di çapemenî de tê dîtin; bi dengê kolanê bi civakê re roportajan dikin, bi mirovên ji rêzê re li kolanan, cadeyan… Mirov guhdar dike. Mafê wan e, hemû dibêjin, Em bawer nakin. Em ji Rêber Apo bawer dikin, em ji biryardariya PKKê bawer dikin. Em dixwazin were kirin. Em ji pêvajoyê jî bawer dikin, em tev li dibin, lê belê helwesta aliyê dewletê, desthilatdariyê, AKPê bawerî nade, hêvî nade, baweriya me nîn e. Her kes vê dibîne. Ji kesên axivîne ti kesê negotiye, Gavên baş hatin avêtin, em tam bi hesteke baweriyê tevdigerin. Wê demê berpirsyariya desthilatdarî û dewletê ye ku hesta baweriyê bide van mirovan. Divê vê yekê bike. Yan civaka kurd jî, civaka Tirkiyeyê jî tevlî vê nabe. Ji bo civaka Tirkiyeyê jî were vê rewşê, xebat pêwîst e. Siyaseta kurd çawa ji bo di civaka tirk de hêvî û baweriyê ava bike dixebite, divê ji bo tevlikirina wê jî xebitîba. Ew jî zêde nehat dîtin.”

Pêvajoyê dirêj kirin

Dûran Kalkan xebata komîsyona meclisê jî nirxand û got: “Ev xebata Komîsyona Meclîsê girîng bû. Helwest, axaftin û bangên Devlet Bahçelî girîng bûn. Hêvî da kesên bi siyasetê ve mijûl dibin. Lê belê hundirê wê nehate dagirtin, timî di gotinê de ma. Ji vî alî ve (heval Karasû wan bal dikişand); çima bang û gotinên Devlet Bahçelî nehatin bicihanîn. Digot, “Bila were meclîsê baxive, bila ji mafê hêviyê sûd werbigire.” Destpêkê bangên wiha li Rêber Apo kir. Wan bixwe dê pêşiya vê yekê vekiriban. Dewlet û desthilatdariyê wê rêya hatina Rêber Apo vekiriban. Çima venekir? Dîsa di AKPê de hin helwest çêbûn, lê di giştî de ne xwedî îdîa ye. Ev qasê nîqaşkirina xebata Komîsyonê, eger baş were nirxandin mirov dikare bêje erênî ye. Lê pêvajo hinekê dirêj kir. Şandeyeke ku çû hevdîtin bi Rêber Apo re kir, divê hîn xurttir ba. Evane hatin rexnekirin. Niha rapor hatin dayîn, wê pêşkêşî Meclîsê bên kirin. Komîsyon rapora hevpar amade dike. Lê belê nirxandinên têkildarî raporên hevpar, li holê ne. Rapor pir lewaz in, ne têrker in. Eger raporên hevpar ên wan hîn bêhtir netêrker bin û li ser vî bingehî Meclîs li şûna qanûnên ji bo çareseriya pêvajoyê ya li ser bingehê demokratîkbûnê, bi nêzîkatiyên cihêkar tevbigere, ev dê şaş be. Heval Karasû zelalî anî ziman; bi rastî jî şaşî wê hebin, yên zirarê bidin pêvajoyê wê hebin. Em hêvî dikin, bawer dikin; wê nebe. Em van dişopînin, em ê bibînin.

Pêşiya me vebû

Me hewl da. Yanî ji bo pêşketina pêvajoyê, me hewldan raber kir, têkoşîn meşand û me hewl da fêm bikin. Weke tevger jî, gel jî li gorî pêvajoya destpêkê niha em hîn li pêş in. Asta me ya fêmkirinê, hîn li pêş e. Em hîn baştir fêm dikin, çi hate kirin, tişta hatî kirin çi wezîfe û berpirsyariyan dide me. Di vê çarçoveyê de me nîqaş meşandin. Me guhertin, veguhertin pêş xist. Di vî warî de em hîn bi biryar in.

Li aliyê din jî, rêxistina me adapteyî pêvajoyê bû, di warê têkoşînê de jî hîn bêhtir pêşiya me hat vekirin. Em hîn zêdetir piralî têdikoşin. Bi rastî jî rewşeke zêde dubare hebû; pêşiya wan hat vekirin. Niha li her qadê hîn zêdetir têkoşîn çêdibe. Yanî têkoşîna girseyî çêdibe. Jin, ciwan, karker, kedkar, gel û civak di nava têkoşînê de ne. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî wiha ye, li dervey welêt wiha ye, dostên me wiha ne. Têkoşîna îdeolojîk, polîtîk û girseyî pêş dikeve. Yanî di warê rêbaz û qada têkoşînê de em teng nebûne, em hîn zêdetir dewlemend bûn. Li gorî destpêkê, em niha hîn bêhtir li pêş in. Em hîn bi bandortir têdikoşin. Em bawer dikin, hêvî dikin ku em ê sala 2026an vê hîn bêhtir pêş bixin û veguherînin têkoşîneke ku pêvajoyê bi ser bixe.

Yanî em li têkoşîna xwe dinêrin. Helbet em helwest û kiryarên aliyê din jî dinirxînin, dişopînin, çavdêr dikin. Lê esas em li têkoşîn û pratîka xwe dinêrin.”

Êdî yek dewlet heye

Dûran Kalkan ji bo mijara DYA û Venezûelyê jî wiha got: “Dadgerê qanûna daristanê, di sîstema modernîteya kapîtalîst a heyî de ye. Di sersala 2026an de weke bûyereke ku her kes matmayî kir, DYAyê êrîşî Venezuelayê kir. Yanî guh neda serokê dewletê, bi korsanî revand. DYAyê berê li Afrîkayê yek-du tiştên wiha kiribû. Lê ji wan re pir dewlet nedihat gotin. Niha li dijî Venezuelayê zemînek amade kir û ev yek kir, ev nîşan dide ku sîstema modernîteya kapîtalîst û çêkera wê ya netew dewlet hatiye kuderê. Em êdî nikarin bêjin dewlet hene; yek dewlet heye.

Rêber Apo got, netew dewlet di wê rewşê de ne ku gotina netew dewleta hegemon pêk bînin, nikarin berevajî wê bikin. Bila rastê sîstema netew dewletê be, çepa wê be, hetta hinek dibêjin sosyalîst, em bêjin bila sosyalîst be, ev nîşan dide ku evane ne ji dervey sîstemê ne, nikarin ji dervey gotina hegemoniya sîstema netew dewletê derbikevin. Desthilatdariyên dewletan çîrok in, di vî warî de belavbûna demokrasiyê çîrok e. Rêber Apo got, dewletê destpê kir, topa befrê mezin bû, îro mîna ku gelek dewlet in xuya dike lê yek dewlet heye; hemû şaxên wê ne. Derket holê ku wisa ye.”

Sîstema netew dewletê hildiweşe, nayê meşandin. Çima DYA neçar ma ku wiha bi korsanî êrîş bike, mudaxile bike? Nikare bimeşîne, lewma. Dibêje, ez ê petrolê desteser bikim. Çima neçar dibe ku vê desteser bike? Ji ber ku dixwaze bibe împaratorê cîhanê, hatiye rewşek wisa jî lê hêza wî ya meşandina vê nîne. Ji bo hêz bigire wisa dike. Dixwaze hemû dewlemendiya cîhanê bigire tekela xwe ku her tiştê bimeşîne. Ev çiye? Hilweşîn e yanî. Sîstema dewletan hilweşiya. Yanî yek dewlet heye, êdî nikare ser piyan bimîne, nayê meşandin.

Bi rastî jî ecêb e. Bûyer her kes matmayî hişt. Sankî ber bi sala 2026an ve, tişteke tirs çêbû. Yanî DYA û mutefîkên wê li Ewropayê piştgirî didin, Îsraîl piştgirî dide, yekser piştgirî ragihandin. Jixwe di rastiyê de berpirsyarê van hemûyan ne Amerîka ye. Mirov dikare ji ya Amerîka re bêje, kapîtalîzma kovboy. Berpirsyarê esas ê kapîtalîzmê Ewropa ye; Îngilistan e, Fransa ye, Almanya ye. Her kes vê dizane. Divê wisa were fêmkirin. Mîna ku DYAyê xwest wisa çavê her kesê bitirsîne. Tirsê belav dike.

Sala 2026an geşedan wê çawa bin? Balkêş; Devlet Bahçelî got, mîna 15ê Tîrmeha 2016an bû. Li Tirkiyeyê jî mudaxileyeke wiha kirine. Yanî xwest bêje, “Wê Tayyîp Erdogan jî wiha revandiban.” Çawa Maduro birin, dê wisa biriban.

Maduro jî dostekî baş ê Tayyîp Erdogan bû. Dostê AKPê jî bû, lê niha xwedî jî lê dernakeve. Yanî eşkere ye ku hatine çi rewşê. Dema ku CHPê hinekê rexne kir, AKPî yekser dest bi êrîşê kirin. Gotin, “Vale neaxive.” Serokê Giştî yê CHPê sûcdar kirin ku nizane siyaseta dewletê çawa tê meşandin.”

‘Êdî hiqûq, qanûn, edalet tune’

Dûran Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Niha çavtirsandinek û îşareta tiştên biqewimin. Tenê blof nîne, çavtirsandin nîn e. Hinek vê yekê girêdayî kesayeta Trump dikin; na, wisa nîn e yanî. Em li tiştên rêveberiya beriya Trump bikin. Wê rêveberiyê şerê Ûkraynayê derxist. Şerê Ûkraynayê ma pir ji vê cuda bû? Niha Çîn, Rûsya dibêjin ku li dijî derdikevin, lê di dema xwe de çima asteng nekirin? Çima bûn zemîn ku DYA şerê Ûkraynayê derbixe û li ser Ewropayê evqas bi bandor be? Rêveberiya Pûtîn çima bû zemîn? Divê mirov vê wiha rast binirxîne û fêm bike.

Tê gotin ku Rûsyayê derxist. Rûsyayê nederxist. Erê, wisa xuya dikir ku Rûsya û Ûkrayna şer dike, lê ya ku ew anîn vê rewşê hêzeke cuda bû. Evane hemû bi tiştên DYAyê qewimîn. Bi polîtîka û pratîkên veşartî yên rêveberiya DYAyê qewimîn.

Yanî bi kurtasî, rewşa sîstema netew dewletê û kapîtalîzma dema hilweşînê ev e. Êdî hiqûq, qanûn, edalet ne li hundir heye ne li derve. Trump dibêje, “Ez li dijî çep im.” Dibêje, ew piştgiriyê dide pêşketinên Nazî yên li Ewropayê û tiştên faşîst. Dibêjin pêşketin, pêşketin nîne kî! Serwer e. Nîşan dide ku di çi astê de serwer e. Cîhan hate vê rewşê. Û ti kes li dijî narabe. Hate rewşeke wisa.

Ji vî alî ve mirov dikare her tiştê ji bo sîstema kapîtalîst bêje. Ev tişta ku DYAyê kir, êrîşkariya kapîtalîzma kovboy e. Jixwe bi salan hewl dan bi wê çandê şikil bidin mirovahiyê. Niha asta leşkerî, polîtîk dimeşînin.

‘Çima hêzên sosyalîst nekarîn alternatîfekê pêş bixin?’

Dûran Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ji aliyê din ve; cîhan çima hat vê rewşê? Çima nehat astengkirin? Sosyalîst bûn yên ku diviyabû alternatîfekê pêş bixin. Ewqas têkoşiyan. Hem jî têkoşînên pir wêrek û bi qehremanî bûn. Wan digot qey ew bi ser ketine jî. Lê di dawiyê de, encama ku em gihîştine xala ku li Venezuelayê derket holê. Sîstema modernîteya kapîtalîst, netewe-dewleta wê – çima dema ku çêbû rê li ber vê yekê negirtin, çima hêzên sosyalîst nekarîn alternatîfekê pêş bixin? Divê em ji vê perspektîfê jî lê binêrin. Ev ji bo me mijareke cidî ya rexnedayînê ye. Ev mijarek e ku ji nû ve nirxandinek rexne û rexnedayînê ya pratîka alternatîf û sosyalîst hewce dike.

Dema ku em li vê mijarê dinêrin, em vê rastiyê dibînin. Rêber Apo got, sosyalîzma netew-dewlet têk diçe, lê sosyalîzma civaka demokratîk ber bi serketinê ve dibe.” Qonaxa ku sosyalîzma netew-dewlet gihiştiye li holê ye. Mijara ku derdikeve holê ev e; Hûn nikarin bi rêbaz û amûrên sîstema modernîteya kapîtalîst li dijî kapîtalîzmê têbikoşin. Ger hûn biceribînin jî, hûn nikarin serketinê bi dest bixin. Ger hûn di pratîkê de serketî xuya bikin jî, hûn nikarin vê serketinê bidomînin. Sed sal in li cîhanê ev yek tê jiyîn. Wan digot qey ew li cihekî wekî Rûsyayê bi ser ketine, wan digot qey ew li tevahiya cîhanê belav bûne, lê ji ber ku wan nikaribû ji paradîgmaya netew-dewlet xwe rizgar bikin, ew dikarin tiştê ku bi dest xistibûn jî winda bikin. An ji ber êrîşên hêzên mîna DYAyê, wekî li Venezuelayê an jî dewletên neteweyî yên ku îdîa kirin ku di gelek şerên mezin de bi ser ketine, teslîmbûn û paşê hevkarî hilbijart. Ka em niha li rewşa kesên ku şer kirin û di sedsala 20emîn de bûne netew-dewlet binêrin.

Ji ber vê yekê rêbaz û amûr girîng in. Rêbaz û amûr divê li gorî armancê bin. Sosyalîzm nikare bi rêbaz û amûrên modernîteya kapîtalîst were avakirin. Mirov nikare bi amûra netew-dewletê sosyalîst be. Sosyalîzma netewe-dewlet nabe. Ger sosyalîzma rastîn hilweşiya, ger Yekîtiya Sovyetê hilweşiya, ew ji ber ku ew bi rastî ne Yekîtiya Sovyetê bû. Ew Yekîtiya Dewletan bû. Ger bi rastî ew yekîtiyek li ser bingeha komunan û civakê bûya, ew ê hilneweşiyaba. Ji ber ku her avahiyek ku xwe dispêre desthilatdarî û dewletê, di dawiyê de hildiweşe.

Ew bi temamî hilneweşiya be jî; veguherî. Yên ku hene dewam dikin. Ew bû mîna berdewamiya wê. Ji ber vê yekê, pir cudahî tune ye. Pêdivî ye ku ev pir zelal were dîtin. Di vî warî de, ew pir watedar û hînker e. Divê her kes dersek jê derxîne. Bi taybetî hêzên sosyalîst û hêzên antî-kapîtalîst… Ne tenê dijberiya DYAyê, hêzên rastîn ên antî-kapîtalîst divê hem kapîtalîzmê hem jî wek alternatîfa wê sosyalîzma demokratîk, modernîteya sosyalîst a demokratîk rast fêm bikin. Divê ew rêbaz û amûrên wê bi temamî fêm bikin û bizanin ka li ser vê bingehê çawa têbikoşin.

Ev ji bo me pir hînker e. Fikrên ku ji aliyê Rêber Apo ve tên pêşkeşkirin û nirxandinên nû her tim tên piştrastkirin. Ev hemû nîşan didin ku bi netew-dewlet re dikare çi bê kirin û netew-dewlet dê bikeve rewşek çawa. Ji ber vê yekê ez bang li hemû hêzên sosyalîst, demokrat û şoreşger dikim ku ji van rastiyan ders derxin û xwe nû bikin, guhertin û veguherînê pêk bînin û têkoşîna li dijî kapîtalîzmê rast fêm bikin û bi hev re têkoşîn bimeşînin.”

‘Bûyerên li Îranê berdewama şoreşa Jin Jiyan Azadî ye’

Dûran Kalkan der barê rewşa li Îranê ev tişt anî ziman: “Venezuela li Amerîkaya Latîn û Îran jî li Rojhilata Navîn mînakên vê ne. Divê ev pêşketin wekî berdewamiya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî werin dîtin. Divê em wisa bigirin dest û fêm bikin. Helwesta rast wê ev be. Şoreşa civakî berdewam dike. Tevî zilm û zordariyê jî, nekarîn pêşî lê bigirin. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî serhildanek bû ku ji hêla jin û ciwanan ve dihat birêvebirin. Di destpêkê de, ew bi hin herêman ve sînordar bû; lê belê, îro bi beşdariya esnaf, ew hema hema li hemû bajarên Îranê belav bûye û hema hema her beşê civakê digire nav xwe.

Helwesta bazirganan li Îranê pir girîng e, ji ber ku bazirganî di jiyana civakî û aborî de roleke diyarker dilîze. Ji ber vê yekê, rastiya ku bazirgan rewşa heyî tehemûl nakin û li rêveberiyeke nû digerin, ji bo Îranê pêşketinek pir cidîtir û bi bandor e.

Ev pêvajo bi rastî helwesta civaka Îranî bi xwe ye. Di dema serhildanên Jin, Jiyan û Azadî de, me diyar kiribû em nirxandinên rayedarên Îranî ku bûyeran wekî lîstikek ji hêla hêzên biyanî ve tê lîstin binav kirin, rast nabînin. Jin, ciwan, esnaf û karkerên li her deverên Îranê tu têkiliya wan bi Amerîka an Îsraîlê re tune. Ji ber vê yekê, girêdana her xwepêşandanek civakî bi hêzên biyanî re nêzîkatiyek pir seranser û xelet e. Tiştê ku qewimî rewşek e ku ji hêla civaka Îranê bi xwe ve pêşketiye û tenê bi vî rengî dikare bi rêkûpêk were fêm kirin.

Herkes ne wisa lê yên ku wisa nêz dibin hene di nava rêveberên dewletê de. Yên ku rêbazên tundûtûjiyê diparêzin hene û her wiha yên ku behsa çareserî û diyalogê dikin jî hene. Serokkomar, diyar dike ku divê bêçareserkirin, dibêje ku divê pirsgirêk bi diyalogê werin çareser kirin. Lê belê, helwestên cudakar jî têne dîtin; nêzîkatiyek hişktir ku zextê ferz dike tê dîtin, bi taybetî li hember kurdan.

Em vê yekê bînin ziman. Bi qasî tê xwestin agahiyên me nîne. Ji xwe agahiyên derdikevin jî gelek sînordar in. Agahiyên li ber destê me çiqas rast û têrker in ew jî mijarek a nirxandinê ye. Lê belê, li gorî agahiyên berdest, xuya dike ku siyaseta li hember kurdan tundtir û dijwartir e. Dewlet helwestek dijî-kurd nîşan dide, bi taybetî li Kurdistanê.”

‘Divê Îran li gor daxwazên civakê tevbigere’

Dûran Kalkan: “Di vê rewşê de divê em çi bibêjin? Gotina lîstika Îsraîlê an jî lîstika Amerîka ne rast in. Ev civak çi dixwaze? Divê rayedar bi baldarî guhdarî bikin. Divê li gorî vê yekê nêzîkatiyek raber bikin. Ji wan daxwaza xwe dikin; ew civaka wan e. Ew bi zanebûn û xwedî îrade ne. Ew jiyan û rêveberiyeke baştir dixwazin. Mirov bi civakeke wiha serbilind dibe. Hûn nikarin bi tundî û zordariyê biçin ser wan. Hûn nikarin bêjin, Çima hûn zane, rêxistinkirî û daxwazan dikin? Eger ciwan, jin, karker, karmend an jî esnaf wisa bin, divê mirov bi vê civakê serbilind be. Civaka Îranê civakeke wiha ye. Civaka Îranê li Rojhilata Navîn civaka herî zane û herî zêde dikare çalakiyên demokratîk pêş bixe.

Niha, di dawiya 2025an û destpêka 2026an de, pêleke nû ya serhildanê pêş ket. Her kes li gorî nêrîna xwe dinirxîne. DYAyê daxuyanî dide, Îsraîl daxuyanî dide û welatên din jî daxuyaniyan didin. Hûn nikarin helwesta vî gelî li gorî daxuyaniyên wan binirxînin. Divê nêzîkatiyek rast bê raberkirin û bê fêmkirin.

Ez dikarim vê yekê bêjim: Eger rêveberiya Îranê bi rastî rast nêzîkê vê meseleyê bibe, hewl bide fêm bike, bi civakê re diyalogê bike û demokratîkbûn, guhertin û veguherînê li gorî daxwazên gel pêş bixe, ew dikare zexta hêzên derve jî ji holê rake. Lê eger vê neke û li şûna wê bibêje Ev lîstikên hêzên biyanî ne, ew sîxur in û hewl bide bi zordarî û tundiyê bi ser de biçe, wisa xuya dike wê her biçe ev pirsgirêk kûrtir bibe. Ev nêzîkatî tê wê wateyê ku Îran êdî nikare bi şêwaza rêveberiyê ya zordar, tekparêz, navendî û nedemokratîk were birêvebirin.

Di her rewşê de, ew dikarin rêveberiya eyaletên ewqas mezin, xurt bikin, yên heyî baştir bixebitin û rêveberiyên xwecihî bihêz bikin. Wek nimûne, ew dikare xwe veguherîne; bingeha vê yekê heye. Lê pergaleke zordar heye ku ji bilî fikir û baweriya xwe tu baweriyê nas nake. Divê wisa nebe.

‘PJAK agirbestê diparêze’

Dûran Kalkan ji bo têkoşîna kurdan a li Rojhilat wiha axivî: “Ji aliyê din ve, ji perspektîfa kurdan wek mînak rêxistina herî mezin a kurd PJAK ji sala 2011an vir ve 15 sal in agirbestê diparêze. Bi berdewamî vê helwestê diparêze. Tevî ewqas zextê jî, ew bi sebir vê yekê didomînin. Wan gelek tiştên din jî pêş nexistine. Di rastiyê de, dema ku li Îranê pevçûn diqewimin û nakokiyên navxweyî zêde dibin, wan ji vê yekê sûd wernegirtin da ku çalakiyên xwe yên çekdarî berfireh bikin. Divê ev were dîtin.

Li holê helwesteke bi vî rengî ya polîtîk heye. Nenaskirin û nefêmkirina wê û bi tundî êrîşî wê kirin, mîna ku rasterast bombeyekê bavêje nava agir. Ez dikarim bi zelalî bibêjim ku ev xeternak e. Teqez divê ev neqewime û divê bi vî rengî nêzîk nebe. Berevajî vê yekê li parçeyên din ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ber bi yekîtiya demokratîk û çareseriyên siyasî ve gav tên avêtin û li Tirkiyeyê pêvajoyên ku ji aliyê Rêber Apo ve hatine pêşxistin hene. Ev dikaribû li Îranê baştir bihata pêş xistin. Eger mesele bihata guhdarkirin û lihevkirin bihata pejirandin, rê li ber çareseriya siyasî ya bi civaka Kurd re li Îranê pir zêdetir vebûya. Di rastiyê de, me dikaribû li ser vê bingehê rola xwe bilîsta. Me carnan ev yek nîşan da. Lê belê, heta niha tu pêşketin çênebûye.

Di encamê de, zexta li ser civakê û meyla tundiyê dê zirarê bide rêveberiya heyî. Li şûna vê yekê, nêzîkatiyeke ku guh bide daxwazên civak, gel û jinan, bi taybetî jî kurdan û li gorî vê yekê li çareseriyên siyasî û demokratîk bigere, dê Îranê ji vê rewşa dijwar derxîne. Ew ê pêşveçûnê di vî warî de pêş bixe. Ev nêrîna me ye û banga me li ser vê bingehê ye.

Di vê wateyê de, ev çalakî, kiryarên demokratîk û daxwazên wan in ku dê siberoja Îranê diyar bikin. Divê her kes vê yekê bizanibe.”

Komkujiyên Parîsê

Dûran Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de komkujiyên Parîsê bi bîr anî wiha got: “Di destpêkê de ez hevrêyên Sara, Rojbîn û Ronahî û dîsa Evîn, Mîr Perwer û Abdurahman bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Di esasê xwe de ya pêşanî komkujiya 9ê Çileya 2013an bû. A rastî berpirsiyarên vê diyar in. Serokkomarê Fransê jî bi awayekî eşkere navnîşan nîşan da. Piştî bûyerê rêveberên Tirkiyeyê di nava telaşê de helwestên xwe nîşan dan. Yê pêk anî hate girtin û tê zanîn ku çawa li holê hate rakirin. Hate kuştin, tunekirin. Fransayê bi gotina ewka dewletê ye heya niha 13 salan e didomîne,bi rastî jî pir berjewendparêz e, gelekî antîdemokratîk e û rewşeke li dijî Kurdan e yanî. Divê em vê yekê bi vî rengî diyar bikin.

Ger komkujiya 9ê Çileyê bihata eşkerekirin, komkujiya piştre wê bi awayekî teqez çênedibû. Ger a niha jî ev komkujî werin eşkerekirin, Fransa tiştekî bi vî rengî pêş bixe, ev yek vê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya li Tirkiyeyê pêş bixe û bibe alîkar ku ku ber bi aşitiyê ve biçe. Çimkî serkeftina vê yekê girêdayî rûbirûbûna berê ye. Yek ji van rûbirûbûnan a gelekî girîn komkujiya Parîsê ye. Lê belê dewleta Fransayê heya niha ev yek nekiriye. Yanî piştgiriyê nade ku li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn pêk were û pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Ji ber wê yekê li gel eşkerenekirina van komkujiyan pêşiya pêvajoyê digire. Li gel eşkerenekirina kesên komkujî pêk anîne û veşartina wan bi awayekî teqez pêşiya pêvajoyê digire û wê dixitimîne. Divê ev yek bi awayekî eşkere were îfadekirin. Divê em jî wisa bizanibin.

Dewleta Fransayê li gel kurdan li cihên cuda eleqedar dibe, dibêje ku ez polîtîkaya kurdan ava dikim. er polîtîkayeke kurdan a rastîn ava bike, ev yek wê li gel çareserkirina komkujiya Parîsê dest pê bike. Heya ku wê neke, hemû nêzîkatiyên wê, wê dîsa bibin nêzîkatiyên berjewendparêz. Gelê kurd jî vê yekê dizane.

Ev 13 sal in li Ewropayê gelê me, jinên kurd, dostên wan û ciwan ji bo aşkerekirina vê komkujiyê têkoşîneke mezin bi rê ve birin. Têkoşîna li dijî komkujiya Parîsê hebûn û azadiya gelê Kurd gerdûnî kir, li seranserê cîhanê belav kir û bû wesîleya geşedanên girîng. Bi hewl, cesaret û fedakariyeke mezin ev têkoşîn haye meşandin. Vaye di salvegera 13emîn de jî gelê Kurd, jin û ciwanên li Ewropayê li ser piyan in. Şermezar dikin, protesto dikin û çalakiyan pêş dixin. Ezhemû kesên beşdarî van çalakiyan dibin, hemû kesên ku ji bo eşkerekirina komkujiya Parîsê xwedî li Sara û hevrêyên wê derdikevin û çalakiyan pêş dixin, silav dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.

Komkujıyên jinan rewşeke şer e

Ez hevrêyên Sêvê, Pakîze û Fatma yên ku di sala 2016an de li navçeya Silopyayê hatine qetilkirin jî bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî berxwedanên xwerêvebirinê, berxwedaneke mezin bû. Bi biryardarî têkoşiyan û têkoşîna pêşengt didan meşandin. Lê belê qetilkirina wan komkujiyeke weke komkujiya Parîsê bû. Gelekî bi zanebûnî, plankirî bû yanî bi awayê qetilkirina însanên bê çek bû. Qetilkirina van 3 jinên welatparêz û şoreşger bi awayekî teqez wisa ye.

Ji ber vê yekê komkujiyên li Parîs û Silopyayê;

Yek: Nîşan didin ku siyaset û zîhniyeta dewleta Tirk a heyî ya heya niha çawa dijminatiya gelê Kurd dike.

Du: Nîşan dide ku li dijî û dijminê jinan e.

Vaye hin saziyên lêkolînê bilançoya qetilkirina jinan a sala 2025an eşkere kirin. Ji aliyê mêran ve 420 jin hatine qetilkirin. Wisa bi awayekî zêde û zanebûnî qetilkirin! 508 jin jî bi awayekî bi guman hatine kuştin. Hin hincetên cuda ewk dikin lê belê di rastiyê de ne diyar e ku çawa çêbûne. Û evyek rewşeke şerî ye. A rastî nîşan dide ku nêzîkatiya zîhniyet û siyaseta li Tirkiyeyê ya heyî ya li hemberî jinan çawa ye. Divê em vê yekê bibînin. Ji ber vê yekê jî yanî komkujiya li Silopyayê jî komkujiya jinan e ya li Parîsê jî komkujiya jinan e. Derdikeve holê ku jin çima ji aliyê zîhniyet û siyaseta heyî ya li Tirkiyeyê ve hedef tên girtin. Li dijî jinan e, dijminatiya jinan dikin. Ev zîhniyet û siyaset xeternak in yanî. Divê teqez ev were çareserkirin.”

‘Hêviya aştiyê’

Dûran Kalkan di axaftina xwe de da zanîn ku rêya serkeftinê berxwedan e û got: “Weke encam ez vê yekê bibêjim: Berxwedanên xwerêveberinê, berxwedanên mezin in. Salvegera wê ya 10emîn e û ev 10 sal in em dinirxînin. Ger ev 10 sal in m li ser piyan in û dimeşin, a rastî ev bi saya wan berxwedanan e. Ger îro pêvajoyeke weke aşitî û civaka demokratîk hebe, hêviya aşitiyê hebe, hêviya demokrasiyê hebe, hêviya azadiyê hebe; ev yek bi saya wan berxwedanan çêbûn. Bi saya van berxwedanan çêbûn. Heya ev yek bi vî rengî neyê zanîn û qebûlkirin, rastfêmkirina lehêngên vê berxwedanê, fêmkirina wan û xwedîlêderketina wan pêkan nîne. Divê hemû kes vê yekê bizanibe. Divê bi vî rengî binirxîne û girêdayî vê yekê xwedî lê derkeve.

Ez careke din di şexsê van her sê jinên şoreger de hemû şehîdên wê serdemê yên berxwedana xwebirêvebirinê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Soza xwe ya pêkanîna armancên wan nû dikim.

Kesayet, jiyan û şoreşgeriya Berfîn Nûrhaq ku serdema borî şehadeta wê hate ragihandin, bi rastî jî hate naskirin; ji perwerdeya Rêbertî heya pêvajoya ciwaniyê, sekna têkoşîna li çar perçeyên Kurdistanê, cesaret û fedakariya wê. Ev gelekî girîng û watedar bûn.

Min bi xwe jî hevrê Berfîn nas kir û me li gelek qadan bi hev re kar kir. Gelek heval nirxandin. Kesayeteke kemilî bû. Weke milîtaniya jina azad, jiyana azad û jiyana pêşeng kesayeteke kemilî bû. Di warên ruh, hest, raman, tevger, esaret, fedakarî, piştevanî û hevrêtiyê de xwe perwerde kiribû û teşe girtibû.

Beriya her tiştî hevrêtî… Baweriya ji dozê re, dilsoziya ji azadî, xeta azadiya jinan û fikrên Rêber Apo re… Bi astên herî jor de teşe girtibû, xwe pêk anîbû û bêyî zor û zehmetiyê yan jî derengxistinê, ber bi neyîniyê ve bibe weke heyî pratîk veguherand serkeftinê…

Ji ber vê yekê gelek tişt fêrî me hemûyan kirin. Gelek heval perwerde kirin. Hemû kesên ku heval Berfîn nas dikirin ji wê rastiya jiyana azad û rastiya Rêbertî dît û fêm kir. Pêşengtiya jina azad, rastiya ku xeta azadiya jinan însanan azad dike û şikil didiyê dît. Yanî perwerde kir, gelek tişt stand. Hevrê Berfîn jî bi fedakariyeke mezin hewl da, hêz û piştgirî da. Di şer û mercên herî dijwar de jî bû mînaka cesaret û fedakariyê. Nexwarda xwarin, venexwar da vexwarin. Her wiha bi rastî jî hemû caran erênî bû, bi moral bû û çareserker bû. Dikarî rewşên dijwar ber bi erênîbûnê ve veguherîne. Wisa rewşên hêrsbûnê û berteknîşandanê dadixist astên herî jêr. Hêrs û bertekên xwe têk biribûn. Tim bû keseke wisa mînak. Hevalan ev taybetmendiyên wê diyar kirin. Tiştekî ku lê were zêdekirin û gotin tunebû. Ya me bes bîranîn e. Girêdayî vê yekê ez hevrê Berfîn Nûrhaq û di şexsê wê de hemû şehîdên me bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.”

Dûran Kalkan di axaftina xwe de rojnameger Huseyîn Aykol jî bi bîr anî û got: “Me jî li ser çapemeniyê nîqaş dikir û hewl dida ku em fê bikin. Çi tê serê çapemeniyê, çi diqewime û pirsgirêk çi ne… Di pêvajoyeke bi vî rengî de şehîd bû. Huseyîn Aykol, weke Çinara çapemeniyê yê kedkar û şoreşger hate pênasekirin. Bi rastî jî girîng e. Jiyan û tevlîbûna wî watedar bû. Her çend zêde nebe jîmin jî derfeta naskirina hevrê Huseyîn Aykol bi dest xist. Ji ber karê xwe diçû her derê, hin caran hate nava gerîlayan jî. Em di pêvajoyekê de li rastî hev hatin; yan rojek bû yan jî du. Min derfeta xebitînê, kirina suhbeta têkildarî çapemeniyê û naskirinê bi dest xist. Kesayetekî gelekî zana, tije, hevgirtî û sakîn bû. Gelekî girêdayî çapemeniyê bû. Lê belê ev yek bes ne weke rojnamegerekî weke şoreşgerekî dikir, weke sosyalîstekî dikir. Yanî bi bawerî dikir. Bi zanebûnî, bawerî li ruhê xwe zêde dikir. Hemû kesan ev yek anî ziman, yên nas dikin, dibêjin û ev çend roj in dinirxînin. Ew zêdetir nas dikin. Nakeve berê me ku em zêde tiştan bibêjin.

Kedeke mezin da xebatên Çapemeniya Azad. Valahiya ku Mûsa Anteran li dû xwe hişt tije kir. Di dorhêla her cure zextê de rêya berxwedanê hilbijart û berxwedan nîşanî hemû kesan da û pêşengtî kir. Yanî weke sosyalîstekî Tirkiyeyî têkariyên zêde li têkoşîna azadiya kurd kirin. Di kesayeta xwe de şênber kir ku têkoşîna azadiya Kurd û sosyalîzma demokratîk a Tirkiyeyê çawa yek in.

Pêkanîna armancên wan deynê me ye

Kesayetekî mînak bû. Kesayetekî ku a niha hemû kes dikare jê tiştekî fêr bibe. Însan dikare vê yekê bi awayekî rehet bîne ziman. Gelekî hevgirtî û têkoşer bû. Ew qasî di girtîgehan de ma lê belê kêmek jî be bi paşde gav neavêt. Zêdetir têkoşiya. Gelek ked û têkariya wî heye. Bû yek ji sembola yekbûn û lihevkirina civaka Tirkiyeyê ya bi hêzên demokratîk a sosyalîstbûna çepgir û gelê Kurd ya bi hêzên azadîxwaz re. Ji ber vê yekê gelek tişt hene ku şoreşger û sosyalîstên civaka Tirkiyeyê ji hevrê Huseyîn Aykol hîn bibin.

Gelê kurd, jinên kurd, ciwanên kurd û Tevgera Azadiya Kurd jixwe xwedî lê derdikevin. Wê zêdetir xwedî lê derkevin. Di çarçoveya zindîhiştina bîranîn û pêkanîna armancên wî de. Bangeşekî kedkar û gelekî hêja bû, şoreşger û sosyalîst bû. Xwediyê kedek mezin bû. Tişta ku dikeve berê me rastfêmkirin û pêkanîna armancên wî ne.

Girêdayî vê yekê ez bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim, êşa xizm û hezkiriyên wî parve dikim. Zindîhiştin bîranîn û pêkanîna armancên Huseyîn Aykol deynê me ye. Ez dibêjim ku ji bo dayîna vî deynî em ê bi hemû hêza xwe heya dawiyê bixebitin.