13 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dûran Kalkan: PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi serketî pêk anî

Dûran Kalkan ku di destpêka Kongreya 12emîn a PKKê de axivî, anî ziman ku têkoşîn bi dawî nebûye, ev yek dawîkirin nîne; bi armanca bilindkirina têkoşînê pêşîvekirina li afirandina zemînên nû ye.

Kongreya 12emîn a PKKê di navbera 5-7ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê hemwextî hev pêk hat. Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan ve hate kirin.

Dûran Kalkan anî ziman ku kongre di nava şerê giran de hatiye kirin û wiha got: “Ez Kongreya 12emîn a PKKê didim destpêkirin. Kongreya me li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava şerê giran de pêk tê. Em vê kongreyê bi rengê du beşan lidar dixin. Hêzên me yên HPG û YJA Starê bi giranî li qadên xwe, hemwextî vê civîna me civînekê lidar dixin. Weke du parçeyan hejmara me derdora 220-230 ye. Ji her qadê û karî hevalên nûner tevlî vê civîna me ya kongreyê ya ji du beşan dibin. Lewma xwedî wê hejmara têrker e ku dikare her cûre biryarê têkildarî partiya me werbigire. Li ser vê bingehê bi navê Rêber Apo beriya her tiştî kongreyê silav dikim. Hevalên têkildar wê piştre agahdariya pêwîst û silavdayinê bikin. Bi navê rêveberiya me û komîteya amadekar ji kongreya me ya 12emîn re serketinê dixwazim. Hemû kongreyên me yên partiyê ji aliyê Rêber Apo ve hatina madekirin. Ew bi xwe dema ku bi pratîkî nekarî tevlî kongreyan bibe, timî amade kir û bi rê ve bir. Ev kongreya me jî dibe ku ji kongreyên din hemûyan bêhtir ji aliyê Rêber Apo ve hate amadekirin. Rêber Apo em anîn vê serdemê. Weke milîtanên jinûve vejînê, weke partî, weke gel Rêber Apo jinûve vejîna me pêk anî. Li ser vê bingehê beriya her tiştî bi navê kongreya me Rêber Apo bi hesret û hurmeteke kûr silav dikim.

Em şehadeta hevalên şehîd Fûat û şehîd Riza radigihînin

Duran Kalkan di kongreye de şehadeta kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand û wiha got: Di vê kongreyê de em şehadeta du hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo, ji damezrînerên partiya me Şehîd Fûat û Riza radigihînin. Her wiha Sirri Sureyya Onder jî bi navê kongreya me bi hurmet û hezkirin bi bîr tînim ku tevkariyeke girîng li karên amadekar ên vê kongreyê kir û di dema amadekariya kongreyê de şehîd bû. Hevrêyan hemûyan ji bo bîranîna van şehîdên me yên leheng vedixwînim 2 deqeyan rêzgirtinê. Şehîdên me rêberê têkoşîna me ya azadiyê ne. Di meha Şehîdan meha Gulanê de kongre tê lidarxistin û bi rêvebirina Rêber Apo pêk tê. Bêguman ev yek gelekî bi wate ye. Ev kongreya me wê di meha Şehîdan de li ser xeta Rêbertî û şehîdan nirxandineke rast bike û hêza biryarwergirtinê nîşan bide. Bi vî rengî wê ragihîne ku hêjayî rastiya şehîdan e, li ser xeta şehîdan dimeşe û wê her tim bimeşe. Ev kongre weke ku Rêber Apo got, wê ji aliyê rêxistinî ve bibe kongreya dawî ya PKKê.”

Kalkan axafina xwe wiha domand: “Di kongreyeke bi vî rengî de em şehadeta du hevrêyên hêja, hevalên destpêkê yên Rêber Apo û ji damezrînerên partiya me radigihînin. Hevalên navborî ji aliyê hemû hevrêyan ve têne naskirin. Raya giştî wan nas dike. Gelê me, jin û ciwan wan baş nas dikin. Hevalê me Fûat hevalê destpêkê bû ku bi Rêber Apo re dest bi têkoşînê kir. Weke hevalên Hakî û Kemal, beşdarî Civîna li Bendava Çûbûkê bû ku hîmên rêxistinî yên partiya me lê hate danîn; bû hevrêyekî welê ku li wê derê biryara karê rêxistinî da û ev yek jî heta şehadetê dewam kir. Ew nîşaneya tevlîbûna timî û rastî ya li heqîqeta Rêber Apo û dilsoziya bê dawî ye. Bi têkoşîna pratîkî ya demdirêj, bi tacîdarkirina vê yekê bi şehadetê re ev rastî ispat kir.

Hevalê Riza nûnerê kesayetıya Kemal Pîr ê duyemîn bû

Duran Kalkan derbarê Riza Altûn de jî ev tiş anî ziman: “Heval hemû hevalê Riza nas dikin. Di dema koma destpêkê de ji Enqereyê tevlî komê bû, di pêşvebirina tevgerê, afirandina xeta wê ya çalakiyê, wergirtina rêxistin û hêza têkoşînê de tevkariyên mezin kir. Çawa ku hevalê Fûat ruh, hişmendî û hestê têkoşîna Rêbertî bû, di vir de xwedî cihekî girîng bû, hevalê Riza jî bi heman rengî bû. Hevalan nekarîn zêde hevalê Riza nas bikin. Kêm hevalan hevalê Riza nas kir. Nikarim bibêjim ku her kesî hevalê Riza nas dikir. Bi rastî jî kesayetekî milîtan, jîr û jêhatî bû… Me timî qala kesayetî û şoreşgeriya Kemal Pîr dikir. Hevalê Riza nûnerê kesayetiya Kemal Pîr ê duyemîn bû.”

Ti destketî bi hêsanî û bêberdêl nebûn

Duran kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo got, “PKK her kêlî ji ya beriya wê bêhtir bi zehmetî, bi têkoşînê afirand, bi dest xist. Ti ji destketiyan bi hêsanî û bê berdêl bi dest neket. Lidarxistina civîneke bi vî rengî, bi rengê du beşan û ewqasî berfireh, tevlîbûna ewqasî berfireh bi saya şehadetan pêk hat. Lewma ev rewş ji ber xwe ve nabe. Me di destpêkê de şehîdên xwe bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anîn. Bi taybetî hevrêyên dawî Besê û Mîtra ku bi êrîşa bi çekên kîmyewî şehîd bûn, zalimtiya dijmin careke din bi şênberî raxistin pêş çavan, di heman demê de asta lehengî, fedaîtî, wêrektiya berxwedana gerîla jî nîşan dan. Ev kongreya me bêguman ji kongreyên din cuda ye. Ji aliyekî ve dişibe Kongreya Yekemîn. Ji aliyê dîrokî ve kongreya bidawîkirina PKKê ye, kongreya bicihkirina PKKê li şûna wê ya dîrokê ye. Bêguman ev yek dawî nîne. Bi encamkirineke bi vî rengî re tê xwestin, pêşî li pêngavên nû bêne vekirin. Tê xwestin derfet û firsend ji gavên nû re bêne pêşkêkirin. Di rewşeke bi vî rengî de ku Tevgera Apoyî ya 52 salan meşa bi navê PKKê bi dawî dike, bêguman divê em ji aliyê dîrokî ve rol, wate û pênaseya wê baş zanibin. Bêguman em nikarin van hemûyan bi hemû aliyên wê nîqaş bikin. Ji bo wê dem nîne. Lê belê Rêber Apo dema ku got Divê kongre bi lez bi dawî bibe anî ziman ku pratîkkirina wê dibe ku bi mehan dewam bike Di pratîka bi mehan de em ê çi bikin? Hingî, dema ku me PKK li şûna wê ya dîrokê da rûniştandin, divê em vê yekê weke wezîfeyeke dîrokî bibînin, bi cih bînin, mîsyona wê bi rengekî rast û têker fêhm bikin, dersan jê werbigirin û derbasî pêvajoya nû bikin. Li ser bingeha xwenûkirinê, em ê hewl bidin hîn bi xurtî tevlî pêvajoya nû bibin.”

PKKê rola xwe ya dîrokî bi serketî bi cih anî

Di dirêjiya axafina xwe de Kalkan wiha got: “PKK di dawiya Mijdara 1978an de ava bû. Tevgera Apoyî berê weke Şoreşgerên Kurdistanê, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê dihate naskirin. Dawiya sala 1978an pêwîstî pê dît ku navê partiyê li xwe bike, xwe bi rengê partiyê bi rêxistin bike û navê Partiya Karkerên Kurdistan jî bi vî rengî ava bû. Yanî weke PKK destpê nekir. Beriya her tiştî divê em bi vê rastiyê zanibin. Bêguman PKK bû rêxistinkirina xeta Apoyî. Ew cewher wergirt û hewl da hişmendiya wê bi pêş ve bibe. Milîtaniya Apoyî, milîtaniya PKKê li ser van esasan bi pêş ket. Li Hîlwanê, li Sêweregê çirûskên destpêkê yên berxwedanê pê xist. Li hemberî darbeya leşkerî ya faşîst a 12ê li zindanê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 1982an afirand. Di 15ê Tebaxa 1984an de bi pêngava gerîla re li çiyê, di nava gerîla de dest bi têkoşîna jiyana nû, jiyana azad û fedaîtiyê kir. Em zanin ku di destpêka salên 1990î de encamên girîng ên vê yekê hatin afirandin. Me qala Şoreşa Vejînê ya Neteweyî kirin. Şoreşa Vejînê ya Neteweyî di encama berxwedana gerîla ya li ser vê yekê û berxwedana gerîla di demeke kurt de pêk hat. Serhildanan destpê kirin. Têkoşîna azadiyê ya jinê, Şoreşa Azadiyê ya Jinê kete rojevê. Rêber Apo dibêje, PKKê rola xwe li vê derê temam kir. Tevgera wê yekê bû ku rastiya Kurd, hebûna wê derxîne holê, înkar û îmhayê bişikîne. Ev yek bi têkoşîna xwe ya salên 1970, 80ê û bi Şoreşa Vejîna Neteweyî ya destpêka salên 1990î de bi ser xist. Bi vî rengî rola xwe ya dîrokî bi cih anî.”

 Me êrîş têk bir

Kalkan wiha domand: “Di nava êşkence, tecrîd û qirkirina li Îmraliyê de ev lêgerîn bi guhertina paradîgmayê ber bi çareseriyê ve çû. Tengaviya îdeolojîk ji holê hate rakirin. Guhertina paradîgmayê, şoreşa îdeolojîk a mezin; serketina vê şoreşê bi xwe re anî. Di kesayetî, mejî û hişmendiya Rêber Apo de. Em zanin ku ev yek ne tenê Kurdistanî bû, di heman demê de pêngaveke Rêbertî ya rizgariya hemû bindestan û jinan bû, navneteweyî bû. Niha tê zanîn bê em bi çi rengî gihîştin vê kongreyê. Di vir de li gel kêmasiyên di bicihanîna paradîgmayê de, encamên berxwedana me ya topyekûn a li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî ya li dijî êrîşên topyekûn ên Plana Çalakiyê ya Têkbirinê ya 24ê Tîrmeha 2015an, berxwedana lehengî ya gerîla, berxwedana rêxistinên me yên jin û ciwanan, berxwedana dostên me û gelê me û encamên Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku me piştî 10ê Cotmeha 2023an dan destpêkirin, em gihandin vê astê. Yanî me hemû êrîşên plankirî yên eciqandin, îmha û tasfiyekirinê timî şikand, pûç kir, têk bir. Li ser vê bingehê me krîz û kaosa li nava sîstema qirker û mêtinger timî kûr kir. Dema ku bi hin sedemên din re jî bû yek, avahiya serwer a tirk neçar ma ku serî li Rêber Apo bide.”

Bidawîkirinek ji bo afirandina zemînê

Di dawiya axaftina xwe de jî Duran Kalkan wiha got: “Belê ev kongre dişibe Kongreya Yekemîn. Çawa? Li wir îradeyeke mezin bû ku destpêkeke nû biafirîne. Li vir, li ser bingeha bidawîkirina dîrokî ya wê destpêkê îradeyeke mezin heye. Lê belê ev yek dawî nîne. Ji damezrandina PKKê û vir ve bi îdîa û hêzeke hîn xurt, ji bo avakirinên pêngavên nû û afirandina zemînê bidawîkirin e. Tevgera Apoyî meşa 47 salan a bi nasnameya PKKê bi dawî dike, xeta civaka demokratîk a Apoyî, xeta demokrasî û azadiyê, xeta şaristaniya demokratîk ji bo karibe bi rêxistin û rêveberiyên nû, stratejiyên nû hîn bi bandor, hîn çalak serketinan bi dest bixe, vê yekê dike. Bêguman wê pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin. Karên îdeolojîk û rêxistinên jin û ciwanan wê li pêş bin, hîn bêhtir wê xwedî rol bin. Em ê rêxistin û têkoşînên bi vî rengî hîn bêhtir biafirînin. Bindest, jin, ciwan, karker, kedkar, gel hemû wê xwedî gotin bin, têbikoşin û bi rol rabin. Hemû hevrê divê li ser vê asta ferasetê û têgihiştinê tevkariyê bilind, tevlî bibin û em bi vî rengî kongreya xwe bi ser bixînin. Li ser vê bingehê ji kongreya 12emîn re bi navê rêveberî û komîteya amadekar serketinê dixwazim. Di wê baweriyê de me ku wê bi ser bikeve.”