Pêvajoya heyî bi hewldanên xerakirin û provakasyonan dişibe çîroka dupişk û beqê. Lê belê aşti ne bi xapandina beqê ne jî ji pişka jehrî ya dupişkê re nayê hiştin.
Dîrok wêjeyê ji bo çareserkirin hin nakokiyên jiyanî, têra xwe berhemdar e. Rojekê dûpişkek xwest biçe li cihekê lê belê li pêşiya xwe çemek dît. Ji ber nikaribû ji çem derbas bibe, li bendê ma ku yek were û wî derbasî kêleka din a çem bike. Dema dît ku beqek di nav avê de ye jê xwest ku wî derbasî aliyê din ê çem bike. Beq jî dêpîşk guman bû û jê re got: “Tu dupîşkî xisletê te xerab e, tu dê li min vedî?” Li ser vê yekê dupişk wiha got: “Ez melevan nîm im û heke li te vedim ez ê jî bimrim.” Ev bersiv beqê qayîl dike. Beq dupişk da ser pişta xwe û ket avê. Beq li nav avê, dupişk li piştê, heta nîvê avê hatin. Dupişk li xwe newestiya, pişka xwe bilind kir û li pişta beqê xist. Beqê laşê wê hêdî hêdî ji ber jehriyê ditevize. Beq li dupişkê zîvirî û wiha pirsî: “Birayê dupişk te çima li min veda?” Bersiva milê xwe bilind kir û got: “Çi bikim, xisletê min wiha ye”. Beq ji jehriyê, dupişk bi fetisînê mirin.
Şerxwaz aştiyê nevên lê aştîxwaz?
Dema em çend bûyerên ku di rojên dawî diqewimin dişopînin ev çîrok bivênevê dikeve li bîrê. Yên ku naxwazin bi silametî ji avê derbas bibin li pêvajoyê vedidin. Ev kes û derdor ji salên avabûna komarê heta niha bi her awayî jehriya di nav pişka xwe de, li stuyê civakê xistine, bûne sedema hemû xirabî, talan, komkujî û zirarên welat û welatiyan. Ji pêvajoyên berê heta îro mixabin hemû hewldan, her carê bi heman awayî bi dawî bûn.
Siyaseta bêsiyaset
AKP bi hesabên hilbijartinê, MHP bi hesabên mijûlkirinê, CHP ji ber elimandinên xwe yên 100 salan li pişka xwe ya jehrî venagerin. Helbet di çîroka em behsa wê dikin de kurd nabin beq û tirk jî nabin dupişk. Lê belê geşedanên ku dîqewimîn herî baş bi vê serpêhatiyê xweş tê gotin. Çend hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên agirbestê, jî bo çareserkirina pirsgirêkên bûne girêk daxwaza avakirina diyalog û çareseriyê her carê bi derbên jehrî noqî avê bûn û fersendên dîrokî ji dest çûn.
Provakator di dewrê de ne!
Hêzên tarî yên di nava dewletê jî, di pêvajoya desthilata AKPê de parçe parçe bûn şirîkên dewletê. Anku bûn desthilat. Îca ev saleke, bi înîsiyatîfa serokê MHPê Devlet Bahçelî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya “Aştî û Cîvaka Demokratîk” dest pê kir. Desthilat helbet elimandinên bi salan ne terikand. Lewma pêvajoyê jî wek “Tirkiyeya Bêteror” pênase kir. Ji roja Devlet Bahçelî di meclîsê de sala derbasêyî destê parlamenterên DEM Partiyê girt û xwest Tirkiye di pêvajoya ku Îsraîl li herêmê bandor û gîraniya xwe zêde dike de dîsa daxwazên xwe yên ji Dewleta Osmanî mane pêk bîne. Dît ku dê ev yek bêyî birayê dîrokî yê kurd çênebe. Lê belê xislet jî wek pişka li pişta dupişk, pişta Devlet Bahçelî çemandiye. Rih dibin bihost lê dijmin naxwazin bibin dost. Jehriya bi salan kom bûye, dixwaze biherike, lê belê pêvajo dest nade vê yekê. Lewre pêvajo bi destê dewleta derveyî qanûn tê xerakirin.
Ya aqilane aştî ye lê ew jî dilgirtî ye
Ji destpêkê heta niha gelek provakasyon bi destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya kurd vala hatin derxistin. Siyaseta kurd, dostên kurdan û helwesta gelê kurd jî têra xwe bûye şareza, ji derbên pişka dupişk hişyar in. Lê di qonaxa em hatinê, zêdetir siyaseta jehrîkirinê di dewrê de ye. Raporên AKP û MHPê yên Komîsyona Meclisê, careke din gumanên pêvajoyê zêde kirin. Gelo dîsa çîroka dupişk û beqê xwe dubare dike? Ne siyaseta Îsraîlê, ne geşedanên il Sûriyeyê diqewimin ne bi dilê Tirkiyeyê ne, siyaset û rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê jî şerê heyî raneke. Astengiya herî mezin elimandinên salan ên dijminatiyê ye.
Şer kêrî tu kesî nayê
Ev çend roj în hêzên tarî, pêlek nîjadperest dane destpêkirin. Alîgirên Bursasporê bi helwesta provakasyonê çêr û heqaret lî Leyla Zana kirin. Ev pêl hêdî hêdî derbasî sazî û dezgehên din ên dewletê dibe. Anku derba jehriyê gelek deveran tê xistin û panzehîra vê anku zimanê aştiyê nakeve dewrê. Yên li meydanan zîtikan davêjin, dixwazin bi xwe re welat jî noqî avê bikin. Xuya ye siyaseta sedan salan bi hemû hostayiya xwe ve dixwaze pêvajoyê jî, hêviyên aştiyê jî jehrî bikin. Çêr û heqareta lî Leyla Zana tê kirin, nijadperestiya ku wekî ewrên reş li ser welat digerin, gavên vê yekê ne. Ev yek dişibe mekanîka darbeyê jî. Her kesek tenê peyaman dide lê belê kes ji tiştên tên kirin hesabê napirse. Anku tu alîgirên desthilatê van hêzan nade sekinandin an jî rasterast aştiyê naparêze.
Ne xapandin ne jî bibxapînokî nabe!
Siyaseta heyî nîşan dide ku ev savar dê hêj gelek avê bikelîne lê nêzîk e ku ev savar bişewite û neyê xwarin jî. Pêvajo ne jî beqa teslîmî gotinên nerm dibe, ne jî ji dûpişka ku mehkumê xisletên xwe bûye re tê hiştin. Hêza gel wekî ava çemê e û çem dikare bi pelekê qedera dûpişk û beqê ji tunebûnê xelas bike. Dîrok bi çîrokên şer û daxwazên aştiyê yên pêk nehatine tije ye lê pêwîst e li ser van axan çîrokên nû werin nivîsandin. Çîroka gel û baweriyan, çîrokên aştiyê, azadiyê û demokrasiyê.
