Rojnameger û siyasetmedaran di 30yemîn salvegera bomberdûmana li ser Rojnameya Ozgur Ulke de li Kadirgaya Stenbolê li ber avahiya rojnameyê daxuyanî dan çapemeniyê.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 30yemîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulke ya 3ê Kanûna 1994an de li Kadirga ya Stenbolê li ber avahiya rojnameyê daxuyani da çapemeniyê. Parlamenterên DEM Partiyê Stenbolê Çîçek Otlu û Cengiz Çîçek û gelek rojnameger amade bûn.
Ewil rojnameger Salîha Aras daxuyanî da û wiha got: “30 sal berê Rojnameya Ozgur Ulke ji aliyê hêzên tarî ve hat bombekirin. Ersîn Yildiz hat kuştin û 23 xebatkarên rojnameyê jî bîndar bûn. Tişta balkêş, kesên rojname bombe kir, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve nehat ronîkirin. Ji aliyê rojnameyê ve hatin ronîkirin. Tevî kuştin, girtin, binçavkirin û zextan vê kevneşopiya çapemeniya azad dest ji têkoşîna xwe û ronîkirina rastiyan bernedaye. Rojname bi dehan caran rastî êrîşan hat û êdî nekarîbû weşanê bike. Rojname piştî hat bombekirin, roja din bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne” derket. Tevî hemû zextan 30 salin rastiyan dinivîse û têkoşîna nivîsandina rastiyan berdewam dike.”
Tu kes nikare kelepçeyan li çapemeniya azad bixe
Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî axivî û got: “Tam 30 sal berê komkujiya ku rastiya welat nîşan dide pêk hat. Di sala 1992an de li Sîwasê komkujî pêk hat. Gund hatin valakirin û şewitandin. Me careke din dît ku dewlet çapemeniya kurd nas nake û dixwaze çapemeniya azad îmha bike. Li gel vê rastiyê çapemeniya azad dîsa bi îdîaya rastiyan binivîse tevî hemû astengiyan tekoşîna xwe berdewam dike. Îro jî dîsa bi manşeta “Roj roja parastina rojava ye” dîsa rastiyan dinivîse. Hefteya borî 10 rojnameger hatin binçavkirin. Îro dîsa xebatkarên çapemeniyê li vir in. Rastiyan dinivîsin û rastiyan digînin gel. 30 sal berê komkujî pêk anîn. Lê 30 sal in dîsa çapemeniya azad rastiyan dinivîse. Tu kes nikare kelepçeyan li rastiyan û çapemeniya azad bixe.”
Yên Ozgur Ulke bombe kirin îro Rojava bombe dikin
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek jî wiha got: “30 sal berê rojname bombe kirin. Em pir baş zanin ku kê ev rojname bombe kirin. Yên rojname bombe kirin armancek wan hebûn. Armanca wan ne tenê rojname bû. Armanca wan azadiya gelê kurd bû. Rojnameya Ozgur Ulke ku armanca wê azadiya gel bû, îro li ser vê kevneşopiyê Yenî Yaşam xwe berdema dike. Yên ji azadiya gelan ditirsin, çawa ku duh rojname bombe kirin, îro jî Rojava bombe dikin. Dixwazin jiyanê li mirovan bikin zindan. Lê ew xwe dixapînin. Tevî hemû bombeyan me her tim rêya xwe berdewam kir, em îro jî vê rêya xwe berdewam dikin.”
Cengîz Çîçek anî ziman ku li dijî zext û êrîş û bombeyan îro roj roja mezinkirina têkoşînê ye û wiha berdewam kir: “Em têkoşîna civakek azad û welatekî azad didin. Di rojên dawî de em bi rastiya qeyûman û êrîşên çeteyan re rû bi rû ne. Sedema vê yekê ewe ku gelê kurd ne xwedî statu ye. Em careke din dibêjin ne tecrîda we, ne qeyûmên we û ne jî êrîşên we yên li ser Rojava, dê nikaribin têkoşîna bişkînin. Rojnameya Ozgur Ulke li dijî koletiyê derket rê. Rojnameya Yenî Yaşamê jî, ji bo jiyanek nû û jiyanek azad dê rastiyan binivîse. Heta em azadiya xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Girseye piştî daxuyaniye dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin.