12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Duh DAIŞ îro PDK êrîşî êzidiyan dike

Berdevka SMJÊ’yê Nûjiyan Gunay anî ziman ku 10 sal berê DAIŞ’ê êrîşî civaka êzîdî kir, lê niha PDK êrîşî êzidiyan dike û got: “Îro jina êzidî û civaka êzidî xwe di her alî de bi rêxistin kiriye. Êdî xwedî hêz û biryar e û dê bi her awayî xwe û civakê biparêze.”  

Li başûrê Kurdistanê di 9’ê tebaxê de, di nimêjên înê de li mizgefan gef li êzidiyan xwarin. Piştî êrîşên li ser civaka êzidî, bi sedan malbatên Êzidî yên ku li kampên Dihok û Zaxoyê bi darê zorê dihatin girtin û nehiştin vegerin Şengalê, ji bo ku xwe ji êrîşan biparêzin, vegeriyan Şengalê. PDK 3’yê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî neparastibû. Ji ber vê yekê bi hezaran êzidî ji êrîşên DAIŞ’ê reviyan û berê xwe dabûn deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê. Têkildarî mijarê Berdevka Sîwana Meclisa Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûjiyan Gunay nirxandin kir.

Nûjiyan Gunay ewil bal kişand ser helwesta PDK’ê ya li dijî êzidiyan û wiha got: “Ev gef û zextên li dijî êzidiyan herî dawî bi girtina PADÊ dest pê kir. Siyasetek kûr û bi plan e. Destê dewletên derve di navde heye. Dixwazin Kurdistanê ji civaka êzidî paqij bikin. Em vê siyasetê bi tundî şermezar dikin. Yên 10 sal berê rê li pêşiya komkujiya êzidiyan vekir, hêzên herêmê bû. Hêzên PDK’ê û Bexdeyê bûn. Yên ku 10 sal berê êzîdî neparastin, îro PADÊ qedexe dikin. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Bi qedexeya PADÊ hêza xwe li ser civaka êzidî û kurdan diceribînin. 3 partiyên kurdan qedexe kirin. Dixwaze helwesta civaka êzidî û civaka kurd bibîne. Bi girtina 3 partiyan dixwaze helwesta civakê bipîve û helwesta civakê dicebirîne. Gav bi gav bi destê hikûmeta Tirkiyeyê û biryara Dadgeha Iraqê vê yekê pêk tîne. Dema vê feraset û polîtikayê pêş dixe, di nava kurdan de hin kesayetan wekî maşik bikar tîne. Hin caran dibe ku Qasim Şeşo be, hin caran dibe kesên din be, hin kesayetiyan li dijî civakê bikar tîne. Em van zext û qedexeyan bi tundî şermezar dikin û em êrîşên li ser tu olan qebûl nakin.”

Hin kurdên êzidî wekî maşik bikar tînin

Berdevka Sîwana Jinên Êzidî Nûjiyan Gunay, da zanîn ku çanda êrîşkar û hemû ol, bawerî û civakan bide hemberî xwe nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Hin kes bi zanistî û plan li dijî çanda êzidîyan van êrîşan zêde dike. Destê hin kesên derve têde heye. Hêzên herêmê û dervê welat bi zanebûn civaka êzidî û misilman tînin beramberî hev û bi hev didin şerkirin. Ev kesên dibin maşik nabin laqiyî civakê û gelên Kurdistanê.”

Planên li ser kurd û Kurdistanê dê heta 2030’yî bidomin

Nûjiyan Gunay da zanîn ku li ser kurd û Kurdistanê plan hene û wiha berdewam kir: “Planên li ser kurd û Kurdistanê dê heta 2030’î berdewam bikin. Planên li ser Kurdistanê pir berfireh in. Ji bo baş Kurdistanê dagir bikin planên kûr pêş dixin. Ji bo vê yekê milletên bi ruhê neteweyî û têkoşînê dijîn dixwaze ji vê axê xalî bike. Bi gefên li ser êzidiyên penaber plan dikirin ku êzidiyên kampan koçî dervê Kurdistanê bikin. Dixwestin ku êzidî berê xwe bidin dervê welat. Plan nekiribûn ku êzîdî dîsa berê xwe bidin Şengalê. Dijberî vê yekê plan dikin ku Kurdistanê ji civaka êzidî xalî bike.”

Êzidîyên vegeriyan Şengalê plan pûç kirin

Nûjiyan Gunay, destnîşan kirin ku êzidiyên ji kampan vegeriyan Şengalê Plana kesên dixwazin Kurdistanê ji êzidiyan xalî bikin pûç kirin û wiha pêde çû: “Hem civaka êzidî û hem jî civaka kurdistan, civakek aştîxwaz, azadîxwaz e. Milletekî mafê jinê û mafê mirovahiyê diparêze ye. Civaka kurd li dijî DAIŞ’ê şer dike. Ew dîmenê 10 sal berê ku milletê xwe bê parastin hişt û ji ber DAIŞ’ê reviyan, dîmenekî pir dilêş e. Ev dîmenê ku Şengal bêparastin hiştin û reviyan bi dilê hêzên serdest ên cîhanê ye. Ji xwe ev hêzên serdest dixwazin herêmê bêjing bikin.

Tovê hişê DAIŞ’ê hêj zindî ye

Gunay, bal kişand ser rewşa DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn û ev agahî dan: “Hêzên navdewletî yên cîhanê dibêjin ‘Me li Rojhilata Navîn DAIŞ bi şerê çekdarî têk biriye’ Lê di aliyê hiş û bîrdoziyê de hêj ew tovê feraseta DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn zindî ye. Ji ber ku ev hişê DAIŞ’ê zindî ye, metirsiya li ser Îsraîlê pir zêde ye. Ji ber vê yekê Israîl ewlehiya xwe derxistiye asta herî jor. Ji bo welatê Ewropa û Amarîka  ewlehiya Israîlê berî her tiştî tê. Lê ew li ewlehiya gelên Rojhilata Navîn û gelê kurd nafikirin.  DAIŞ wekî beden xuya nabe, lê bîrdozî û hişmendiya wan li ser kar e. Ev ji bo siberoja Kurdistanê metirsiyek pir mezin e. Eger Başûrê Kurdistan li gel vê aboriya zêde wekî Rojava civakek ava kiribûya, dê gelek destkeftiyên mezin bi dest xistibûya. Lê mixabin nekir. Eger bi ruhekî neteweyî, jiyanek hevpar jiyanek ava kiribûya, dê yekîtiya gelan pêş ketibûya.”

Duh ji ber DAIŞ’ê îro ji ber PDK’ê reviyan

Nujiyan Gunay, anî ziman ku her çend mejî yê DAIŞ’ê û Enqereyê be jî beden kurd e û wekî kurd tê dîtin û wiha pêde çû: “Ev jî darbeyek giran li nasnameya kurdan dixe. Ev mirovan birîn dike. Raste Beden a PDK’ê ye. Mejî ya DAIŞ’ê ye. Di konferansa Ammanê de biryara komkujiya Şengalê dabûn. Wê demê di bin perdê de PDK, Tirkiye û DAIŞ li hev kom bûn û biryar girtin. Li wir biryar dan ku Mûsilê radestî DAIŞ’ê bikin û Şengalê ji DAIŞ’ê re berdin. 10 sal berê Tirkiye DAIŞ koordine kir. Îro Tirkiye PDK’ê kordîne dike û PDK başûrê Kurdistanê radestî Tirkiyeyê dike. Tirkiye DAIŞ’iyan tîne li Başûrê Kurdistanê bi cih dike û li dijî Tevgera Azadiyê dide şerkirin. Niha li pêşiya civaka êzîdî metirsiyek pir mezin heye. PDK dihêle ku civaka kurd di cîhanê de pir bi çûk bê xuyakirin. Êzîdî duh ji ber DAIŞ’ê îro ji ber PDK’ê direvin. Ev dilêşiyek gelek mezin e.”

Civaka êzidî berê bê rêxistin bû

Berdevka MSJÊ’ê Nûjiyan Gunay li ser parastin û xwerêvebirina civaka  êzidiyan jî rawestiya û ev agahî dan: “Ji ber em civaka êzîdî ne bi rêxistinkirîbûn DAIŞ’ê ferman bi serê me de anî. Civaka êzîdî ji vê fermana hov re ne amade bû. Le li Şengalê û ne jî li Ewropayê. Berê vîna gelê Şengalê ne di destê wê de bû. Jina êzîdî qet ne bi rêxistinkirî bû. Her kesî biryar li ser Şengale dida, lê vîna civaka êzîdî tune bû. Pêşmerge û hikûmeta Iraqê ku vîna  civaka êzîdi xistibû destê xwe ew bê parastin hişt. Em wî dîmenî tu carî ji bîr nakin. Em wê komkujiya li dijî jina êzidî tu carî ji bîr nakin. Piştî wê komkujiya li dijî civakê pêk hat, civaka êzîdî biryara xwe da û got  ‘êdî baweriya min bi tu kesî nayê. Ez ê vîna xwe biparêzin û xwe bi rêve bibim. Ez destûr nadim ên din min bi rêve bibin. Ezê sazî û dezgehên xwe ava bikim. Ez ê rêxistin û parastina xwe ava bikim. Ezê hêza leşkerî ya Şengalê ava bikim. Bi vî rengî xwe bi rêxistin kir û Rêveberiya Xweser ava kir. Diher alî de xwe bi rêxistin kir û bû bersîva êrîşan. Piştî bû bersîv, vê carê hikûmeta Iraqê û hikûmeta PDK’ê vê vînê qebûl nake. Tehamul nake.”

Di 9’ê cotmehê de dîsa li ser Şengalê plan çêkirin

Gunay, da zanîn ku di 9’ê cotmeha borî de Tirkiye, Bexde û PDK’ê li dijî civaka êzîdî û Şengalê peymanek îmze kiribûn. Xwestin dîsa plana 3’ê tebaxê têxin meriyetê. Xwestin disa li ser siberoja êzidiyan biryarê bidin. Ev bêrêziyek pir mezin e.  Di zagonên Iraqê de tê gotin ku her civak û bawerî dikarin bi vîna xwe bijîn. Divê her civak kare xwe bi rêxistin bike. Lê ev biryar ji bo civaka êzîdî derbas nabe.”

Nûjiyan Gunay, li ser hişmendiya ku civaka êzidi tehamul û qebûl nake jî rawestiya û wiha axivî: “Ew naxwaze ku civaka êzîdî xwedî maf, xwedî rêxistin û xwedî parastin e. Naxwaze wekî wan serbest bijîn. Dixwaze civaka êzîdî her dem bindest û kole be. Ji ber vê yekê dema civaka êzîdî xwe birêxistin dike û xwe dibarêze dibe hedefa wan. Her tim civaka êzîdî kole dîtin. Wekî xwe qebûl nakin. Sedema vê yekê nijadperestî, olperestî ye. hikûmat Irqa û PDK’ê heta niha di nava xwe de demokrasî ava nekiriye. Civaka êzidî qebûl nakin.

Li şûna ku PDK ji civaka êzîdî lêborîna xwe bixwazin, li dijî wê êrîşî civakê dikin. Diçin li ser civaka êzîdî peymana parçekirin û tunekirinê îmze dikin.”

Jina êzidî di her milî de xwe bi rêxistin kiriye

Nûjiyan li ser rêvebûn û rêxistina jinên êzidî jî rawestiya û wiha got: “Jina êzidî di her milî de xwe bi rêxistin kiriye. Hem li Ewropa û hem jî li Şengalê, di bin baneyê TAJE û MSJÊ’ê de xwe bi rêxistin kiriye. Ji bo siberoja demokratîk, azad, aram, wekheviya gelan wekî TAJÊ xebatên xwe berdewam dike. Di nava ereban de jî xwe bi rêxistin dike û meclisê wan ava dike. Jiyanek hevpar pêş dixin. Pir rengî wekî dewlemendiyekê dibîne. Jina êzîdî êdî bûye pêşengê civaka xwe. Em bawer dikin ku dê civakê azad bike. Di dîrokê de dayik-jina êzidî her daîm serkêşî û parastina civaka xwe kiriye. Jina êzidî vê carê xwe bi rêxistin kiriye. Bi bîrdoziya Jin Jiyan Azadî û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye. Jina êdizî vê carê dê vîna xwe teslîmî tu kesî neke. Di 3’ê tebaxê de dit ku ew bi xwe, xwe neparêze, tu kes wê naparêze. Em qebûl nakin ku kes li ser navê me biryarê bidin.”

Divê çar parçeyên Kurdistanê bêdeng nemîne

Nûjiyan Gunay, herî dawî bang li çar parçaeyên kurdistanê kir ku qet bêdeng neminin û wiha got: “Eger îro li ser civaka êzidî êrîş pêk bê, dê sibê dor bê êdin jî. Îro Tirkiye li Başûrê Kurdistanê baş bi cih bûye. Başûr wekî herêmek xwe dibîne. Îro yên deriyê xwe li dagirkirinê vekirine, dê sibê ji ber dagirkeran birevin. Divê hemû partî, rewşenbir û nûnerên civakê vê bêrêziyê qebûl nekin. Yên îro van êrîşan qebûl bikin, dê sibê van êrîşan li ber deriyê xwe bibînin.”